Jin li Filistînê ji temsîliyeta siyasî tên dûrxistin

Li Filistînê jin ji mekanîzmayên biryargirtinê tên dûrxistin. Endama Rêveberiya Yekîtiya Komîteyên Jinan ên Filistînê Îslam Ebû Sarar jî diyar kir ku jin ji jiyana siyasî tên dûrxistin, lê di rastiyê de ew çareserî bi xwe ne.

RAFIF ESLEEM

Xeza - Li Filistînê, bi taybetî li Şerîda Xezayê jin ji forûmên navneteweyî yên li ser pêşeroja welêt, tên dûrxistin. Şandeyên beşdar tenê bi mêran re sînorkirî ne, yan jî beşdarbûna jinan bi 4 kesan re sînordar e. Jin 17 sal in ku nikarin beşdarî nîqaşên navneteweyî bibin, di heman demê de ji mafê îfadekirina li ser mijarên cuda jî bê par in. Tevlîbûna jinan di siyasetê de pir kêm e. 

Endama Rêveberiya Yekitiya Komîteyên Jinan ên Filistînê Îslam Ebû Sarar diyar kir ku sedema bingehîn a lawazbûna jinan a siyasî ya li qadên navneteweyî dûrxistina wan ji hemû jiyana siyasî ya li welatê xwe ye.

Îslam Ebû Serar destnîşan kir ku dîroka têkoşîna jinên Filistînê vedigere beriya sala 1929'an û piştî sala 1929'an û diyar kir ku di qonaxa îro de hebûna jinan di wezaret, partiyan de fermî bûye û got, "Di nava wezaret û partiyan de herî zêde 2 wezîrên jin hene. hikûmeta Filistînê. Îdeolojiya baviksalarî ye ku jinê ji hêza siyasî bêpar dihêle. Divê kesayetên femînîst ên Filistînî ne tenê partiyên xwe temsîl bikin, dikarin bi posta serokwezîrtiyê rabin û rêberiyê jî bikin. Danûstandinên femînîst tijî destkeftiyên jinên mîna Şadiya Ebû Xazaleh e, ku yekem şervana azadiyê tê dîtin."

'Ev krîzek rast e'

Îslam Ebû Serar diyar kir ku 70 sal in jin bi hemû beşên civakê re li hundir û derveyê malê dixebitin, êş û pirsgirêkên xwe dijîn, bi her awayî hewl didin wan çareser bikin, lewma haya wan ji vê rewşê heye. Îslam Ebû Sarar destnîşan kir ku jinên Filistînî xwedî ezmûneke cuda ne û wiha got: “Ew di bin dagirkeriyê de jiyan dikin. Di vî warî de ez difikirîm ku netevlîbûna jinên Filistînî beşdarî forumên navneteweyî bibe qeyranek e. Ji destpêka parçebûna Filistînê ve, rola jinê ya siyasî kêm bûye. Jin di navendên siyasî û biryargirtinê de cih nagirin. Qanûn êdî ewlehiyê nade jinan.”

'Rewş xirabtir bû'

Îslam Ebû Serar diyar kir ku divê jin bi awayekî adil beşdarî siyasetê bibin û destnîşan kir ku ti hewldanek ji bo afirandina atmosfereke giştî ya ku azadiya jinê ya siyasî misoger bike, nehatiye kirin û her ku diçe rewş xirabtir dibe. Îslam Ebû Serar biryarên Neteweyên Yekbûyî (NY) bi bîr xist û wiha gotinê xwe berdevam kir: “Di dema şerê çekdarî de, tê pêşbînîkirin ku jin bi awayekî zelal û rast beşdarî pêvajoyên aştiyê û saziyên siyasî bibin. Filistînê jî pejirand lê cîbicî nake. Ji ber rewşa aborî li Şerîda Xezayê, piraniya jinan dema wan tune ku beşdarî jiyana siyasî bibin, ji ber ku ji bo dabînkirina nanê xwe yên rojane ew bi saetên dirêj mijûlî kar in."

'Nebûna jinan bû sedema derengketina çareseriyê'

Îslam Ebû Sarar destnîşan kir ku hişmendiya mêr di civakê de ava bûye û wiha got:

“Civak difikire ku siyaset karê mêran e. Di heman demê de nêrînek şaş heye ku jin nikare berpirsiyariya siyasetê bigire ser milê xwe, ev jî jinan ji beşdariya siyasî dûr dixe û rola wan di siyaseta navxweyî de sînordar dike. Dewreyên perwerdeyê, konferansên zanistî an jî nîqaşên ku jinan ji bo pêşengiyê seferber bikin têne kirin. Di van hevdîtinan de fikrên ku di berjewendiya partiyan û endamên mêr de bûn hebûn. Ev yek bûye sedema derengmayîna heta niha ji bo dîtina çareseriyeke guncaw ya ji bo bidawîkirina parçebûna Filistînê. Jin tenê bi berpirsyariya van nîqaşan dikarin hewl bidin ku ji bo hemû Filistîniyan çareseriyên alternatîf bibînin û dawî li êşên wan bînin.”

'Divê jin di nav hevgirtinek de bixebitin'

Îslam Ebû Sarar, bal kişand ser wê yekê ku divê jin ji bo çareseriyê bi hev re bibin yek û wiha got: “Pêwîste saziyên femînîst bi rêbazên curbecur hevkariyê bikin û bixebitin. Ji bo jin maf û erkên xwe bizanibin divê dewreyên perwerdeyê yên taybet bên lidarxistin, daxwazên rakirina kotaya nûnertiyê û mafên jinan bên girtin. Divê ji bo temsîliyeta wekhev li şûna kotaya ji sedî 30 ya ku heta niha nehatiye bicihanîn, bi kotaya ji sedî 50 kampanyayên parêzvaniyê yên demdirêj bên meşandin. Her wiha di çarçoveya stratejî û plansaziya dewletê ya pêşerojê de ji bo pêşxistina polîtîkayên ji bo xurtkirina jinan girîng e ku lêkolîn bên kirin."