Jin li Lûbnanê ji bo hilbijartineke wekhev têdikoşin

Jin pêşengên hemû serhildanên ji bo pêşxistina demokrasî û azadiyê li Lubnanê ne, tevlîbûna wan a di qada siyasî de ji aliyê zîhniyeta serdest a mêr ve hatiye sînordarkirin. Li dijî hemû zextan jin bi biryar in ku têbikoşin.

SUZAN EBU SEID

Beyrûd - Ji serxwebûna welat heya serhildana 17’ê Cotmehê û xwepêşandaninên piştî teqîna benderava Beyrûtê de, jinên Lûbnanî di rêzên pêşîn yên hemû guhertinên niştimanî de cih girtin. Lê beşdarbûna jinan siyasî hat sînordarkirin, rola wan hate paşguhxistin, astengkirin û çewisandin. Jin ji maseyên dîyalogan û lihevkirinan de hatin dûrxistin.

Li gor daneyên Foruma Aborî ya Cîhanê ya sala 2022’yan Lûbnan di wekheviya zayendî de ji 146 welatan di rêza 119’emîn de cih digre. Sedema vê ya bingehîn pergala dewletê ya baviksalar û polîtîkayên wî yên cihêkariya zayendî ye. 

Rapora der barê wekheviya zayendî de

Komaleya Hilbijartinên Demokratîk a Lûbnanê (LADY) der barê bo xurtkirina demokrasiyê û rola jinê di civakê de, bi taybet di warê siyasî de û ji bo pêkanîna armancên komeleya ya demokratkirina hilbijartinan, raporek çavdêriya li ser hilbijartinên Lûbnanê ya sala 2022’an amade kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku astengiyên curbecur li pêşiya namzetên jin derketine, tevî kêmaniyên darayî ku derfetê nade jinan da ku bi awayekî dadwer beşdar bibin. Her wiha di raporê de çend pêşniyarên der barê zêdekirina beşdarbûna jinan ya zagonî bi riya kota hebûn.

Rapora ku ji 39 rûpelan pêk dihat ji aliyê pispora wekheviya zayendî Abir Chebaro, koordînatoran projeyên yekem Diana Al-Baba û kordînatora çavdêrên demdirêj Joudî Fitfit hate amadekirin.

Koornînatora projeyê Diana Al-Baba, got ku Komaleya Lûbnanê ji bo şopandina hemu pêvajoyên hilbijartinê raporek amade kiriye, destnîşan kir ku xala herî bingehîn a rapor balê dikşîne beşdarbûna jinan a qada siyasî ye û li ser mijara ku divê hilbijartinekê li ser bingehê perspektîfa zayenparêziya civakî çawa pêk bê qal kir. 

Namzet bi êrişên fîzîkî re rû bi rû man

Diana Al-Baba der barê girîngiya raporê de wiha got: "Rapor ronahiyê dide pirsgirêkên herî girîng ên jinan li Lubnanê, bi taybetî di warê beşdariya siyasî de. Ev rapor ne tenê behsa beşdariya wan a siyasî dike, di heman demê de binpêkirinên ku diqewimin ligel binpêkirinên jinan dişopîne. Rapor Beriya hilbijartinê, dema hilbijartinê û piştî hilbijartinê 15 hilbijartin li 15 herêman pêk tê. Çavdêr. wan gefa vekişîna ji hilbijartinan û derxistina wan xwar, lewra ji bo hinekan rê gelek zehmet bû. Ne tenê namzet, çavdêrên komeleyê jî rastî êrîşên fîzîkî hatin. Ji bo pêşî li van binpêkirinan bê girtin divê tora parastinê ya berfireh bê avakirin."

‘Civaka me ji bo namzetên jin hîn ne amade ye’

Rania Ghaith ku berê di hilbijartinên parlementoyê de bû namzet, ezmûna xwe ji bo xwe serkeftî bi nav kir û got, "Ez ezmûna xwe ya di hilbijartinan de serketî dibînim, ne di warê qezenc û ziyanê de, di feraseta afirandina hişmendiyê de. Ez bawer dikim ku xwerêveberiya cidî ya jinê di civakê de deng veda.”

‘Min nikaribû wêneyên xwe li heremê daliqînim’

Rania Ghaith der barê astengiyên ku jiyaye wiha got: “Astengî di lidarxistina civînan de hebû, bi taybet di gundan de, ez çûm malên xelkê da ku bername û projeya xwe hilbijartinî pêşkêşî wan bikim, gelek kes hebûn nizanîbûn ez bûme namzet. Yek ji astengiyên din jî min nikarîbû wêneyên xwe di herêmên namzetiya xwe de daliqînim, hinekan piştî saetekî ji daliqandina wêneyan ew diçirandin.”

‘Divê jin piştgiriyê bidin hevdû’

Ranian Ghaith di dawiya gotinê xwe de dibejê ku  di hilbijartinan de piştgiriya jinan ji ji bo namzetên jin pir giring e û wiha bi dawî dike: “Pêdiviya me heye em baş bizanibin çiqas piştgiriya jinan ji jinan re girîng e. Lewma divê em baş li ser piştgiriya jinan bixebitin da ku ji xwe bawer be û baweriya xwe jî bide jinên din. Dema jin bi awayekî rast xurt bibin, dê bighêjin nûnertiya baş jî, ne tenê bi riya koteya jinan ya em daxwazê dikin.”