Jinên Mexribê ji bo hilbijartina pêşwext banga nûnertiya wekhev dikin

Jinên Mexrîbê yên dixwazin bi deng û rengê xwe di hilbijartinên 8’ê Îlonê de xwiyayîbin ji bo bikarin wekheviya destûrê bi nêrîna jinan biguherin di nava hewildanan de ne.

HENAN HARIT
Mexrib - Di demeke ku Mexrib xwe ji bo hilbijartinên ku dê di 8’ê Îlonê were kirin amade dike de, gengeşe careke din li ser pirsa wekhevî û nûnertiya di siyasetê de çêbûn. Piştî ku Civata Nûneran daxwaznameya wekheviya Daba qebûl kir ango (wekheviya niha) ye ku armanc dike wekheviya destûrî ya wekheviya Daba ya di Cotmeha sala 2020’an de pêşkêş kirin, di sala 2030’yan de aktîf bike. Der barê hilbijartinan de endama Kooalîsyona Wekheviya Daba Amina Toubali ji ajansa me re nirxandin kir.
“Pêwîst e partî hewl bide hişmendiyê biguhere”
Endama Kooalîsyona Wekhevî Daba, Amina wiha got: “Parlamentoya Mexribê niha di qonaxek veguhestinê re derbas dibe ku ew ji bo parlamentoya nû bi tîmên xwe yên nû re koordînasyonê çêbikin û mekanîzmayek zagonî ji bo aktîfkirina werza 19 ji destûrê pêşniyar bike ku tê de çalakbûna prensîba wekheviyê destnîşan dike. Ev yek jî piştî ku daxwaznameya ji bo wekheviyê hemû şertên qanûnî bi cih anîn û ji hêla Civata Nûneran ve hat pejirandin dê pêk were. Ji ber vê yekê divê serokên partiyên siyasî di bernameyên xwe yên siyasî de pirsgirêka jinan bikin mijarek sereke û pêşeng û prensîba nêzîkatiya zayendî jî çalak bikin û destnîşan kir ku divê pêşniyar ji têkoşerên jin re were dayîn û pêwîst e partî hewl bide hişmendiyê biguherêne da ku êdî fêrî hebûna wêneyên jinan di meclisên kolektîf û meclisên kedê û rayedaran de dibin.”
“Li gorî xebatên jin dikin di nûneriyê de ji wan re kêm cîh tê dayîn”
Amina Toubali der barê nirxandina hebûna jinên Mexribê di qada siyasî de dibêje: “Hîn jî kêm e, ev yek jî berpirsyariya partiyên siyasî ye ku divê hejmar û zîhniyetê biguherînin. Em ji sifirê gihîştin vê hejmarê. Ji ber ku li gel vê qelsiyê jî ev mijar rêjeyî dimîne û piştî têkoşînên li pey hev ên jinan û tevgera pêşverû û parêzvanên demokrasî û wekheviyê derket holê. Heta niha gelek kiryarên ku çanda cudakariyê didomînin tomar bûne. Em bi reformên dadrêsî bawer dikin û em di wê baweriyê de ne ku serwerî divê di qanûnê de be û avakirina dewleta maf û saziyan tenê bi rêzgirtina qanûnî pêk tê.”
“Qebûlkirina nêzîkatiya zayendî”
Amina Toubali bi bîr xist ku Mexrib li ber hilbijartinên diyarker e. Ji ber vê yekê divê hemû partî qonaxa pêşîn bikin rawestgeheke erênî ku cudakariya li dijî jinan qut bikin û teqez kir ku partiyên dozên jinan bi kar tînin wekî wesiyetek û dirûşmeyek nikarin di nava civakê de pêbaweriya xwe biparêzin.”  
Amina Toubali di dawiyê de bang  li partiyên siyasî kir ku beşdarî hilbijartinên kolektîf, herêmî û zagonî bibin, nêzîkatiyek zayendî bipejirînin û got ku divê partî û sendîkayên siyasî tev bibin yek da ku îstasyona hilbijartinê ya paşîn bibe rawestgehek ku neheqiya li dijî jinan qut bike û di çarçoveya bernameyên hilbijartinê de pirsgirêka jinan derbixe pêş.
Yekemîn gava ber bi edaletê ve
Li aliyê din  lêkolînera dozên jinan û çaksaziyê Zainaba Ben Hammou dide diyarkirin ku pejirandina daxwaznameyê tenê gava yekem di riya dadmendiya jinan de ye û niha dimîne ku naveroka daxwaznameyê bi daxistina wê di forma qanûnên prosedurî de were aktîfkirin û li vir rola parlamenterên jin ên ku dê ji hêla berjewendiyên hilbijartinê yên pêşerojê ve werin pejirandin derdikeve holê.
Der barê pirsa me ya gelo, pejirandina daxwaznameya wekheviyê li Meclisa Nûneran tê wateya biserxistina daxwazên tevgerên jinan ên li Mexribê, yan têkoşînên din hene ku divê van dengan birêve bibe de Zainaba Ben Hammou vê bersivê dide û dibêje: “Bêguman hewcedariya me bi têkoşînê heye, ewil em destkeftiyan biparêzin, piştre jî bêtir serkeftinan bi dest bixin. Em niha û tevî ku deh sal di ser destûra 2011’ an re derbas bûne jî hîn li benda derxistina komîteya wekheviyê ne û têkoşîna li hemberî hemû cudakariyan li dijî jinan in. Ji ber vê yekê, xema rêxistinên jinan û mafên mirovan hê jî aktîfkirina hemû peymanên navneteweyî yên ku Mexrib pê ve girêdayî ye û hemû metnên ku di destûrê de hatine destnîşankirin da ku prensîba wekhevî û edaletê pêk were.” 
“Partî di tengasiyê de ye”
Der barê gelo partiyên siyasî dikarin rikberiyê li hember veqetandina sêyeka kursiyên jinan di çarçoveya lîsteyek taybet de bikin, Zainaba Ben Hammou dibêje: “Çareyek din a partiyan nîne, ji ber ku mijar ji bo partî û rêxistinên wan êdî ne hilbijartinek navxweyî ye. Lê belê ev mijar bi hêza qanûna (06.21), hatiye ferzkirin ku rojnameya fermî di 17’ê Gulana 2021’ê de weşand û piştrast dike ku beşa duyemîn a navnîşana namzedan bi taybetî ji bo jinan di çarçoveya xurtkirina nûnertiya wan de ye. Niha xuyaye ku partî ji ber nepûtedayîna bi berfirehkirina xeleka polarîzasyona jinan dê têkeve tengasiyek rast û dibe ku li gel hinek partiyên ku dagirtina tam ji lîsteyan re nabînin, qeyraneke rast heye. Ji ber vê yekê ew ê serî li namzedên jin ên ji derveyî rêxistinê bidin.”
Hevpeymana Wekhevî Daba bi berhevkirina îmzeyên însiyatîfa çalakkirina wekheviya destûrî di asoya 2030’an de, beriya 10 mehan ragihandibû û di rojên borî de ji hêla Meclisa Nûneran ve hat qebûlkirin. Însiyatîf di heman demê de daxwaz dike ku di komxebatên zagonî yên têkildarî destkeftiyên 2021’ê û şûnde, pêşniyara hilbijartinê were dayîn û teqez dike ku hewcedariya hejmara jinan di sazî û dezgehên ku di asta herêmî de hatine hilbijartin de herî kêm dê ji sedan 30 be û di asta neteweyî de ne kêmî ji sedan 40 be.