“Jin xizaniya ku tê ferqkirin red dikin”
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran encama hevdîtinên xwe yên di çarçoveya “ji xizaniya jinan re na” ragihand û got: “Polîtîkayên şer xizaniya jinê kurtir dike.”
Enqere – Meclisa jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê li Navenda Giştî ya partiya xwe encamên hevdîtinên kampanya “Ji xizaniya jinan re na” yên li herêmên Marmarayê, Çûkûrovayê, Meletiyê û Mêrdînê pêk anîn bi civîna çapemeniyê ji raya giştî re aşkere kir. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran axivî û got: "Em di çarçoveya kampanya xwe de carek din bûn deng û raperîna jinan. Em ê qet dest ji maf û destkeftiyên xwe bernedin. Em li vir bang dikin; Em ê qet û qet destûr nedin xizankirina jinan.”
“Qeyûmên vê îqtidarê her cûre rant, dizî û gendeliyê dikin”
Ayşe balkişand ser du salên qayûm tayînî herêmên wan kirine û wiha got: "Du sal di ser tayînkirina qeyûmên şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Amedê de derbas bû. Tifaqa AKP-MHP’ê ya zilaman ku şaredariyên me desteser kirin, dîsa wek her tim sepana wan ewil destkeftiyên jinan kir hedef. Vê tifaqê êrişî her cûre saziyên me jinan kirin û êrişên wan didomin. Ev îqtidar pergala me ya hevserokatiyê wek sûc dide nîşandan û hevşaredarên me avêtiye zindanan. Qeyûmên vê îqtidarê her cûre rant, dizî û gendeliyê dikin. Ev bi belgeyan jî derketin holê. Em carek din ji vê îqtidarê re dibêjin, wê ne rejîma we ya qeyûman dê pergala me ya rêveberiyên xwecihî ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan bi ser bikeve. Hûn çi dikin bikin, em ê dest ji pergala hevserokatiyê û rêgeza temsîliyeta wekhev bernedin.”
“Em li cem têkoşîna jinên efgan a li dijî talîbana ne”
Ayşe piştvaniya wan weke Meclisa Jinan a HDP’ê ji bo jinên Efgan jî wiha anî ziman: “Em li cem têkoşîna jinên efgan a li dijî talîbana ne dide bisekinin. Em baş dizanin ku herî zêde jin dibin mexdûrê şer û tundiyê re rûbirû dimînin. Îro polîtîkaya şer û tundiyê dijminatî li hember jinên kurd tê kirin.”
“Di 19 dalên deshilata AKP’ê de xizanî li ser jinê hatiye ferzkirin”
Ayşe 19 salên deshilata AKP’ê û polîtîkaya wan a dijminiya li hemberî jinan jî bibîrxist û wiha domand: “Jin ji ber polîtîkayên îqtidarê tên xizankirin. Di van 19 salên îqtîdara AKP’ê de bi polîtîkayên dijminantiya jinan re jin hatine xizankirin. Îqtidar xizaniyê li ser jinan ferz dike. Ji ber vê yekê me kampanya 'Ji xizaniya jinan re na, ji bo jinan edalet’ da destpêkirin. Me di çarçoveya kampanyayê de li bajarên Adene û Antakyayê yên herêma Çûkûrovayê, li bajarên Bûrsa û Kocaeliyê yên herêma Marmarayê, li Meletiyê û li Mêrdînê bi jinan re hevdîtin pêk anîn û em carek din bûn şahidê xizankirina jinan. Me jinên li nav zeviyan karkeriya demsalî dikin û jinên li malan kar dikin û li kargehan dixebitin ziyaret kir. Me bi platformên jinan re hevdîtin kir. Me li pirsgirêkên jinên sûryan guhdar kir. Di hevdîtin û serdanan de jinan behsa xizaniya xwe û kedxwariya xwe ji me re kirin. Ew bi neheqiyan re rûbirû dimînin. Me jî soz da wan ku em ê nehêlin bi polîtîkayên cihêkarî û mexdûriyetê re rûbirû bimînin.”
Ayşe ji bo hevdîtinên di pêvajoya kampanyayê de kirine jî wiha axivî: “Li ser zeviyan me pirsgirêk û tadeya jinên karker yên ji bakurê Kurdistanê çûne herêma Çûkûrovayê û jinên ji Kobanê û Sûriyê koçî Çûkûrovayê kirine guhdar kirin û carek din me dît ku nêzîkatiya li hember jinan çawa ye û polîtîkaya îqtidarê ya li hember jinên penaber çiye. Jin li kargeh û zeviyan bi heq desteke erzan tên xebitandin û tevî ku ji serê sibehê heta derengiya êvarê dixebitin jî heqê keda xwe nastînin û keda jinan tê xwarin. Jinên karker ku li konan dijîn ji wan re gotine ew bi nîv ruhî dixebitin û ji bo debara xwe bikin neçarin bixebitin.
Em ê her tim û li her deverê bibin raperîna jinan û emê her tim piştevaniya jinên karker û kedkar bikin. Me li Stenbolê jî bi hunermendên jin re civînek li dar xistin û me pirsgirêkên jinên hunermend guhdar kir û dê ew wek Meclîsa Jinan a HDP’ê her tim piştevaniya hunermendên jin bikin. Her wiha me pirsgirêkên jinên ciwan ên diçin zanîngehan guhdar kir û dê destûrê nedin ku jinên ciwan bêkar bimînin. Li Midyada Mêrdînê bûne mêvanên jinên sûryan û pirsgirêkên wan guhdar kirine û jinên suryan gotine ew hem wek gel û hem jî wek jinên sûryan bi gelek pirsgerêkan re rûbirû ne û di warê aborî de jî gelekî zehmetiyan dijîn. Em ê destûrê nedin polîtîkayên cihêkariya jinan û dê bi hev re li dijî vê têbikoşin.
Em di çarçoveya kampanya xwe de carek din bûn deng û raperîna jinan. Em ê qet dest ji maf û destkeftiyên xwe bernedin. Wek her demê îro carek din em li vir bang dikin; Em ê qet û qet destûr nedin xizankirina jinan.”