Jinên Cezayîrê di navendên biryardayînê de kêm in

Fatima Saidî li ser pêwîstiya cîbicîkirina tiştên ku di zagona nû ya hilbijartinan de hatiye diyarkirin, der barê prensîba hevsengiyê li ser asta desteyên bilind, rêveberiyên navendî, encûmenên bilind û heta di desteya cîbicîkar de kir û got: "Ev kêmbûn ne tenê bi navendên biryardanê yên li welat re sînordar e, di heman demê de saziyên zagonsaz (parlamanto) jî di nav xwe de digire. Pejirandina prensîba hevsengiyê di qanûna nû ya hilbijartinê de gelek neyîniyên wê hebûn.”

RABIA XERÎS
Cezayîr- Li gel qebûlkirina makezagona Cezayîrê û qanûna hevsengiyê ya li welat, hebûna jinan di cihên biryardayînê de kêm e. Ji ber gelek astengiyên ku pê re rû bi rû mane, di nav de zîhniyeta baviksalar a ku hê jî li ser hiş serwer heye.  
Seroka Tevgera Civaka Aştiyê Fatima Saidi, li ser cihgirtina jinên Cezayîrî li cihên biryargirtinê li welat û astengiyên ku hebûna wan kêm dikin, axivî
Fatima Saidi hebûna jinên Cezayîrê di pozîsyonên biryardayînê de kêm dibîne, tevî ku qanûna bingehîn a Cezayîrê ku qanûna herî bilind e li welat, wekhevî ava kiriye û li dijî her cure cudakariyê di navbera jin û mêran de têdikoşe jî li gorî peymanên navneteweyî yên di vî warî de. Bi taybetî qedexekirin û têkoşîna li dijî her cure cudakariya zayendî û xebat ji bo danîna bingehên civakeke hevgirtî û xwedî derfetên wekhev û edaleta civakî.
Wê got ku veguhestina dengên jinan ji bo navendên biryardayînê li welat bi awayekî bi lez bi pêş ve diçe, vê yekê nîşan da ku ji aliyê Meclisa Gel a Neteweyî ya (Odeya Yekem a Meclisê) ve di sala 2018’an de bi munasebeta pîrozbahiya roja cîhanî ya jinan hatibû amadekirin.
"Cezayîr di nava welatên ereb de mînak tê dîtin"
Hejmara wezîrên jin di hikûmeta Cezayîrê de ji tiliyên destekî derbas nabe ku li gorî salên dawî kêmbûneke berbiçav e. Weke mînak, yek ji hikûmetên li pey hev di sala 2014’an de hat tayînkirin, bû şahidê tayînkirina 7 wezîrên jin di pêşangeheke dîrokî de ku yekem car bû, biryareke ku pesneke berfireh a navneteweyî girt. Ofîsa Herêmî ya Dewletên Ereb ên Jinan a Neteweyên Yekbûyî Jinên Cezayîrê ji ber vê "serkeftinê" ku ne tenê li ser asta Cezayîrê, li ser asta welatên Ereb û heta navneteweyî jî wek mînak tê dîtin pîroz kir. Bi taybetî ji ber ku wezaretên girîng, mezinahiya beşa perwerdeyê, yekem car ji jinan re hatin tayînkirin.
Wê destnîşan kir ku pejirandina prensîba wekheviyê di qanûna nû ya hilbijartinan de di navbera zayendan de di bazara kar de û teşwîqkirina jinan di postên berpirsiyar di sazî û rêveberiyên giştî de û di asta saziyan de, şiyan û jêhatiya jinên Cezayîrî zêde dike ku di civaka Cezayîrê de guhertina tê xwestin pêk bînin.
"Divê xalên di zagona hilbijartinê de hatine diyarkirin bi cih werin"
Fatima Saidî bi bîr dixe ku di sala 2012’an de, desthilatdarên Cezayîrê qanûnek ji bo berfirehkirina beşdariya jinên Cezayîrî di meclisên hilbijartî de derxistiye ku ji sedî 20 heta 50 ji kursiyên Meclisa Neteweyî ya Gel ji jinan re veqetandin û ew jî para ku ji hêla rêxistinên navneteweyî û hikûmetên Rojava ve pir hate peskirin. Lê belê devberdana ji sîstema kotayan û guherîna bi wekheviyê, dê  bibe sedema kêmbûna hebûna jinan di parlamentoya Cezayîrê de, ji ber ku ev hebûn dê bi cewhera dengdêra Cezayîrê û heta bi zihniyeta civaka Cezayîrê ve girêdayî be.
"Pergala li gelek welatên ereb tê meşandin ya herî baş e"
Fatima Saidi di wê baweriyê de ye ku sîstema li gelek welatên Ereb tê meşandin, ya herî baş e, li gor Mexribê. Ev sîstem lîsteyên hilbijartinê ku ji çarçoveya partî û kadroyên li ser asta neteweyî û dewletê (taybet parêzgehan) pêk tê amade dike. Ev her du lîste garantiya kotaya jinan dikin û ji bo ku ev sîstem bi ser bikeve divê lîsteya girtî bê qebûlkirin, ne lîsteya vekirî ya ku di sîstema nû ya hilbijartinê ya Cezayîrê de hatibû gotin. 
Di semînera parlamentoyê ya ku li ser rewşa jinan di Parlamentoya Cezayîrê de hat organîzekirin, di 8’ê Adara 2018’an de, wezîra berê yê Hevgirtina Neteweyî, Malbat û Pirsgirêkên Jinan a Cezayîrê Ghania Idalia got: "Ji 60 hezar projeyên di beşa çandiniyê de, jin ji sedî 35 beşdar dibin û di pergala darazê de jî rêjeya ji sedî 44,7 heye. Her wiha Zêdetirî ji sedî 36 ji karmendên dezgehên hikûmetê jin in û zêdetir ji nîvê xwendekarên zanîngehê jin in û beşdariya wan di lêkolînên zanistî de ji sedî 40 tê texmînkirin