Jinên Libya: Zagona hilbijartinê li dijî jinan e

Seroka navenda lêkolînan a jinan Abeer Amnina diyar kir ku li Libyayê zagona nû ya hilbijartinê ku rê li ber lidarxistina hilbijartinê vedike, daxwazên jinan bi cih naynin û destnîşan kir ku divê careke din di ber çavan de were derbaskirin.

HINDIYA AL-ASHEPY

Bîngazî- Komîteya nîşandana zagona hilbijartinê (6+6) ku ji 6 rayedarên meclisê konseya bilind a dewleta Libyayê pêk tê, beyannameya destûra bingehîn spartgeha destûra bingehîn a hilbijartinê qebûl dike ji bo guherîn were çêkirin li Mexribê civînan li dar dixin.

Di encama civînan de endamên komîteyê eşkere kirin ku guherîna zagonî ya li Libyayê rê li ber hilbijartinê vedike di 3’ê Hezîranê de bi piraniya dengan hatiye qebûlkirin. Meclisa Rayedaran (TM) û konseya bilind a dewletê û komîteya 6+6 ragihand ku wê li gorî pêşnûmeya der barê hilbijartinê de hat amadekirin tevbigerin. Hat plankirin ku wê li welat hilbijartina parlamentoyê di meha Kanûnê de û hilbijartina serokatiyê jî wî di Çileya 2024’an de were kirin.

‘Beşdariya jinan tê sînordarkirin’

Lê belê di guherîna zagonî de madeyên beşdariya jinan di hilbijartinên parlamento û serokatiyê de weke namzed û hilbijêr sînordar dike digre nava xwe. Lêkolînera siyasî û seroka navenda lêkolînên jinan a ‘Weshem’ li Libyayê Abeer Amnina diyar kir ku qanûna dîroka 27’ê 2023’an hinek madeyên ku guherîna beşî û kokî digre nava xwe.

Abeer Amnina da zanîn ku zagona nû ya hilbijartinê mijarên der barê jinan de û teşwîqkirina beşdariya jinan a siyasî di zagonên berê de tu ferqek nîn e û îfade kir ku der barê hilbijartina kongreya giştî ya navneteweyî ya sala 2012’an di qanûna hejmara 4’em de weke gavêtina paşve ye.

‘Ji 90 kursiyan tê pêşbînikirin ku 2 ji wan bidin’

Abeer Amnina destnîşan kir ku zagona mijara gotinê daxwazan pêşwazî nake û di heman demê de di sanatoya Libyayê de li herêmên erdnîgarî tê pêşbînikirin ku ji 90 kursiyan 2’an bidin jinan û got: “Zagonê bi nêzbûna hilbijartina Libyayê re destûr daye başdariya partiyên siyasî lê belê partî bi xwe lîsteyên xwe bi rêk û pêk bikin û metnek neçarî ya beşdariya jinan di listeyan de nîn e.”

‘Jinan neçarî namzediya şexsî dikin’

Abeer Amnina amaje bi wê yekê kir ku zagon jinan neçarî namzediya şexsî dikin û teşwîq dikin û got: “Li dijî vê divê xebatên hişmendîkirinê werin meşandin. Zagonên Libyayê tên pêşbînikirin ku rêjeya ji sedî 20 jin beşdarî siyasete bibin. Divê ev ji aliyê saziyên rêveberiya welat ve li ber çavan werin girtin.”

Abeer Amnina, bal kişand ser şert û mercên jinan ên ji bo beşdarbûna hilbijartinên serokatî û parlamentoyê û wiha got: “Metnên ku diyar dike di hilbijartinan de namzed divê ji malbatên Lîbyayî be, hene. Dê ev metin hewl bide ku jinan ji pêvajoya hilbijartinê dûr bixe. Ev binpêkirina mafên hemwelatbûniyê ye û şert û mercên Komîsyona Bilind a Hilbijartinanê binpê dike.”

'Hinek hikûm li dijî destûra bingehîn in'

Abeer Amnina, bal kişand ku dabeşbûna siyasî û pevçûnên li welat berdewam dikin, hem bandorê li pêvajoya siyasî dike û hem jî pêvajoya hilbijartinê dide sekinandin û diyar kir ku her çend xalên kêm ên di qanûnê de cih digrin û hinek hikûm li dijî destûra bingehîn in jî hiqûqa Lîbyayê wan dixe bin temînatê. Abeer Amnina bi bîr xist ku maf heye li hemberê dijîbûna qanûna hilbijartinê ya destûra bingehîn îtîraz li dadgehê bikin û wiha domand: “Parêzvanên mafên mirovan û siyasetmedar, ji ber ku guhertinên di qanûna hilbijartinan a Lîbyayê de, rewşa giştî ya welat li ber çavan nagirin û hinek metn û xalên destûra bingehîn binpê dikin, red û daxwaz kirin ku parlamento van nepejirîne. Qanûna hilbijartinê beşdarbûna jinan a ji bo pêvajoya hilbijartinê sînordar dike."