Jin û pêşeroja Sûriyeya demokratîk di pêvajoya entegrasyonê de
Di pêvajoya entegrasyonê de, parastina destkeftî û mafên jinan di avakirina Sûriyeya demokratîk de gelek girîng e. Rêvebera Ofîsa Malbat û Niştecihan li Parêzgeha Hesekê Rohat Xelîl, li ser rol û pêwîstiya beşdariya jinan di cihên biryardayînê de axivî.
NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – Di pêvajoya avakirina Sûriyeya demokratîk de, entegrasyon ne tenê pêvajoyeke siyasî û rêveberiyê ye, di heman demê de ceribandineke girîng e ji bo misogerkirina maf, nûnertî û beşdariya rastîn a jinan di hemû qadên biryardayînê de.
Rêvebera Ofîsa Malbat û Niştecihan Rohat Xelîl, di çarçoveya nirxandinên li ser pêşeroja Sûriyeya demokratîk û pêvajoya entegrasyonê de, der barê rol, astengî û zehmetiyên li pêşiya jinan û girîngiya misogerkirina maf û beşdariya wan di avakirina Sûriyeya demokratîk de, bersiv da pirsên me.
Di pêvajoya entegrasyonê de, jin çawa dikarin roleke çalak û bi bandor di avakirina Sûriyeya demokratîk de bilîzin?
Avakirina Sûriyeya demokratîk û wekhev, bêguman bi xebat, zanebûn û têkoşîna hevpar pêkan dibe. Di vê pêvajoyê de, pêwîst e em ji bo misogerkirina mafên jinan di destûra Sûriyeyê de têkoşîneke cidî bimeşînin da ku mafên wan ne tenê di gotinan de bimîne, di pratîkê de jî bikevin bin temînatê. Her wiha bingeha Sûriyeya demokratîk pêwîst e li ser esasê naskirin û parastina pirrengiya netewî, çandî û zimanî be. Jin pêwîst e ne tenê beşdarî vê pêvajoyê bibin, di cihên biryardayînê de roleke sereke û pêşeng bilîzin. Ji ber ku bê beşdariya rastîn û wekhev a jinan di warê siyasî û biryardayînê de, avakirina civakeke demokratîk û dadwer ne mimkûn e.
Jin di vê qonaxê de bi kîjan astengî û zehmetiyan re rûbirû dimînin û ev astengî çawa dikarin bên derbaskirin?
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, jinan di salên şoreşê de, xwe di hemû qadên jiyanê de îsbat kirin û mohra xwe li dîroka Sûriyeyê dan. Pergala hevserokatiyê jî bû nimûneyeke serkeftî ya wekhevî û rêveberiya hevpar, ji ber ku hebûna jinan li her qadê bû sedema pêşketin, dadwerî û afrîneriyê.
Bêguman, piştî pêvajoya entegrasyonê hinek guhertin û zehmetî derketine holê. Yek ji van zehmetiyan jî berdewamiya zihniyeta baviksalarî û kêmbûna nûnertiya jinan di saziyên hikûmetê û bi taybetî di cihên biryardayînê de ye. Ev yek nîşan dide ku rê li ber jinan hê jî bi tevahî nehatiye vekirin û pêwîst e ji bo bidestxistina mafên wan xebat bên domandin. Lê belê em dikarin vê pêvajoya entegrasyonê wekî derfetek binirxînin da ku jin li seranserê Sûriyeyê yekîtiya xwe xurt bikin û têkoşîna xwe ji bo maf û wekheviya jinan yekgirtî bikin. Parastina destkeftiyên şoreşa jinan û misogerkirina mafên wan di hemû sazî û desthilatdariyên nû de, şertê bingehîn ê serkeftina vê pêvajoyê ye. Tenê bi beşdariya rastîn û wekhev a jinan, entegrasyon dikare bibe gaveke ber bi Sûriyeya demokratîk û dadwer ve.
Ji bo ku maf û destkeftiyên jinan di pêvajoya entegrasyonê de bên parastin û misogerkirin divê çi gav bên avêtin?
Ji bo parastin û misogerkirina maf û destkeftiyên jinan di pêvajoya entegrasyonê û di paşeroja Sûriyeyê de, pêwîst e ev maf di destûra Sûriyeyê de bi awayekî eşkere bên nivîsandin û misogerkirin. Ji ber ku mafên di destûrê de neyên naskirin û nekevin bin temînatê, parastina wan di pratîkê de jî dê zehmet be.
Her wiha, pêwîst e mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê bên parastin û her pêkhate bikaribe nasname, çand û zimanê xwe bi azadî bijî û biparêze. Ji ber ku hêza Sûriyeyê di pirrengiya netewî, çandî û zimanî ya wê de ye. Ji aliyekî din ve, misogerkirina beşdariya wekhev a jinan di hemû sazî û cihên biryardayînê de jî gaveke bingehîn e. Tenê bi naskirina mafan di destûrê de û pêkanîna wan a di pratîkê de, parastina destkeftiyên jinan û avakirina paşerojeke wekhev û demokratîk dikare bê misogerkirin.