Jinên Tûnisê yên berendam: Em ê bibin dengê gel

Berendamên jin ên ku di hilbijartina parlamentoya Tûnisê de mane tûra duyem, her çendî ku di tûra yekem de rastî tundiya siyasî hatine jî xebatên xwe berdewam kirin.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis – Lijneya bilind a hilbijartina Tûnisê da zanîn ku wê tora duyem a hilbijartinên pêşwext di 29’ê Çileyê de were kirin. Serokê Lijneyê Faruk Buasker der barê mijarê de li paytext Tûnisê di daxuyaniya çapemeniyê de diyar kir ku kampanyaya hilbijartinê îro dest pê dike heta 27’ê Çileyê wê berdewam bike. Di daxuyaniya çapemeniyê de wê ecamên destpêkê di 1’ê Sibatê û encamên herî dawî herî dereng di 4’ê Sibatê de, heta ku hemû îtîraz bi dawî bûn wê were eşkerekirin.

Berendamên jin di tora yekem a hilbijartinê de rastî tundiya siyasî û dîjîtal hatine, li ruxmê hemû şertê gihandina parlamentoyê tên astengkirin, jin ji bo zagona piştgirîkirina têkoşîna wan were derxistin dixebitin û dest bi kampanyayan kirin. Li Tûnisê weqfên jinan û rêxistinên civaka sivîl bertek nîşanî di 17’ê Kanûna 2022’an de zagona nû ya hilbijartinê ya ku astengiyan bi ketina jinan a di hilbijartinê de dike dan.

Di hilbijartinên parlamentoya Tûnisê de jinên ku mafê mayîna tora duyem bi dest xistine, çima bûne berendam, wê destpêkê kîjan xebatan bidin meşandin ji ajansa me re vegotin.

 ‘Em xebatên şênber dixwazin’

Pispora hiqûqa civakê Cyrine Murabit ku di hilbjartinên parlamentoyê de maye tora 2’em da zanîn ku pirsgirêkên gelek herêman ên weke lêhî, gihandin, tendirustî û perwerdeyê heye û ji bo ev werin derbaskirin divê xebat were meşandin û ev jî pirsgirêkên hevbeş in û wiha got: “Divê nûnerên herêmê bernameyên hevbeş pêş bixin li taxên berçav ên paytextê di gelek aliyan de em zoriyan dikin. Aliyên ku herî zêde ji qeyranan bandor dibin jin in. Ji ber wê weke komên bê parastin tên dîtin du qat mexdûriyetan dijîn, bi dawîbûna hilbijartinên parlamentoyê wê ne dirûşm bi dawî bibin, em dixwazin di mijarên şênber de xebat were kirin.”

‘Konseya nû divê li ser koçberiya bê rêk û pêk bixebite’

Cyrine Murabit bal kişand ser herêmên ku jin lê hatine jibîrkirin û dûrxistin destnîşan kir ku dema nexweşiya penceşêrê wan digre nikarin xwe bigihîjînin xizmetên tendirustiyê û bi bîr xist ku ew jin ji bo der barê tendirustiya xwe bawer bibin mafê herî asan yê teşhîsa ku dixwazin nikarin xwe bigihîjînin û wiha domand: “Di heman demê de xizanî, bêkarî û maliyeta zêde ya jiyana Tûnisê wisa kiriye ku ciwanan ber bi deryayan ve dehf didin. Ez bang dikim ku divê vê yekê bidin ber çavan û konseya piştî vê, der barê mijara koçeberiya bê rêk û pêk ku bandorek hevbeş li jin û mêran dike divê xebat werin kirin.”

‘Ez ê dengê gel bigihîjînim’

Wafa Bin Suleyman a berendama parlamentoyê da zanîn ku wê balê bide ser gefên hawirdorê û polîtakayên hikumetê yên ava dezenfekte xistina deryayê û diyar kir ku wê ev di salên li pêşiya me de bandorê destpêkê li lawirvanî û gelek qadên din bike. Bang kir ku di serî de perwerde û gihandina di gelek qadan de divê reform were kirin û bal kişand ser Bakurê welat dewlemendiya çandiniya herêma Bizerte ya ku hat jibîrkirin û got ku ew ê dengê gelê herêmê bigihîjîne.

Li Tûnisê sîstema tûra duyem a hilbijartinê çi ye?

Li Tûnisê di 15’ê Îlonê de Serokomar Qeys Said zagona nû ya hilbijartinê ragihand. Li gorî vê li meclisê beriya niha 217 kursî hebûn ev hejmar 10 jê li diasporayê, bû 161. Bi guherîna zagona hilbijartinê re lîsteya ku partiyên siyasî amade kirin, li cihê wan ‘Serlêdana şexsî’ hat pêkanîn. Di hilbijartinên 2022’an de berendamên ku ji herêmên lê bûne berendam diviyabû ji 400 kesan îmza kom bikin. Du torên sîstema hilbijartinê li gorî zagona nû divê berendam di tûra yekem de ji bo parlamenter were hilbijartin li cihê ku di nava pêşabaziyê de divê deng ji nîvê zêdetir bi dest bixe. Ev rêjeya dengan ger neyê bicihanîn piştî eşkerekirina encamên dawî li wan herêman du berendamên ku herî zêde deng girtine wê ji bo wan hilbijartinên tora duyem werin kirin. Di hilbijartina pêşwext a giştî di 17’ê kanûnê de, di tora yekem de 3 jê jin 23 berendam wê bikarin bikevin meclisê. Li 131 herêmên ku hilibijartinên tora duyem werin kirin du parlamentoyên ku berendamtî qezenc kirine wê di 29’ê Çileyê de were kirin.