Jinên Başûr: Boykotkirina kel û pelên Tirkiyeyê ji bo êrîşên dewleta Tirk bersivek e

Li dijî êrîş û bombarankirina dewleta Tirk, hemwelatî bangawaziya boykotkirina kel û pelên Tirkiyeyê dikin û girîngîdayîna bi berhemên navxweyî û hawirdekirina kel û pelên tirk siyaseta desthilatdariya Başûr e.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Êrîş û bombaranna dewleta Tirk wisa li hemwelatiyan kiriye ku careke din biryara boykotkirina kel û pelên Tirkiyeyê bidin. Weke sala 2019’an dema ku dewleta Tirk bi armanca tunekirina sîstema xwerêveberiyê êrîşî Rojavayê Kurdistanê kir, hemwelatiyên Başûrê Kurdistanê ji bo piştgiriya Rojava, dest bi boykotkirina kel û pelên Tirkiyeyê kirin û bi vê yekê jî ziyanek mezin a aborî dan dewleta Tirk.

Welatên derdorê bi taybetî Îran û Tirkiye, bazara Başûrê Kurdistanê girtine û salane bi vê riyê sûdek zêde digrin û asta aborî zêde dikin. Ev jî bûye sedem ku Başûr meşxûl bike û desthilatdar jî di bin navê qezanca bazirganî û siyaseta xwe de bê helwest in. Lê belê hemwelatî û bi taybetî jin ji bo lewazkirina aboriya dewleta Tirk ku careke din li dijî Kurdan êrîş pêk neynin hişyariyên dubare boykotkirina kel û pelên Tirkiyeyê dikin.

“Boykotkirina kel û pelên Tirkiyeyê ji bo dewleta Tirk gefek e”

Nermîn Ehmed da zanîn ku di dîrokê de jî diyar bûye ku dewleta Osmanî dijminê Kurdan e û ji ber wê heta niha dagirkeriya wan berdewam dike, rojane êrîşî li ser xaka Kurdistanê û gundan bombebaran dikin û wiha got: “Weke bûyera li Zaxoyê rûdaye, bombebarankirin û êrîş tenê li ser cihên geştiyariyê dikin gelek geştiyar ji ber vê yekê jiyana xwe ji dest dan. Ya herî pêwîst e ku em li dijî vê dagirkeriyê bisekinin divê em carek din dest bi boykotkirina kel û pelên Tirkiyê bikin û girîngî bidin berhemên xwemalî û kel û pelên navxweyî hilberînin. Hawirdekirina kel û pelên Tirkiyeyê dibe sedema pêşveçûna sistema aborî ya wî welatî, ji ber ew dahata ku ji herêma Kurdistanê diçe Tirkiyeyê, carek din dibe çek û li dijî Kurdan tê bikaranîn. Baykotkirina kel û pelên Tirkiyeyê li ser dewleta Tirk gefek e, ji ber wê divê em hemû boykot bikin ku desthilatdar û serokên partiyan hevkariya dewleta Tirk nekin.

“Divê tu Kurd kel û pelên Tirkiyeyê nekire”

Fatma Ebûbekir a xelkê Rojhilatê Kurdistanê da zanîn ku rewşa Başûr û ev êrîşên dewleta Tirk berdewam dike, ji ber wê riya çareseriyê boykotkirina kel û pelên Tirkiyeyê ye û wiha got: “Ev êrîşên ku dewleta Tirk li ser xaka Kurdistanê pêk tîne divê bersiv ji wan re were dayîn û nabe ku em bazar û aboriya wan baş bikin. Divê em kel û pelên wan boykot bikin. Ji dîrokê ve heta îro tu sûda dewleta Tirk negihîştiye Kurdan. Lê belê Kurdistan bûye cihê mezinkirina bazara dewleta Tirk, sedema vê yekê jî desthilatdarî ye. Ez tu carî berhemên Tirkiyeyê bi kar naynim û daxwaz dikim ku Kurd jî bi kar neynin.”

“Hikumetê bi avanekirina kargehên xwemalî, gel neçarî bikaranîna berhemên Tirkiyeyê kiriye”

Sakar Abdûlah bi bîr xist ku divê ne tenê em boykota kel û pelan bikin û got: “Em daxwaz ji hemwelatiyan dikin ku dirama û stranên Tirkî jî boykot bikin ku tiştek bi navê tirkî li Kurdistanê nemîne. Bikaranîna kel û pelên welatek din ji karanîna ji kel û pelên tirkî baştire. Ji ber dûbare bi karanîna wan carek din tîne li Kurdan dide. Divê hemwelatî û desthilatdar hişyar bin û bigihin wê qenetê ku bikaranîna kel û pelên tirkî ji bo Kurdistanê ziyana herî mezine. Divê hikumet rêyek ji bo bêkariya ciwanan bibînin kargehan ava bikin ku ciwan bê kar nemînin. Li aliyek din jî wê ew kargeh bibe sedemê giringîdana berhemên xwemalî. Niha çima hemwelatî kel û pelên Tirkiyeyê bi kar tîne, ji ber ku neçar in û hikumetê ew neçar kirine. Ez daxwaz ji hikumetê dikim ku giringî bidin avakirina kargehên xwemalî û hemwelatî jî hişyar bin û êdî kel û pelên Tirkiyeyê bi kar neynin.”