'Jin dê ji polîtîkayên hikûmetê re bibêjin raweste'

Endama Partiya Çep a Kesk Semra Kiratli diyar kir ku di Beyanameya Jinan a Meclîsa Jinan a Partiya Çep a Kesk de bal kişandin li ser biryardariya xwedî derketina li destkeftiyan û got: "Jin dê di 14'ê Gulanê de ji polîtîkayên hikûmetê re bibêjin raweste.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Enqere – Meclisa Jinan a Çep a Kesk, Beyannameya xwe ya têkildarî hilbijartinên 14’ê Gulanê de bê pêkanîn ragihand. Partiya Çep a Kesk bi çalakiyekê ku bi beşdariya bi sedan jin pêk hat beyannameyê ragihand, starta kampanyaya hilbijartinê bi dirûşmeya bi kurdî “Dîsa jin, dîsa jiyan” û ya bi tirkî jî weke “Em li vir in, em ê bi jinan re biguherînin” da.

Di beyannameya ku bi dirûşmeyên "Jin Jiyan Azadî" hat xwendin de, sernavên nasnameya jin, ziman, mafên heyî, destkeftiyên jinan, Peymana Stenbolê, Rêya seyemîn, têkoşîna ekolojîk û avakirina jiyaneke nû cih girtin. Jinan diyar kirin ku têkoşîna jinan dê mohra xwe hilbijartinê bixe Û hemû jinan vexwendin têkoşîna di binê banê tifaqê de.

Em bi Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Çep a Kesk Semra Kiratli re der barê kampanyaya hilbijartinê ya starta wê piştî beyannameyê hat dayîn de axivîn.

'Coş û bi biryarbûna jinan mezin bû'

Semra Kiratli dest nîşan kir ku jinan bi coşa berxwedan û biryarbûnê salonê tije kirine û da zanîn ku hêzên jinê ya heyî dê faşîzma AKP-MHP'ê hilweşîne. Semra Kiratli bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir:

“Salona ku Beyannameya Hilbijartinê ya Jinan lê hat ragihandin, bi reng û coşa jinên Kurd, femînîst, sosyalîst, jinên ciwan û Dayikên Aştiyê yên ji her herêmên Tirkiyeyê hatin veguherî cejnek girseyî. Jinên beşdarî daxuyaniyê bûn bi dirûşmeyên 'Jin Jiyan Azadî' û 'Em ê biguherin' îradeya xwe danîn holê. Jinan îro li qadan peyama ku ew ê dest ji têkoşîna li dijî desthilatdariya ku armanc dike mafên ku bi bedelên mezin de bi dest xistine desteser dike bernedin û zêdekirina destkeftiyên xwe bidomînin. Di beyannameya hilbijartinê ya jinan de bal hat kişandin li ser ji bo guhertina vê pergala ku ji aliyê mêran ve hatiye avakirin, jiyanek nû bi perspektîfa jinê re bi jinan re avakirin, komarek azadîxwaz û demokratîk encax dikare bi azadiya jinê were avakirin û ev yek jî bi rêya sêyemîn pêkan e.”

‘Jin dê di 14'ê Gulanê de ji polîtîkayên hikûmetê re bibêjin raweste'

Semra Kiratli ku ji naveroka beyannameyê veguhestin kir, wiha axivî: “Disa hat balkişandin ku hêza ku polîtîkayên şer, asîmîlasyona çandî û hilweşîna xwezayê asteng bike hêza têkoşîna jinê ye. Di vî warî de ez dikarim bêjim ku têkoşîna jinan dê bê rawestan berdewam bike. Hewldana xepskirina Peymana Stenbolê, bi bandor nepêkanîna zagona 6284’an, roj bi roj zêdebûna tundiya li ser jinan, bi polîtîkayên bêcezatiyê teşwîqkirina mêran a ji bo sûcan, polîtîkayên îktidara heyî ye. Jinan dê bi hilbijartinên dîrokî yên di 14’ê Gulanê de bên kirin re ji vê yekê re bibêjin raweste.”

'Em ê ji qadan xwedî li destkeftiyên xwe derbikevin’

Semra Kiratlî diyar kir ku îktidara ku destkeftiyên jinan tune dihesibîne dê destê jinan têk biçe û wiha got: “Em ê bi vê hilbijartinê re hikûmeta ku jinan tune dihesîbine, ziman û nasnameya jinê qebûl nake û hewl dide mafên wan ji destê wan bistîne bişînin. Em jin dê vê yekê bikin. Îro li salonê jinan biryardariya vê guhertinê danîn holê. Li vir bang li hemû jinan dikin ku, werin em hemû bi hevre ji bo maf, nasname û zimanê bi xebitin û li qadan bin. Hikûmet dê di roja hilbijartinê de li sindoqan hêz û îradeya jinan bi awayê herî zelal bibîne. Em jî ji niha û pê ve vê yekê li her qadê û li her kolanê nîşan bidin.”

'Di vê rêyê de berpirsyariya herî mezin dikeve li ser milê jinan’

Semra Kiratlî bang li gel kir ku xwedî li sindoqan derkevin û di xebatên hilbijartinê de cih bigirin û herî dawî bal kişand ser van tiştan: “Ji hilbijartinê gelek kêm ma.  Partiya Çep a Keskan ku di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de cih digire, dê di hilbijartinê de serkeftinek mezin bi dest bixe. Dîsa ji bo bidestxistina vê serkeftina mezin berpirsyariya herî mezin dikeve li ser milê jinan. Heta roja hilbijartinê em ê weke jin kolan bi kolan, tax bi tax bigerin. Dê jinên ku em hevdîtin û têkilî nedeynîn nebîne. Di vê pêvajoya dîrokî de em ê her roj bi ked û biryardariya xwe li qadan bin. Jin li buroyên hilbijartinê û dîsa li ser sindoqan ji bo ku destkeftiyên xwe bi dest bixin û mafên xwe winda nekin dê her tiştî ji destê wan were bikin.”