Jinên Başûr di konferansa Bexdayê de daxwaza yekitiya jinan kirin

Ji bo carek din komkojî û jenosîdên din li dijî jinên Kurd dubare nebin, jinên Başûrê Kurdistanê daxwaza yekitî û piştgiriyê kirin ku li hemberî dijmin bisekinin.

TEWAR PÊNCEWÎN

Bexda - Di 30’ê Tîrmehê de li bajarê Bexdayê paytexta Iraqê, bi pêşengiya komeleya jinên Iraqê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê û kesayetiyên jinên Iraqê konfaransa navneteweyî ya jinên Iraqê ya der barê qirkirina jinên Êzidî de bi dirûşma ‘Bi vîna azad a jinan em li hemberî jenosîda Şengalê têdikoşin’ hat lidarxistin. Konfarans di salvegera komkujiya 3’ê Tebaxa 2014’an a li ser Êzidiyan de hat lidarxistin. Armanca lidarxistina vê konfaransê rewşa Iraq û Sûriyeyê bi taybetî ya Êzidiyan bû. Hat xwestin ku hemû kiryar werin dadgehkirin û ew sûcên çeteyên DAIŞ’ê kirin weke jenosîd werin naskirin û kiryar werin cezakirin. Di konferansê de beşdarên navxweyî û navneteweyî daxwaz kirin jenosîda li ser Şengalê di asta navneteweyî de were naskirin.

“Ji bo rê li ber jenosîdên din bê girtin yekitiya neteweyî ya jinan pêwîst e”

Mamosteya zanîngehê û çalakvan Şadî Ebûbekir diyar kir ku armanca lidarxistina vê konfaransê ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên jinên Şengalê ye û wiha got: “Ji bo careke din ev jenosîd dubare nebe divê em hewl bidin û ji bo vê yekê jî divê yekitiya neteweyî çêbibe. Li Iraqê ji bo ku jin bikaribin li ser lingên xwe bisekinin, bikaribin weke jinên Rojavayê Kurdistanê parastina xwe bikin û di aliyê fikrî û fizîkî de bikarin berxwedan û têkoşînê bikin divê xwe perwerde bikin. Divê her dem jin agahdar bin ku rastî komkujiyan neyên. Ji ber wê lidarxistina konferansek bi vî awayî gelek girîng e ku ev komkujî bi jinên Kurd û Iraqê were nasandin û bikarin rê nedin dubare bê jiyîn. Ger gelê Kurd, Iraqê û bi taybetî jin ne yekgirtî bin, wê her dem ev qirkirin dubare bibe lê belê dengê jinan û neteweyên cuda sedemeke ji bo pêşîlêgirtina van komkojiyan e.”

“Gel û jinên Kurd tiştên ku li dijî Şengalê hatin kirin ji bîr nakin”

Mamoste Nermîn Hesên a ku ji bajarê Silêmanî beşdarî konferansê bû diyar kir ku ew weke nûnerên jinên Kurd li Başûrê Kurdistanê beşdar bûne û wiha got: “Lidarxistina konferansek bi vî awayî ku jin beşdar bûne gelek girîng e. Dijmin her dem hewl daye Kurdan tune bike, bi taybetî jî hewl dide wek jinên Şengalê jinan tune bike. Her çend di dîroka Kurdan de her dem komkujî û dagirkerî hebû jî lê belê ya ku li Şengalê hat kirin ne tenê dagirkerî û êrîşek bû, karesatek li dijî gel û jinên Şengalê bû. Ev komkujî li dijî çanda Kurdan bû. Divê jin rê li wan êrîşan bigrin ku careke din komkujî û jenosîd li hemberî Kurdan dubare nebin, ji ber ku gelê Kurd weke hemû gelên din mafê wan heye bi awayek azad bijî.”