Jinên Filistînê ji ber paşxistina hilbijartinan helwest nîşan dan

Serokê Filistînê Mehmûd Ebbas 30’yê Nîsanê diyar kir ku hilbijartinên Filistînê hatine paşvexitin. Vê yekê gengeşeyek di navbera welatiyan de dexist ku hin ji wan ev biryar red kirin hin jî piştgirî dan, nemaze jin bi xurtî beşdarî bûyeran bûn.

REFÎF ÎSLIM
Xeza - Nûr El-Qitatî ya 23 salî dibêje ku gelê Filistînî dixwest hilbijartinan biqedîne û lîsteya namzedan û bernameyên hilbijartinê bibîne lê dema ku biryara serokwezîr hat ragihandin, wê lez kir ku xwe û yên li derdora xwe tomar bike da ku ew karibe lîsteya ku dê hewcedariyên ciwanan di rewşa heyî de peyda bike hilbijêre. Lê gava ku hîn bû dê hilbijartin bêyî beşdarbûna bajarê Qudisê werin kirin, wê piştgirî da biryara serok a paşvexistinê.
Nûr El-Qitatî axaftina xwe berdewam dike û dibêje ku tunebûna Qudisê di kampanyaya hilbijartinê û namzedan de karesateke dîrokî ye, ji ber ku hebûna çareseriyên wekî hilbijartinên dîjîtal û pêşniyarên din ên qeşeng ne çareserî ne. Hilbijartinên li Oudisê xwedan hêmayeke siyasî û stratejîk in. Divê ew ji hêla dewleta dagirker a Israîlê ve werin pejirandin, da ku qebûl bikin ku Qudis wekî hemî axên Filistînê dagir kiriye
Nûr El-Qitatî piştrast dike ku hilbijartinên bêyî Qudisê tê wateya ku ew der paytexta dewleta dagîrker a Israîlî ye û her kesê ku piştgiriya çûyîna hilbijartinan bêyî Qudisê dike kesek durû ye ku tenê li armancên hizbî û berjewendiyên kesane digere bêyî ku li ber çav bigire ku pirsgirêk xwedî dîmenên din ên sîyasî ne..
Hîba El-Ebadila ya 28 salî jî der barê biryara paşxistina hilbijartinên Filistînê de piştgirî dide Nûr, ji ber ku mesele bi serwerî û hebûna dewleta Filistînê ve girêdayî ye, beşdarbûna Qudisê ne meseleyek duyemîn e lê belê ew cewhera di nakokiya bi dagirkeriya Israîlî re ye.
Hîba El-Ebadila got ku biryara paşvedanê divê digel çend biryarên din hebe ku zextê li dagirkeriya Israîlê bike da ku hilbijartin li bajarê Qudisê pêk were. Diyar kir ku Xeza bi hewceyî hilbijartinan e da ku rewşa trajîk ku vê dawiyê gihîştiye were guhertin lê ew ê ne li gorî hesabê Qudis û doza Filistînê be.
Li aliyê din jina bi navê Semer Hîcazî ya 24 salî got ku Zîvala Xezayê dê vegere senaryoya pêş-hilbijartinê ku ew jî hem êrîşkirina dewleta dagirker a Israîlê li ser Xezayê yan jî tundkirina dorpêça xeniqandinê li hemî warên jiyanê ye. Ew banga ji nû ve nirxandina qedandina hilbijartinên Filistînê dike ku xewnên gelê Filistînê yên ji bo yekitî û başkirina şert û mercên jiyanê nebe qurbanî.
Hîdaya Ismet a 20 salî li ser Facebook nivîsek weşandibû û tê de hêrsa xwe ya ji paşvexistina hilbijartinên Filistînê rave dikir û diyar kir ku baş dizane ev hilbijartin çênabin û hikûmeta yekitiya neteweyî di ronahiya dabeşbûna di navbera aliyên Filistînî de ji 15 sal berê de xewnek e.
Komîteya hilbijartinên Filistînî di daxuyaniyekê de aşkere kir ku ew biryara fermandariya Filistînê ya di civînê de bi cih tîne. Diviyabû ku aşkerekirina dawî ji lîste û namzedan re di rojên pêşîn de di gel propogandaya hilbijartinan ji lîsteyên ku ji hilbijartinên yasayî re hatine hilbijartin belav bibûya. Ew hêvî dike ku bikaribe pêkanîna hilbijartinên Filistînê di zûtirîn demê de biqedîne