Jinên Tûnisê ji hilbijartinê bêhêvî ne!

Jinên ku diyar kirin bi qanûna nû ya hilbijartinê li Tûnisê mafê hilbijartinê hatiye astengkirin, ji bo hilbijartinên ku dê bên kirin bêhêvî ne.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis – Di hilbijartinên 17'ê Kanûna 2022'an de dê 10 hezar û 55 namzedêm ku 127 ji wan jin in, bikevin pêşbaziyê. Di hilbijartinên dawî yên sala 2019’an de li seranserê welat zêdetirî 15 hezar namzedên parlamenteriyê li benda sindoqan man. Pisporên Tûnisî sedema kêmbûna asta serlêdanên namzediyê bi wê yekê ve girê didin ku qanûna nû ya hilbijartinê şert û mercên namzediyê dijwartir kiriye her wiha partiyên ku ji sê parên parlamentoya kevin pêk tînin hilbijartinan boykot dikin.

Bi guhertina qanûna hilbijartinê re li şûna lîsteyên ku partiyên siyasî di hilbijartinên 2022’an de amade kirine rêbaza “serlêdana şexsî” tê sepandin. Li gorî vê yekê, namzed neçar mane ku ji 400 kesên li herêma ku dê beşdarî hilbijartinê bibin îmzeyan bigrin. Hejmara wekîlên meclisê ji 217’an daxistin 161’an. Ji namzedan re şert û mercên nû yên namzediyê yên wekî "Ji herêma niştecihbûnê namzed, radestkirina belgeyên îsbat dikin ku qeyda sûc û deynê bacê tune ye" hatin destnîşankirin. Di hilbijartinên ji bo partiyên siyasî kampanya hatin qedexekirin de, yek ji sedemên herî girîng ku welat bi awayekê ‘bêdeng’ dikeve hilbijartinan tenê ji bo kesên serbixwe beşdarî hilbijartinê dibin destûr dayîna kampanyayan tê dîtin.

'Me temsîl nake'

Jinên Tûnisî ji ber sozên ku di hilbijartinan de hatine dayîn, êşê dikşînin. Jinên ku li qadê dixebitin di vî warî de bêhêvî ne. Jinên Tûnisî têkildarî hilbijartinên parlamentoyê yên di 17’ê Kanûnê de ji ajansa me re axivîn pêk û gotin; “Tenê tirsa me ew e ku em ê parlamentoyeke nû nebînin. Meclisa ku ji hilbijartinên 2019’an vir ve veguheriye qada pevçûnê û şîdeta fizîkî û devkî ya ku lê derketiye, me jî temsîl nake.”

Herî zêde jin bi bandor dibin

Endezyarê Çandiniyê Nûrhan El-Qudsî diyar kir ku hebûna jinan wekî dengdêr û namzed girîng e û got ku ew ê hilbijartinên pêş me yên parlamentoyê boykot bikin. Nûrhan El-Qudsî diyar kir ku rewşa niha ya welat herî zêde bandorê li jinan dike lê hestên li ser îhtîmala guhertina rewşa xirab a civakî û aborî û bêhêvîbûnê hene. Nûrhan El-Qudsî diyar kir ku hilbijartin ji bo hemû welatiyan maf û erk e lê amaje bi wê yekê kir ku wêranî û wêrankirina serdema siyasî ya berê li ser hemû astan bûye sedema dilgiraniyên civakî bi taybetî di nava jinan de. Nûrhan El-Qudsî her wiha got ku ji ber kêmbûna hejmara namzedên jin ew ê hilbijartinan boykot bikin.

'Divê destek ji bo jinan were dayîn'

Perwerdekara xanenişîn Necîbe El-Tûnisî bang li jinên Tûnisî kir ku bi xurtî beşdarî hilbijartinan bibin û dengê xwe nedin kesên ku wan bi durustî temsîl nakin. Necîbe El Tûnisî bal kişand ser girîngiya beşdarbûna jinan di hilbijartinan de û wiha got: “Tûnis tevî hemû pirsgirêk û şert û mercên ku tê re derbas dibe, dengdan maf û erkeke destûrî ye. Divê em piştgirî bidin maf û destkeftiyên jinên ku wê di meclisê de bi ser bikevin. Ji krîzê herî zêde jin bi bandor dibin. Pêdivî heye ku vê yekê rast bikin. Divê ji bo jinan baldariya ku heq dikin were nîşandan.”

'Soz nehatin bicihanîn'

Afnan El-Hacî amaje bi wê yekê kir ku baweriya bi siyasetmedaran hatiye şikestin û got ku cîbicînekirina sozên ku di dema hilbijartinan de hatibûn dayîn bû sedem her kes hilbijartinan boykot bike. Afnan El-Hacî daxwaz ji namzedên jin kir ku dema derbasî parlamentoyê bûn, zêdetir cih bidin pirsgirêkên jin û keçan û got ku ew li bendê ne hilbijartinên li pêş rewşa jinan biguherîne.