Kabîneya Lubnanê "hêviya gel" şikand!

Wêneya ku dîmena welat bi krîza herî mezin a aborî ya salên dawî re têdikoşe û kabîneya ku 13 meh şûnda hatî avakirin xuya dikir hêviya jinan kişand. Di nava 24 wezaretên kabîneyê nû ya Libnanê de tenê wezîrek jin hene.

Navenda Nûçeyan- Lubnana, ku ev nêzî 13 mehan e bi qeyrana aborî û siyasî re têdikoşe, herî dawî kabîneyê hat avakirin. Wêneyê kabîneya ku nû wê di van demên dawî de damezrandina we hatê îlan kirin hêviyê hebû kesê kişand.
Serokwezîrê berê Necîp Mîkatî, li şûna Hikûmeta Hesên Dîyab ku di 10’ê Tebaxa 2020’an de piştî teqîna li Bendera Beyrûdê dev ji kar berda, hatibû wezîfedarkirin, di 26’ê Tîrmehê de, ji bo ku jînûve avabike derket Qesra Serokomariyê li Baabda.
Serokomar Mîşel Avn biryara damezrandina hukumeta nû îmze kir û dûvre Necîp Mîkatî kabîneya xwe ya ku ji 24 wezîran pêk tê ragihand. Bi vî rengî, 13 meh şûnda li welêt kabîneyek hate damezrandin. Di kabîneyê de wekî jin tenê Najla Riachî cihgirt.
Jî jinan bêrtek 
Wêneya ku ji kabîneya nû hatî xuyang kirin xwê û bîber li hemî pirsgirêkên aborî zêde kir. Di kabîneya ku 13 meh şûnda hat avakirin de tenê hebûna yek wezîrek jin hêviyên jinên Libnanî kişand. Komîsyona Niştimanî ya Libnanî ji bo Karûbarên Jinan di daxuyaniyekê wiha got; "Em hêvî dikin ku hikûmeta nû dê karibe welat bi pêş ve bibe û çareseriyan ji şert û mercên jiyanê yên dijwar ên ku Libnanî re rû bi rû ne bibîne.”
Komîsyona Niştimanî ya Jinên Libnanî bang li jinên Libnanî kir ku beşdarî helwestên biryardanê bibin û nirxand ku “avakirina hukûmetê prensîbên wekheviyê yên ku di destûrê de hatine destnîşan kirin û prensîbên ku di peymanên navneteweyî yên ku Libnanê cih digrin pêk neanîne. "
Qeyran kûrtir dibe 
Tê zanîn ku li Libnanê piştî ji şerê navxweyî yê 1975-1990 ve krîza aboriya herî mezin tê jiyan kirin û welata ku hestiyariyan ji ber cudahiyên mezhebî hîna xwe ji holê ranekirine qeyran roj bi roj kûrtir dibe. Li welatê ku pereyê herêmî qîmeta winda kir, rêjeya fermî ya ku ji hêla Banka Navendî ve hatî destnîşan kirin 1507 e, rêjeya heyî ya di bankan de 3 hezar û 900 lîre ye, dolar li bazara reş bi 19 hezar lîreyî tê firotin.
Pirsgirêka derman û sotemeniyê bêdawî nabe!
Ji ber krîza benzînê ku ev demek e li welat didome, piraniya îstasyonên sotemaniyê deriyên xwe girtin. Di wêneyan de xuya dibe ku çend benzînxane vekirî ne û rêzên dirêj hene. Ji ber pirsgirêka elektrîkê ya bi bandora krîza aborî didome, dermanxaneyên ku pirsgirêkên wan ên dermanan hene jî mecbûr dimînin deriyên xwe bigirin.