‘Jin û gelê Kurd dikarin çarenûsa Sûriyeyê biguherînin’

Rêvebera Kongra Star a navçeya Til Temirê Zêrîn Hecî nêzîkatiyên dewleta Tirk û hikûmeta Şamê bi navbeynkariya Rûsyayê re nirxand û got ku jinên Kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dikarin çarenûsa tevahî Sûriyeyê biguherînin.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê – Bi navbeynkariya Rûsyayê di navbera dewleta Tirk û hikûmeta Şamê de di van demên dawiyê de civîn tên lidarxistin û hewldanên nêzikatiyên kûr tên kirin ku tekane li ser vê yekê her du dewlet li hev bikin ew jî tunekirina Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Têkildarî vê mijarê jî Rêvebera Kongra Star a navçeya Til Temir a Kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Zêrîn Hecî axivî.

‘Ji bo ku tekçûnên xwe veşêre berê xwe dide nêzîkatî û tîfaqan’

Zêrîn Hecî got ku bi nêzîkbûna hilbijartinên AKP-MHP’ê Erdogan dixwaze hinek tiştan bi dest bixe da ku di hilbijartinan de bi serkeve û wiha domand: "Erdogan ji bo ku têkçûn û pirsgirêkên hundirîn ên welatê xwe veşêre, hewl dide nêzîkî hêzên bi bandor di dosyaya Sûriyeyê de bibe û tifaqan li dijî gelê wê çêbike. Lê belê ev nêzîkatiyên di navbera dewleta tirk û hikûmeta Şamê de çêdibe nakeve xizmeta çareseriya doza Sûriyeyê û krîza wê ya ku ev 11 sal in li welat berdewam dike. Çareserkirina doza Sûriyeyê û bi taybetî doza gelê Kurd ne di destê Rûsyayê yan jî tu dewletek din di Yekitiya Ewropayê de ye lê belê di destê gelê wê de ye. Doza Sûriyeyê li ser axa Rûsya yan jî NATO’yê û Yekitiya Ewropayê çareser nabe, çareserî li ser axa Sûriyeyê ye û bi pêkanîna projeya Neteweya Demokratîk pêkan e ku hemû netew, ol û çand bêyî nijadperestî dijîn. Bêguman proje yekbûna xaka Sûriyeyê, parçenekirina wê hedef digre."

‘Kurd dikarin herikîna dîrokê biguherînin’

Zêrîn Hecî da zanîn ku gelê Kurd bi projeya xwe ya demokratîk yekbûna xaka Sûriyeyê parast û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Bêguman li ser axa Sûriyeyê gelek netew dijîn lê belê gelê Kurd di Sûriyê de di hemû waran de zanistî, dîrokî, çandî û hwd. roleke esasî lîst û dilîze jî. Ew gelê herî çalak û xwedî proje ne li ser vê axê û ev proje jî dibe derman ji hemû derdên civakê û neteweyên din re. Gelê Kurd jî ne biparçekirina xaka Sûriyeyê re ye, ji ber ew jî beşek ji Sûriyeyê ne. Divê ku em ji bîr nekin di nav 11 salan de gelek civînên Astana, Cenevre û Riyad ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê çêbûn lê belê di wan civînan de planên dagirkirin û parçekirina xaka Sûriyeyê dihat plankirin. Lê Kurdan berovajî vê yekê kirin ku bi projeya ku pêşkêş kirin, rê li ber parçebûneke zêdetir, koçberî û dagirkirineke berfirehtir ji Sûriyeyê re bigre. Destan û efsaneyên dîrokî yê hatin û tên nivîsandin jî vê gotinê piştrast dikin."

‘Divê tevahî jinên Sûriyeyê bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" erîşên dagirkeran hilweşînin"

Zêrîn Hecî da payin ku jina Kurd bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" pêşengiya vê şoreşê kir û pêre pêlên dîrokî û herikîna wê guhert û wiha dom kir: "Yekem car li Sûriyeyê û bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşek çêdibe ku jin pêşengiya wê dikin. Jinan gelek destkeftiyên ku bi demê re dibin malê hemû jinên cîhanê bi dest xistin. Ev dirûşma "Jin Jiyan Azadî" ji vir derket li cîhanê belav bû, bû dirûşemeke cîhanî û navneteweyî. Pêkanîna vê dirûşmê dibe hêza ku jin li dijî faşîzm, dagirkerî, desthilatdarî û hişmendiya mêr asta têkoşîna xwe bilindtir bike. Bi vê dirûşmê wê jin textê dîktator û dagirkeran bihejînin û hilweşînin. Ev ji me re teqez dike ku jinên Sûriyeyê jî dikarin xweş vê rolê bilîzin û dest bidin destên jinên Kurd û bi hev re li dijî zaliman têkoşîneke dîrokî bimeşînin û dîroka xwe bi xwe binivîsînin. Ew jin dikarin aştiya ku jin û civak dixwaze di pêşerojê de misoger bikin."

‘Divê berê hikûmeta Şamê li Rêveberiya Xweser be ne li dewleta Tirk be’

Zêrîn Hecî da xuyakirin ku ev nêzîkatiyên dewleta tirk û hikûmeta Şamê tehlûke ne û wiha pêl da gotinên xwe: "Ji ber aboriya Tirkiyeyê ya têkçûyî û polîtîkaya şaş a ku dimeşîne, Erdogan serî li rê û rêbazên cuda dixe ku vê krîza xwe çareser bikin. Nedayîna pere ji bo çeteyên xwe yên ku li herêmên dagirkirî ji Efrînê heya Girê Spî û Serêkaniyê bi cih dibin ji vê yekê tê ku dewleta tirk êdî nikare bi tena xwe barê wan rabike. Ev nêzikatiyên dewleta tirk bi hikûmeta Şamê re li ser vî esasî ne ji bo pêkanîna aştiyê ye, tenê ji bo berjewendiyên dewleta tirk a dagirker e. Ya ku ji hikûmeta Şamê tê xwestin ew e ku polîtîkaya xwe baş bixwîne û lêkolîn bike û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parçe neke, dagirkeriya tirk ji xaka xwe derxe û paşê bi dewleta tirk re bikeve nava tifaqan. Ya rast û dirust ew e hikûmeta Şamê bi Rêveberiya Xweser re bikeve nava diyalogan û bi hev re krîza Sûriyeyê û hemû doz û dosyayên aloz çareser bikin."