Jinên xwepêşader ên Ciwanro: Ji bo azadiyê me serî hilda

Yek ji bajarên Îran û Rojhilat ku gel herî zêde lê di nava serhildanan dene û herî zêde zexta dewletê lê meşandin Ciwanro ye. Jinên ku li bajar bejdarî çalakiyan bûne gotin: “Em ji bo azadiya xwe li ser lingan in.”

SARA MUHEMMEDÎ

Ciwanro – Serhildanên gel li Rojhilat û Îranê ku piştî qetilkirina Jina Emînî  destpê kir û pêşengiya wê jin dikin bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ berdewam dike. Nêzîkatiyên rejîma Îranê yên li beramberî gel yên wek girtina çalakvan, xwendevan, siyasetmedar, darvekirina ciwanan bxwye sedemê hêrsa gelê Îranê zêde bibe.

Li dijî van pêkanîn û polîtîkayên hikumeta Îranê yek ji bajarê ku herî zêde rabûye ser lingan Ciwanro ye. Dayîk û jinên ciwanan yên Ciwanro ku beşdarî serhildanan bûne, tiştên ku jiyan kirine ji ajansa mere gotin.

‘Ez dixwazim keça min azad bibe’

Ferzende R. ku bi keça xwe ya 16 salî re li Ciwanro beşdarî serhildanê bûne wiha got: “Hîna ez 16 salî bûm ez di temenê biçûk de hatim zewicandin, hevjinê min 15 salan ji min mezintir bû, malabata min destûr nedan bixwînim. Piştî ku min dibîstana navîn temam kir destûr nedan ku ez biçim dibîstanê. Di jiyana xwe de min ji bav, bira û hejînê xwe tundîtûjî dît. Ez naxwazim keça min jî heman tiştan jiyan bike. Ez dixwazim pêşeroja keça min û biryarên wê azad be.”

‘Divê zagonên li dijî jinê werin guherîn’

Ferzane R. da zanîn ku hikumeta Îranê ya niha bi amûrên zextê gel rêve dibe û wiha dom kir: “Heta ku ev hikumet hebe, ev gel azad nabe, bi taybet destpêkê li Rojhilatê Kurdistanê û di civaka Îranê de jin wê her tim di bin zexta mêran de be. Zagonên Komara Îslamê ya li dijî jinan, ez dixwazim kavneşopiya paşverû û baweriya wan were guhertin, sedemê vê daxwaza min ji bo keça min jiyanek bi azad jiyan bike ye.”

‘Dema ku min destê dayika xwe girt tirsa min derbas bû’

Keça Ferzane R., Soma M. Wiha got: “Ez bejarî van xwepêşandanan bûm. Di roja yekem ya xwepêşandanan de li Ciwanro ez li gel dayika xwe derketim ji derve, ji bo kes me nas neke me rûyê xwe girtibû, xebera bavê ya ku em ê beşdarî xwepêaşndanan bibin nebû. Ew weke me nedifikirî, li gora fikrê wan divê jin di mal de bin. Şeva yekê dema ku ez li gel dayika xwe derketim qad gelek qerebalix bû, min jinek 60 salî ku li gel keça xwe bejdarî xwepêaşndanan bûyî dît. Dema ku li qadan bi dengê bilind di gotin ‘Ji dîktatorê re mirin, ji Hamaney re mirin.’ min xwe gelek baş hîs dikir. Dema cara yekê min dengê guleya bihîst, ez gelek tirsiyam, lê belê dema ku min destê dayîka xwe girt hemû tirsa min derbas bû.” 

Ger tu ne nêzî hikumetê bî, tê bê kar bî

 Soma. M.  wiha behsa sedemê beşdarbûna xwe ya xwepêşandanan kir: “Bi taybet ji bo me ciwanan tû pêşerojek ya me nîn e. Em naxwazin ku hemû jiyana me di mal de û bi meyzekirina zarokan re derbas bibe, em pêşeroj û azadiyê dixwazin. Ger em bixînin jî bila em nebin alîgirê hikumetê. Kurê xalê min lisansa bilind kiriye, lê belê kar nekir û ji ber kar nedît ket depresyonê û niha ji mal dernakeve. Kurê xaltîka min jî perestarî temam kir, piştî ku projeya xwe tamam kir li ajansekê dest bi kar kir. Weke ku bi xwe behs dikir, hevalên wî yên pêre di heman projeyê de kar dikirin ji ber nêzî dewletê bûn bûne xwedî kar.”

‘Em naxwazin weke zeyenda dûyem werin dîtin’

Soma M. destnîşan kir ku li jinan weke zayendek dûyem lê nêrîn napejirînin û xwest ku zagon werin guhertin û wiha got: “Em dixwazin bi azad bijîn. Em dixwazin bi ziman dayikê perwerde bibibîn û bi azad bi axivî. Em dixwazin ji zagonên ku jinan asteng dike rizgar bibin. Em dixwazin ji zihniyeta mêrsalarî ya û wek zayenda dûyem lê nêrînê rizgar bibin, birayê min yê biçûk diçe pola dûyem, dema ku hinek peyvên bi Farisî ji min re dibêje, ez wateya wan nizanim, divê Kurdî jêre were dayîn ku da ku wateya peyvan bizanin. Li zarokan ezberekirinê ferz dikin.” 

‘Ez ne pûşmanim’

 Romîna A. ya 26 salî dema ku behsa beşdarbûna xwe ya xwepêşandan kir rondik ji çavê wê diherikî û leşê xwe nîşan da û wiha got: “17 parçe li dest, mil û lingê min ketine, ji tirsê girtinê de malbata min, min li mal tedawî kirin. Bijîkek û perestarek bi min re bû alîkar, nîşaneyên van birînan hîna dimîne. Ji ber min gelek êş dikişand ezmûnên min yên zanîngehê baş derbas nebûn, lê belê ez ne poşman im. Ji ber birînên xwe ez demekê neçûn zanîngehê. Li Ciwanro ger cardin xwepêşandan hebin ez ê cardin beşdar bibim.”

‘Ez bi zimanê xwe perwerdê nabînim’

Romîna A. ku ji malbatek welatparêze wiha got: “Destpêkê ez ji bo azadiya jinê û piştre jî ji bo Kurdistan ji destê dagirkeran derbikeve, ez beşdarî xwepêşandanan bûm. Ez dixwazim jin li welatê min azad jiyan bikin, ez dixwazim jin derbarê cil û berg û fikrên xwe de bi xwe biryar bidin. Ez bi xwe Kurd im çima ez neçarim bi Farisî perwerde bibînim, ez bi zimanê xwe yê dayîkê perwerde nabînim.”

‘Li ser me gule hatin barandin’

Romîna A. der barê ew şeva ku gule pêketî de wiha got: “Em bi awayek girseyî dimeşiyan û me dirûşme diavêtin, gel êrîşî tu deran nedikir. Em nêzî meydana Inqilab bûn, hêzên rejîmê li ser avahiya dadgehê pusu danibûn me ew ferq nekir, hêzên rejîmê li ser me gule barandin. Me tenê dengê guleyan û qêrînên gel dibihîst, ji ber ez û birayê xwe li pêşiya girseyê bûn hinek gule li me ketin, dema birayê min birîndar bû em ketin kolanekê, me li deriyê malekê da, dema ku xwediyê malê rewşa me dit em xistin di mal de. Piştre ji bo bavê me me bigre me gazî kir.”