Jinên filistînî ji hilbijartinan bi hêvî ne

Tê diyarkirin ku jinên li Filistînê pergala kotaya femînîst neheq dibînin ji ber ku difikirin wan di nav civakê de biçûk dinirxînin. Her çendî ku armanca wan ew e di hilbijartinê de bibin xwedî biryar jî hejmar û rola wan a di nav civakê de vê yekê bi sînor dike.

TEHRÎR BENÎ SEXIR
 
Ramalah – Di encama xebatên jinên femînîst ên li Filistînê de, her çendî ku dewletê di sala 2005’an de mafên jinan di hilbijartin û dengdayînê de, bi zagona hilbijartinên gîştî ya bi hijmar 9 xist bin ewlehiyê jî kotaya jinan ji sedî 20 bû di nava nûnerên ku di lîsteyên partiyên siyasî ya hilbijartinên Encumena Zagonsaz a Filistînê de cih digirin. Der bare kotaya jinan di raya giştî de, ajansa me bi çalakgera femînîst Rewan Seîd a 26 salî re hevdîtin kir. 
Rewan Seîd der barê mijarê de ev nirxandin kir: “Em jinên filîstînî ji ber zagonên ku nehatine nûkirin gelek astengiyan dibînin. Mînak temenê kesên ku dengê xwe didin û her wiha zagona ku kotaya jinan bi sînor dike, mi bo me bi xwe pirsgirêk in. Ji ber van sedeman baweriya nifşên nû ji pergal û partiyên siyasî kêm bûye û ji ber vê jî dê beşdarbûna wan a ji bo hilbijartinê kêm be.”
Serokê Filistînê Mehmud Abas diyar kiriye ku roja hilbijartinên zagonsaziyê dê di 22’yê Gulanê de be û ya serokatiyê jî di 31’ê Tebaxa 2021’an de be. Tê zanîn ku hilbijratinên dawî di sala 2005’an de pêk hatibû û piştî salek jî ya zagonsaziyê çêbûbû.
‘Di teşe û pergala siyasî de pêdivî bi wekheviyê heye’
Li ser vê mijarê parêzer Nûran Taha ya 26 salî wiha axivî: “Beşdarbûna jinan ji bo danasîna giştî wekî rêyek şaristaniyê ye, qelsbûna nakokiyên siyasî û rêgezek ji bo pêkanîna pêvajoya guhertina nû ye di teşe û pergala siyasî de. Ji  bo vê jî başdabûna jinan a jiyana siyasî pêwîstiyek ji bo gihîştina encamên pergala siyasî ye lê belê divê wekheviyek zayendî di hilbijartinê de pêk were, her wiha berfirehkirina beşdarbûnê  bingeha rewakirina saziyên nûner û rêveber a pergala siyasî bi pêş dixe. Ji bo vê jî beşdarbûna jinan di biryargirtinê de bi xwe re demokratîbûnê ava dike.”
Rewanê gotinên xwe wiha domand: “Li gorî lêkolîna navenda îstatîstîkê (îhsaî) hejmara niştecihên Filistînê 4,98 milyon e, jê 2,45 milyon jin in ango ji sedî 49 e lê mixabin çendî nîvê civakê jin bin jî beşdariya wan di warê siyasî de hê jî bi sînor e.” 
‘Em ji hilbijartinê bihêvîne’
Parêzer Nûran Taha diyar kir ku beşdarûbana jinan di nav civakê de guherîneke cewherî ya bingehîn di pergala civakî, aborî, çandî û siyasî de pê tine û bêyê beşdariya jinan ne pêkan e di civakê de li ser wekheviyê û mafan bê axaftin.
Li aliyê din parezêr Yefe Asef a 26 salî destnîşan kir ku nebûn û qelsbûna demokrasiyê ya ku demeke dirêj e heye, bandor li ser civakê kiriye ku kêm beşdarî hilbijartinên zagonî û serokatiyê bikin. Asef got ku helbet wê beşdarbûna jinan di hilbijartinê de berbiçav be lê belê der barê rastî û guherîna mafên jinan de hêviyên ji bo pêkanîna dadweriyê bi jinan re kêm in û baş dizanin ku ger guherînên dadwer çênebin dê polîtîzebûn her dem serdest be.
Rewanê gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Hêvî her heye, hêviya me ew e ku bi guherînek biçûk di zagonên mafên jinan de dê şîdet û tundiya li jinan kêm bibe û wan ji qetilkirinê biparêze, jin jî bikaribin bi hêsanî cihê xwe di sazî û navendên biryargirtine de bigirin.