Jin dev ji hevserokatiyê bernadin
Berdevka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sema Begdaş têkildarî entegrasyona demokratîk pirsên me bersivand û li ser hevserokatiyê got: “Li Rojava hevserokatî bû çandek. Lewra dê pergal hebûna xwe bidomîne.”
NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – Di nav veguherînên ku li Sûriyeyê diqewimin de, entegrasyona demokratîk wekî pêdiviyek bingehîn ji bo avakirina komarek demokratîk ku hemû pêkhateyên wê dihewîne, bêyî dûrxistin û bêparkirinê derdikeve pêş. Şoreşa Rojava modelek pratîkî ya yekîtiya demokratîk pêşkêş kir, ku li ser bingeha pirrengî û hevkariya civakî ye, jinan roleke girîng di siyaset, parastin û biryardanê de lîstine. Ji ber vê yekê, avakirina Sûriyeyek bi rastî demokratîk bi xurtkirina vê nêzîkatiyê dest pê dike, ku beşdariya hemûyan garantî dike û jinan dike kevirê bingehîn ê pêşeroja welêt.
Berdevka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sema Begdaş pirsên me yên derbarê entegrasyona demokratîk ya Sûriyeyê de, bersivand.
*Piştî peymana 29`ê Çileyê pêvajoya entegrasyona demokratîk destpê kir. Entegrasyon niha di kîjan merheleyê de?
Di 29`ê Çileyê de peymanek di navbera QSD`ê û hikûmeta demkî de li ser bingeha çend xalên sereke, yên ku pêwîst e di warê pratîk de pêk bên, hat îmzekirin. Ev demek e li ser vê peymanê kar û xebat tê kirin, ji bo ku bawerî di herdu aliyan de çêbibe, di milê leşkerî de hinek gav hatin avêtin. Anha jî di milên entegrasyona saziyên Rêveberiya Xweser de kar tê kirin. Ev entegrasyon wê ne bi rihetî bê kirin, ji ber ku salên demdirêj bi şêwazekî demokratîk Rêveberiya Xweser hatiye avakirin. Peyva entegrasyon, li ser ziman û di navbera sîstemên siyasî de tiştekî nû ye.
‘Eger li gel her du aliyan îrade hebe, wê entegrasyon birêve biçe’
Ji dîrokê heta roja îro sîstemên siyasî, federalî, navendî, siyasî û rêveberî hene, lê îro em behsa tiştekî berfirehtir dikin. Entegrasyona demokratîk û civaka demokrtaîk bê guman ev însiyatîfa Rêber Apo bû, ku tiştekî berfirehtir ji van sîstemên siyasî yên demokratîk pêşkêş dike. Yanê gel di hundirê dewletan de bi awayekî demokratîk civaka xwe ya demokratîk birêxistin bike. Ji ber vê despêkê li Cizîrê gav hatin avêtin, li Kobanê hinek zehmetî derketin. Eger li gel her du aliyan îrade hebe, wê entegrasyon birêve biçe, lê zehmetî hene. Ji ber saziyên Rêveberiya Xweser hebûn, lê di hundirê Rêveberiya demkî de ew sazî li ser asta parêzgehan tuneye.
‘Tevî zehmetiyan, peyman, diyalog, nîqaş û hevdîtin heye’
Saziya tenduristiyê bi awayekî giştî tevlî rêveberiya tenduristî hat kirin. Anha jî hewldanên saziyên dinê jî hene ku saziyên Rêveberiya Xweser bi çi şêwazî entegreyî saziyên di hundirê parêzgeha Hesekê de werin kirin. Tevî zehmetiyan, peyman, diyalog, nîqaş û hevdîtin heye, di mile ewlehî û leşkerî de bi şêwazekî hatiye birêxistinkirin. Rojane diyalog di navbera hikûmeta demkî de heye, wan nûnerên xwe yên ku vê peymanê bişopînin dane nîşandan. Ji ber vê her tişt bi diyalogê çareser dibe, di diyalogê de jî pêwîst e îrade hebe ji bo ku ev entegre heta dawî pêk were. Şêwazê entegrasyona demokratîk wekî projekî demokratîkî ya nû ku gel maf û nasnameya xwe di hundirê dewleta heyî de bi şêwazekî demokratîk biparêzin.
*Tê fêmkirin ku li Kobanê di hinek xalan de ji bo lihevkirinê pirsgirêk derketin. Pirsgirêkên ku li Kobanê derketin, sedema wan çi bû?
Nêrînên ji entegrasyonê re di mile hişmendiyê de ferq û cudahî heye. Belkî dewlet difikire ku her tiştî wê teslîmî min bibe. Lê em di şêwazê entegrasyonê de, di têgeha entegrasyona demokratîk de, em bi wî rengî nanihêrin. Hikûmeta demkî dibêje, Rêveberiya xweser bi şêwazekî nema, lê em dibêjin na, bendek ji peymanê hurmeta herêmên Kurdî ne. Yanê ev herêm wê nûnerên xwe diyar bike.
Li Kobanê gel xwest Şaredarê xwe hilbijêre
Dema em dibêjin dewlet, desthilatdarî û navendî tê bîra me. Li Kobanê di Şaredariyê de, xwestin ku kesayetekî din bînin, lê helwestên gel derketin. Ji ber gel bi xwe nûnerên xwe diyar bikin û deynin serê Şaredariyê. Ji ber vê di mile entegrasyonê de, tekoşîna me berdewam e, ku şekilê entegrasyona demokratîk ya ku em pê bawer in û di hundirê dewletê de pêk bînin.
*Ji bo ku Sûriye bibe welatek demokratîk çi pêwîst e?
Gelê Sûriyeyê tekoşînekî bê hempa meşandin. Dema ku gelê Sûriyeyê şoreşek dan despêkirin, bê guman daxwazên vî gelî hebûn. Gelê Sûriyeyê daxwza azadiyê, wekheviyê, demokrasiyê û guhertina destûrê kirin. Lê piştî hatina hikûmeta demkî, ji nû ve dubarekirina sîstemekî navendî, olî, radîkalî gelekî û xerab tê kirin. Gelê Sûriyeyê ne layîqê vê çareseriyê ye ji bo Sûriyeyê. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi projeya xwe ya demokratîk dengê xwe li cîhanê veda ye. Sîstemên olî û jin bi awayekî demokratîk hatin avakirin û bandora xwe li giştî Sûriyeyê kir.
‘Gelek caran xwestin projeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk hedef bigrin’
Beriya êrîşên li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê giştî gelê Sûriyeyê digot bila QSD were me biparêze. Gelek caran xwestin projeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk hedef bigrin. Ji ber vê Şoreşa Rojava ne tenê ji bo Kurdan bû, ji bo gelê Rojhilata Navîn bi giştî wekî hêviyek mezin e. Ji ber vê kar û xebat ji me tê xwestin ku ev ezmûna me li Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şêwazê civaka demokratîk ya ku bipêş ket, tevî kêm û kurtasî jî hebûn lê wekî pirojeyekê derket pêş û bû hêvî ji bo giştî Sûriyeyê.
‘Pêwîst e em bi tevgerên jinan re têkiliyan xurttir bikin’
Pêwîst e ji niha û şûnve em tekoşîna xwe ya siyasî bi tevgerên demokratîk û partiyên siyasî yên demokratîk di Sûriyeyê de tekoşîna xwe xurttir bikin. Pêwîst e em peymanên xwe bi hêzên demokratîk di Sûriyeyê de xurttir bikin. Pêwîst e em bi tevgerên jinan re têkiliyan xurttir bikin. Tekoşîna me ya Sûrî ji bo ku demên pêş de wekî Kurd di hundirê Perlemana Sûriyeyê de cihê xwe bigrin, pêwîst e em têkoşîna xwe ya siyasî xurttir bikin. Ji bo ku em karîbin Sûriyeyek demokratîk ava bikin. Ji ber vê gerek ev têkoşîn ji mile me, wekî partiyên siyasî û tevgerên jinan jî di asta Sûriyeyê de têkoşîna me ya siyasî û tehalîfa demokratîk bipêş bikeve.
*Beriya çend rojan Kurdên Sûriyeyê dema çûn nasnameya xwe bigrin li ser nasnameyê ‘Erebên Sûriyeyê’ hatibû nivîsandin. Piştî bertekên ku derketin ev yek wekî ‘Sûriyeyî’ hat guhertin. Ev nêzîkatî gerek çawa were famkirin?
Di destpêka şoreşê de heta roja îro, vî gelî hemû destkeftiyên xwe bi têkoşîna xwe qezenc kiriye. Hinek tişt di Sûriyeyê de ne zelal in, wekî şekilê sîstema siyasî di Sûriyeyê de û navê Komara Sûrî ji ber pirsgirêk derdikevin. Yek ji daxwazên me dema ku konferansa Kurdî hat lidarxistin, gerek navê Komara Sûriyeyê ne Komara Erebî ya Sûriyeyê be, gerek Komara Demokratîk ya Sûrî be. Ji ber vê bandor li meseleyên belgekirina nasnameyan tê kirin. Pêwîst e nave Komarê were guhertin, destûr were guhertin û ev hemû jî dem û tekoşîn jê re divê.
*Heya niha di mijara qebûlkirina YPJ’ê de nîqaş hene lê belê nehatiye qebûlkirin. Weke hêzekî jinan qebûl nekirina YPJ’ê gerek çawa were xwendin?
Hemû desthilatdarên ku di Rojhilata Navîn de ne û hemû kesên ku sîstemên netew dewlet ku dipejirînin di Rojhilata Navîn de, doza jinan wekî dozekî nabînin, her wiha çareserkirina vê doze bi awayekî demokratîk nabînin. Tevî ku di Rojhilata Navîn de gelek Şoreş jî çêbûn, jinan pêşengtiya wan şoreşan kir û jinan bangewaziya demokratiyê kir. Îro li Sûriyeyê her kes di zane ku dîroka hikûmeta demkî bi çi rengî ye û nêzîkatiyên wan ji jinan re çawa ne, ji ber vê YPJ’ê, saziyên jinan û jinan bi giştî qebûl nakin. Sîstema Hevserokatî di xeterê de ye, sîstemekî ku li cîhanê bû nimûneyekî nû ji bo rêvebriya demokratîk. Rêxistinên jinan yên ku bi awayekî fermî xwe birêxistinkirin. qebûl nake.
‘Xeta demokratîk û hevgirtina jinan belav bûye’
Dema ku em behsa berxwedana Rojava dikin, di serî de berxwedana YPJ’ê tê bîra herkesî di tevahiya cîhanê de. Şoreşa Rojava jî bi şoreşa jinê tê naskirin. Ji ber ku jinan di hemû aliyan de rolekî girîng lîstin. Zagonên Rêveberiya Demkî hemû bi milê desthilatdarî, navendî û yên ku hebûna jinê tê de qebûl nakin. Ev xeteriyek li ser şoreş, deskeftî û tevgerên jinê çêdike. Gelek konferans li ser asta cîhanê hatin lidarxistin, tê de Şoreşa Rojava ji xwe re wekî lêvegerînekê dîtin. Ev hemû bandorê li ser hêviyên jinan çêdike. Ji ber ku yekemîn di Rojhilata Navîn de jinê dikarîbû bi vî şêwazî sîstem, qanûn, hêza parastinê, hêza aborî, hêza ragihandinê û meclîsên xwe ava bike, hemû bi awayekî xweser hat avakirin. Ji ber vê, wê tekoşîna me berdewam be, bi hezaran dostên rêxistinên jinan hene li Rojhilata Navîn û cîhanê bi giştî. Xeta demokratîk û hevgirtina jinan belav bûye.
‘Em dibînin rewşa jinê di tevahiya Rojhilata Navîn de di çi astê de ye’
Eger mafên jinan di destûrê de mîsoger nebe, çawa ew bûyerên ku li Efganistan û Sûdanê dibînin, rojane binpêkirin di derheqê jinê de tên kirin. Herkes bê deng e ji van bûyeran re, ji ber tundî û kuştina jinan wek sûc nabînin. Ji ber vê em dibînin rewşa jinê di tevahiya Rojhilata Navîn de di çi astê de ye. Em bawer in bi rêxistina xwe, bi zanista Jineolojî dikin yê ku li cîhanê belav bûye. Eger em jin di Sûriyeyê de bibin yek helwest û yek nêrîn, emê bikaribin mafên jinan di destûrê de jî biparêzin.
*Ji niha û şûn ve di entegrasyona demokratîk de wê pergala hevserokatî çawa hebûna xwe bidomîne?
Hevserokatî bûye wekî çandek, di despêka şoreşê de me xwest di rêya qanûnan û prensîban de, di her sazî û partiyek Rêveberiya Xweser de avabikin. Di hikûmeta demkî de sîstema Hevserokatiyê tuneye. Em hewl didin ku di saziyên me yên heyî de, vê hevsengiyên heyî bi parêzin heta ku destûra daîmî ji bo Sûriyeyê were kirin, ev jî tekoşîn jê re pêwîst e. Di entegrasyona ku niha pêk tê de, wê di cîhanê de serok û cîgir hebe, lê li Rojava hevserokatî bû çandek. Lewra dê pergal hebûna xwe bidomîne.
‘Gelek şande hatin ezmûna Rojava wekî nîmûne ji xwe re dîtin’
Rêber Apo dibêje sedsala 21’an sedsala azadiya jinê ye. Pêwîst e em têkoşîna xwe xurttir bikin, em bi xwe û proja xwe bawer in. Em dikarin pêşengtiya demokratiyê ji Kurdan û gelên Sûriyeyê bi giştî re bikin. Gelek zanîngeh li ser vî fikrî lêkolîn dikin û dixwazin di jiyana xwe de pêk bînin. Gelek şande hatin ezmûna Rojava wekî nîmûne ji xwe re dîtin. Dewlet desthilatdar e lê di dîrokê de herdem xeta tekoşînê jî berdewam e.