‘Jinên Tûnisê di çareserkirina krîzan de xwedî rolên cewherî ne’

Metirsiyên jinên Tûnisê ji zagona darayî ya sala nû hene. Dizanin ku ew ê gelek zirarê jê bibînin. Loma diyar dikin ku divê pispor û şarezayên Tûnisê li ser vê rewşê bisekinin.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis- Parlamentera berê ya Tûnisê Leyla Hedad, teqez kir ku rola herî mezin a derketina ji krîzên siyasî û aborî dikeve ser milên jinan.

Parlamentera berê û hiqûqnas, Leyla Hedad, di hevpeyvînek, rexne li zagona darayî ya sala 2023’yan kir.

Rexneyên giran ji bo zagona darayî ya 2023’yan hene, pispor dibêjin ku ev zagon dadwer nîn e gelo hûn li gel van rexneyan in an na?

Ez rexnedara yekem im ji bo zagona darayî ya sala 2023’an, eşkere me helwesta xwe nîşan da ji bo ku ew zagoneke teknîkî berhevkirî ye. Rêjeya berhevkirinê tê de ji %  24 bilind bûye ango sê qatî rêjeya berê. Her wiha vê zagonê piştgiriya xwe ji welatiyên ku herî zirarkêş in re kir, ji ber wê em dibînin ku ew zagoneke ne dadwer û metirsîdar e li ser rewşa aborî ya Tûnisê. Tu stratejî ji bo piştgiriya gelê Tûnisê tê de nîn e lê belê barên wan zêde kirine, welatiyên Tûnisê li benda dîroka 25’ê Tîrmehê bûn ji bo guhertinek bingehîn di warê aborî û civakî de. Îro em heman rêbaza berê di zagon û stratejiyên hikumetê de dibînin. Lewma em guhertina vê hikumetê dixwazin ku di demek îstîsnayî de ye û biryarên ne dadwer têkildarî mafên gel distîne û tu guhertinên civakî aborî çênake û welatiyan ji bihabûna xurekan û jiyanê bi giştî zirar dîtin. Ev jî nîşaneya binketina hikumetê ye di çareserkirina dosyaya aborî de, bi xwe ew li gel dosyaya siyasî dosyayên herî girîng in. Îro çareserkirina siyasî bi tenê têrê nake divê çareseriya aborî jî were pêkanîn.

Divê ev hikumet biçe, wezîrekî teknokrat têrê nake divê nêrîna wî siyasî û stratejîk ji wezareta ku birêve dibin re hebe. Em hikumetek wisa dixwazin ku welatiyan ji rewşa wan a niha dijwar derxe.

Taybetmendiyên hikumeta Tûnisê divê çi bin?

Divê hikumeteke siyasî hebe ji kesayetên xwedî hişyariya siyasî di rêvebirina rewşa dijwar û hesas di warê aborî û civakî de pêk were. Divê nêrîneke wî zelal di çareserkirina hemû kirîzan hebe daku Tunisê ji rewşa niha derxîne. Divê rêbazeke aborî ya nû hebe cudahiya lîberalî berê ku bandorê li ser rewşa civakî û rêjeya belangaziyê û bêkariyê bike li welat ji %20 kir, ev jî rêjeyek pir bilind e divê were kêmkirin.

Der barê nêrîna me ya ji parlamentoya li pêş de jî em daxwaz dikin hejmara parlamenteran zêde bibe da ku dengê me di meclisê de dema em biryarên der barê welat de bidin bi bandor be. Rûbera welatê me biçûk e lê bi çavkaniyên xwezayî weke gaz, fosfat û petrolê dewlemend e. Her wiha hêza mirovî jî tê de xurt e, şarezarên xwe gelek in dikarin her tiştî çareser bikin û welatê xwe ji krîza niha rizgar bikin, şarezarên ciwan dikarin zextê di warê pêşveçûnê de li ser hikumetê bikin. Projeyên me gelek in em pêşkêşî hikumetê bikin ji bo rola hikumetê di warê civakî de biguherînin.

Gelo boykotkirina hilbijartina di encama kampanyaya ku partî û rêxistinên civaka sivîl û jinan kirin de bû?

Rast e, rêjeya beşdarbûna hilbijartinan ji % 8.8 pişt re bû ji % 11, ev bi xwe jî lewaz e û ne li gorî hêviyan bû lê mijar ne boykotkirin bû dûrketin bû. Gelek partiyan bûyer li gorî xwe şîrove kirin û gotin rêjeya kêm li ser banga wan bûye lê ew ne rast bû, xwepêşandanên wan jî lawaz bûn ne zêdeyî 400 welatî beşdar bûn tevî hemû derfetên baş.

Sedemên dûrketina gelê Tûnisê ji hilbijartinan vedigere bêhêvîtiya wan ji çîna siyasî giştî, parlamento ji aliyê partiyên siyasî ve di encûmena parlamenteran de di dema berê de hat kêmkirin, lêdan û tundîtûjî, nakokiyên partiyan ên ku ne girêdayî gel bûn rûdan. Gelê ku li benda guhertinan bû, bû şahidê tundî û nakokiyan. Wisa jî gel neçû ser sindoqan. Ji ber ku parlamenterên berê tu tişt ji wan re pêşkêş nekirin, ango bêbaweriya gel bi çîna siyasî li gel rewşa aborî û civakî xirab de jî hemûyan hêviyên gel şikandin. Gelê bargiran bi bihabûna jiyanê re rûbirû ma. Em bi bîr bînin opozîsyonê sûd ji vê rewşê girt û pir şaşîtî kirin.

Beşdarbûna jinan a lawaz di hilbijartinan de ji bo çi bû; gelo rola zagona hilbijatinê ku wekhevî pêk nanî tê de hebû?

Ji bo paşveçûna rola jinên Tûnisê di jiyana siyasî de zagona hilbijartina nû sedema sereke bû, hilbijartin li ser kesan çêbû. Ev rêbaz jî wekheviyê di navendên hilbijartinan de li ser kesan û ne li gorî lîsteyan pêk nayne. Em dikaribûn di hilbijartina bi lîsteyan de wekheviyê pêk bînin, derfeta hebûna jinan di parlamentoyê de zêde dibe.

Paşveçûnê ji sala 2014’an de dest pê kir, tê de rêjeya jinan di parlamantoyê de li derdora ji % 35 bû. Piştre di parlamentoya 2019’an de gihîşt ji % 23, bi vê zagonê jî gihîşt ji % 8 û kêmtir. Ev nîşaneyek pir xirab e ji cihê jinên Tûnisê rêzdar di nava qada navneteweyî û parzemînî de û destkeftiyên jinan ji dema zagona rewşên medenî ve heta îro bi ked û têkoşîna xwe bi dest xistine re. Ji bo hikumeta Tûnisê Nebûna jinan di dîmenê siyasî de şermeke mezin e.

Ji ber şert û mercên zagona hilbijartinan, hilbijartina jinan ne hêsan bû, ji ber ku hebûna zagonan bêyî vîna siyasî di bin bandora siyasî, eşîrî de nahêle jin bikevin hilbijartinan. Me guhertin di asta zagonan de çêkir û hin cezayên întîxabî me ferz kirin lê rewşa hilbijartinan zelal nebû û mejiyê Tûnisî ku dengê xwe dide mêran tenê nehatiye guhertin. Dema jin dikevin navendên hilbijartinan rastî gelek astengiyan jî tên, wisa rêjeya namzediya jinan kêm dibe û namzedên heyî jî nagihîjin tûra duyem, ev jî ji bo rola jinan şikestineke mezin e piştî ku me bawer dikir me hebûna wê di biryargirtinan de misoger kir, me xebat dikir ku jin di sekreteryayên partiyên siyasî giştî de, weke wezîran di desthilatdariya cihbicihî û zagonî de hebin.

Gelo pêkan e ku hinek madeyên makzagona 2022’an bên sererastkirin û ev yek dê di çi şert û mercan de pêk were?

Her karekî mirovan tê çareserkirin, ji ber ku ew di dem, dîrok, şert, merc û sedemên cuda de çêdibe û tê guhertin. Ez bawer im makzagona sala 2022’yan tevî erêniyên wê lê neyîniyên wê jî makzagona 2014’an derbas kir, hin xalên wê hene nifşên pêşerojê dikarin çareser bikin an li gorî rewş û hêviyên xwe biguherînin. Makzagon rewatiya civakê û rewşa civakê ye. Sererastkirin ji her makzagonê re pêwîst e lê mixabin makzagonên me li gorî pîvanên serokên me hatine danîn.

Makzagona niha bandor li rola jinên Tûnisê di gelek waran de kir, ew ji namzediya hilbijartinên zagonî hat dûrxistin, li ser wê ferz kirin yan karê xwe bike an ofîsên xwe bigire û biçe parlamentoyê, nabe herdu karan bi hev re bike. Lê encûmenek wezîran bêyî parêzer û mamosteyên zagonan çênabe. Ma gelo kî dê zagonan dayne û binivîsîne? Komîteyek aborî bê pisporên darayî û jimaryaran çênabe. Ez bawer im qîmeta encûmena wezîran ji ya pisporên wê ye. Nabe ku pisporên zagonan û danerên projeyan dûr bixin. Ev jî mijareke divê dîsa lê vegerin di ber çavan re bigrin.

Rola jinan di pêvajoya li pêş de dê çi be?

Ez bawer dikim rola jinan di pêşketina Tûnisê de gelek bû, wê bi têkoşîna xwe gelek destkeftina bi dest xistin, di dîroka Tûnisê de rola jinan pêşeng bû, di rewşên welat herî tarî de li hemberî hemû planan rawestiyn. Bi hêviya ku welat dê ji rewşa aborî ya dijwar weke hemû welatên cîhanê rizgar bibe. Lê dê rola jinên Tûnisê di rizgarkirina welat de dîsa li pêş be.