Jinên ji Xezayê ji bo Filistinê li benda gavên şênber in

Tevî bilindkirina al û belavkirina daxuyaniyan, gelê Xezayê hê jî bi kuştin, koçberî û birçîbûnê re rûbirû dimînin û naskirina fermî ya Dewleta Filistînê gaveke fermî ye bêyî ku bandorek berbiçav hebe.

REFÎF ISLÎM

Xeza – Her ku êrîşên hêzên Îsraîlê li ser Zîvala Xezayê zêde dibe, ev zêdeyî 2 sal in didome. Deng di nav welatên ku dixwazin dewleta Filistînê nas bikin de, bilind dibin. Ne diyar e ka ev soz bersivek xwezayî ne ji bo sûcên ku ji hêla hêzên Îsraîlê ve hatine kirin, an jî tenê amûrek in ji bo kişandina hêrsa gelên ku ji dîtina xwînrijandinê li ser ekranan, westiyane.

Hevgirtina navneteweyî bi Xezayê re

Lêkolînera siyasî Renîn El-Wezîr dibêje ku ji 7'ê Cotmeha 2023'an vir ve, Zîvala Xezayê şahidiya hevgirtineke girîng a Ereb û nevneteweyî kiriye û wiha li gotinên xwe zêde kir: "Ev hevgirtin ji piştgiriya ku di êrîşên berê yên li ser bajarê dorpêçkirî de hatibûn girtin, derbastir e. Ev jî ji ber hovîtiya êrîşên Îsraîlê ku nexweşxane, mizgeft, dêr û sivîl hedef girtî ye. Di nav awayên herî berbiçav ên hevgirtina navneteweyî ku derketin holê de, xwepêşandanên ku tê de kefî û ala Filistînê hatin bilindkirin, li seranserê welatên Ereb û piraniya welatên Ewropî belav bûn. Tevî qedexe û pevçûnên di navbera xwepêşanderan û hêzên ewlehiyê de, ev xwepêşandan wek amûrek zextê li ser Îsraîl û welatên ku piştgirî didin qirkirina Xezayê, xizmet kirin."

Helwesta Erebî û Ewropî divê zêdetir be û komkujiyan rawestînin

Renîn El-Wezîr derbarê hikûmetan de jî wiha axivî: "Hikûmetan doz li Dadgeha Navneteweyî ya Dadê vekirine û daxwaza bidawîanîna şerê li ser Zîvala Xezayê kirine û hewl didin ku li ser hêzên Îsraîlî cezayan ferz bikin. Ev yek bûye sedem ku rêxistinên mafên mirovan li ser navê leşker û efserên Îsraîlê yên ku wêranî li Xezayê pêk anîne, doz vekin. Helwesta Erebî û Ewropî li hember kuştin, xela û koçberiya ku li Xezayê tê jiyîn tenê têr nake. Ji ber hewcedarî bi rawestandina van komkujiyan heye û destûr bê dayîn ku alîkarî derbasî herêmê bibin. Her wiha divê binesaziya Xezayê ji nû ve bê avakirin da ku jiyan carek din vegerê herêmê."

Naskirina dewleta Filistînê ji mafên gel e

Renîn El-Wezîr tekez kir ku naskirina doza Filistînê di vê demê de mafekî gelê ku êş kişandî û belengaz bûyî ye. Renîn da zanîn ku hêzên Îsraîlê piştî çend mehan ji vegera koçberan a li cih û warên xwe, operasyonek bejayî li navenda bajêr dane destpêkirin û ev agahî dan: “Milyonek û nîv niştecih ji herêmê derxistine. Bêyî ku rewşa xizanî û rastiya ku gel nikare heqê rê yan jî çadirek bide, li berçav bigrin."

Hewldanên kolektîf ji bo Xezayê hewce ye

Renîn El-Wezîr da zanîn ku ji mafê gelê Filistînê ye ku wek gelên din di nav aştî û rûmetê de bijîn, ji ber ku wan bedelên giranbuha dane û ji bo bidestxistina destkeftî û mafên xwe nikarin tiştekî din winda bikin. Renîn got ku "Gelek kes û parêzvanên mafên mirovan hewl didin ku bi rêberiya fîloyên deryayî alîkariya wan bikin da ku dorpêça li ser Xezayê bişkînin, lê hêzên Îsraîlî wan digirin û ekîba wan gulebaran dikin, mîna Madeleine û yên din. Ev hewldan takekesî ne ji bo ku ew biser bikevin, divê hikûmet piştgirî bidin da ku rewatiyê bidin wan û hewl bidin ku peyamekê bidin hêzên Îsraîlî ku ew birçîbûna sîstematîk û rêbaza kuştinê red dikin."

Rola çalakvan û rojnamevanên jin a di doza Filistînê de'

Derbarê kampanyayên piştgiriyê yên ser medaya dîjîtal de, Renîn El-Wezîr anî ziman ku di demên dawî de, bi dehan rûpel ji hêla malperên medyaya civakî ve hatine hedefgirtin, ji ber ku piştgiriya Şerîda Xezayê dikirin, hatine astengkirin. Li vir rola dezgehên medyayê yên sereke, rojnamevan û çalakvanên jin û çalakvanên mafên mirovan derdikeve ku balê bikşînin ser bajarê dorpêçkirî Xezayê û van komkujiyan ji nû ve biweşînin û belav bikin.

'Doza Filistînê bûye beşek ji nîqaşên siyasî'

Lêkolînera karûbarên siyasî Dana Habûb bawer dike ku doza Filistînê ne tenê bûyerek demkî ye di nûçeyan de, lê bûye beşek ji nîqaşa siyasî û ehlaqî ya cîhanî. Dana Habûb got: "Ev encama guhertinek di hişmendiya gelan û saziyan de ye. Ev yek bi awayekî zelal di hevgirtina cîhanî de li kolanan, li meydanên giştî û heta di nav xwendekarên zanîngehê de diyar dibe, ji ber ku doza Filistînî bûye doza serdest."

Dewleta Filisîntê ji aliyê gelek dewletan ve hatiye naskirin

Dana Habûb derbarê helwesta fermî ya hikûmetan de got ku hikûmetan li ser asta jenosîda ku ji hêla Îsraîlê ve li Şerîda Xezayê tê kirin helwestek yekgirtî nîşan nedane û tenê bi daxuyaniyên şermezarkirina sûcên li bajêr hatine kirin, sînordar mane. Dana Habûb destnîşan kir ku rêze naskirinên Dewleta Filistînê vê dawiyê ji hêla hin welatan ve, wek Portekîz û Brîtanya, dest pê kirine û di serdema pêş de dê ji hêla Avustralya, Kanada, Fransa, Belçîka, Malta, Lûksembûrg, Andorra û San Marîno ve jî bên kirin.

Hevgirtin tenê rewşê naguherîne

Dana Habûb got: "Ev naskirin ne tenê protokoleke dîplomatîk e, her wiha nîşaneyeke zelal e ku pîvanên navneteweyî dest pê dikin ku rewatiya dewleta Filistînê wek rastiyeke siyasî ya heyî ji nû ve binirxînin. Lê gelo ev bes e, taybet dema ku em dorpêçkirin û birçîbûna bajêr, sûcên qirkirinê yên ku têne kirin, koçberiya bi darê zorê û bi dehan sûcên şer ên ku ji hêla hêzên Îsraîlê ve li Xezayê têne kirin, li berçav bigrin? Tenê hevgirtin hevkêşeyê naguherîne, lê ew hawîrdorek siyasî ya nû ava dike û rewatiya doza Filistînê di saziyên navneteweyî de zêde dike. Ev bingeh dikare piştî pejirandina stratejiyek qanûnî, aborî û dîplomatîk were avakirin da ku wê veguherîne encamên berbiçav.

'Filistînî hewceyî stratejiyek in'

Dana Habûb tekez kir ku divê Filistînî niha xetên sor ên zelal xêz bikin, bi şertê ku her naskirin bi garantiyên navneteweyî yên ku mafan diparêzin û rê li ber hilweşandina wan li ser maseya danûstandinan digirin. Dana Habûb wiha jî got: “Heta hewldanên ji bo şikandina dorpêçê jî aliyên sembolîk hildigirin ku dikarin veguherînin amûrek zextê. Filistînî ne tenê li hevgirtinê digerin, her wiha li stratejiyek digerin ku rêça doza xwe biguherînin. Dema niha hesas e û divê yan were bikaranîn an jî were windakirin.”