Jiyan Dêrik: Tu nûbûn bê jinan çênabe

Şêwirmenda Kombûna Jinan a Zenûbiya Jiyan Dêrik li ser navê hemu jinan ev pêyam da: “Tu nûbûn bê jinan çênabe. Divê sîstema hevserokatiyê esas were girtin ji bo ku Sûriyeya demokratîk û federal û jin bi nasname, deng û rengê xwe tê de cih bigrin.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Tevgera Jinên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê (Kongreya Star) 7’ê Çileyê bi dirûşma "Em ê bi hevgirtina jinan Sûriyeya demokratîk ava bikin” bi hevkariya tevgerên jinan ên li herêma Bakur Rojhilatê Sûriyeyê civîna xwe ya şêwra yekem li dar xist. Di şêwrê de jin li ser geşedanên li Sûriyeyê diqewime, bi kiryarên ku komên cîhadîst Heyet Tehrîr El-Şam dike xeteriyên li ser destkeftiyên jinan û li hemberî vê yekê têkoşîna jinan dê çawa be axivîn. Şêwirmenda Kombûna Jinan a Zenûbiya Jiyan Dêrik ku di şêwrê de amade bû mijarên ku hatin nîqaşkirin ji ajansa me re nirxand.

Jiyan Dêrik da zanîn ku kêliyên hilweşandina rejîma Beasê piştî berxwedana domdar a jinan ku 14 salan domiya, pêk hatiye û wiha anî ziman: “Di nava 54 salan de, xeyalên Sûriyeyiyan hilweşandina sîstema rejîma Beasê bû. Her kesê para xwe ji zilm û zora vê sîstemê girt. Girtin, koçberî, mirin bû tişta ku vê sîstemê ferz dikir. Piştî berxwedanî, têkoşîn û keda 14 salan ku bi pêşengiya jinan hat meşandin, rejîma zordar hilweşiya.”

‘Jinên Sûriyeyê hêz û îradeya xwe ji Zenûbiya girtin’

Jiyan Dêrik destnîşan kir ku li Sûriyeyê xeyalên her jina li Sûriyeya nû ew bû ku rola jinan a di dîrokê de were zanîn û wiha axaftina xwe domand: “Li Sûriyeyê di pêvajoya şoreşê de, bi taybetî em dikarin bibêjin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşa jinan dest pê kir. Di vê şoreşê de gelek destkeftiyên jinan di nava 14 salên şoreşê de bi ked, êş, berxwedanî, koçberî û fedakarî çêbûn. Em dikarin bibêjin ku şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê temamkirina şoreşên jinan ên di dinyayê de bû. Di mirovahiyê de gelek xwedawendên jin mohra xwe li dîrokê xistin. Li Sûriyeyê jî Melîke Zenûbiya û Xewle hebûn, bi ked û hêza xwe hatin naskirin û hê jî weke jinên pêşeng li Sûriyeyê tên dîtin. Zenûbiya di qada siyasî û leşkerî de pêşeng û xwedî roleke mezin bû, bi parastina xwe û gelê xwe tê naskirin. Di roja  îro de xeyalên her jina Sûriyeyê ew e ku beriya her kesê mohra xwe li dîroka jinan bide.”

‘Pêşengiya jinan ji dîrokê ve heta niha didome’

Jiyan Dêrik da zanîn ku bi zanist û naskirina jinên xwedawend ku mohra xwe li dîrokê xistine Sûriyeya nû dê were avakirin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Hikûmeta demkî beriya her tiştî bi materyalên ku ji bo pêşeroja gelan û avakirina nifşeke nû ava dike, dixwaze dîroka rast a jinan ji bîra civakê, ciwanan û jinan bibe. Wezîrê edaletê yê Sûriyeyê di sala 2015’an de fermana darvekirina du jinan dide û herdu jin tên darvekirin. Piştî wê di guhertinên mufredatan de jinên navdar ên pêşeng û dîrokzan, ji dîrokê derdixe, bi taybetî jinên weke Zenûbiya ku Kombûna Jinên Zenûbiya li ser wê kevneşopiyê hat avakirin û xwe birêxistin kir.”

‘Bi ruhê têkoşeriya jinan dê Sûriye ji nû ve bê avakirin’

Jiyan Dêrik a got “Di şoreşê de li  herêmên rizgarkirî jinên Ereb, Suryan, Çerkez, Kurd û Ermen di bin sîwana Kombûna Jinên Zenûbiyayê de pêşengî kirine” wiha pêl da axaftina xwe: “Çendek berê li Minbicê 3 jinên Kurd û Ereb ên endamên Kombûna Jinên Zenûbiyayê hatin qetilkirin. Jinên ku teslîmkarî qebûl nekirin û serê xwe bilind kirin şehîd Qemer, Eyşe Îman û Mizgîn, hatin hedefgirtin. Zanist, hêz û îradeya Zenûbiya di şexsê jinên têkoşer de zindî ye û bi wî ruhî dê Sûriyeya nû were avakirin.”

‘Bê jinan tu nûbûn çênabe’

Jiyan Dêrik got “Pêyama me ji bo hikûmeta demkî heye” û pêyama li ser navê tevahî jinan wiha anî ziman: “Divê baş bizanibe ku tu nûbûn bê jinan çênabe. Divê zanist û hebûna jinan di destûrê de û hemû qadên Sûriyeyê hebe. Divê sîstema hevserokatiyê esas were girtin ji bo ku Sûriyeya demokratîk û federal û jin bi nasname, deng û rengê xwe tê de cih bigrin.”