Ji qada futbolê ber bi parlamentoyê ve Rabab Aylal

Rabab Aylal diyar dike ku hin pirsgirêk hene civakê bi tevahî eleqedar dikin, wekî tenduristî, kar û perwerdehî. Ev mijar di nav pêşîniyên ku parlamenter dikarin biparêzin de ne û diyar dike k ew berevaniya futbola jinan dike bi peywira xwe ya nû, girîngî dide vê beşê, nemaze ji ber ku astengî li pêşiya werzîşvanên jin hene.

HENAN HARIT
Mexrib - Kariyera Rabab Aylal wekî lîstikvanek futbolê dest pê kir, dûre ji bo tîma şaredariya jinan li bajarê El-Ayoun li çola Mexribê meşiya. Hêviya wê di vê nuqteyê de nesekinî lê mebesta wê mezintir bû ku ew jî beşdarbûna nav siyasetê û ketina parlamentoyê bû. Ji bo ku ji wezîr û wezaretan li ser awayê bicihanîna siyasetan berpirsyar bike û beşdarî guheztina qanûnan bibin, nemaze yên ku bi jinan re têkildar in, berî ku ew bikeve meriyetê, ji bilî pêşniyarkirina pirsgirêkên futbola jinan.
Rabab Aylal, endama Partiya Serxwebûnê ye, ji sala 2007’an û vir ve, di dema hilbijartinên li Mexribê de di heştê Îlona îsal de, karibû kursiyek parlamentoyê (Odeya 1’emîn) li ser navnîşana herêmî ya jinan li herêma El-Ayoun -Sakia El Hamra li parêzgehên başûrê Mexirbê bi dest bixe.
Ew di gelek rêxistinên paralel ên partiya xwe de, wek Ciwanên Dibistanê û Pêşkêşvanên Mexribê, çalak bû ku di konferansa neteweyî de wekî endama Komîteya Navendî ji bo Ciwanên Serxwebûnê were hilbijartin û dûre jî beşdarî Rêxistina Keç a Vejînê bibe. Ji bilî têkoşîna wê ya di Rêxistina Jinan a Serxwebûnê de, di baskê femînîst ê partiyê de ye.
Di hevpeyvînek ji ajansa me re, Rabab Aylal, di dema axaftina xwe de li ser rastiya jinên Mexribê û ezmûna wan a siyasî, wiha got: "Ger di pêkanîna pêdiviyên destûrê de li ser erdê hin astengî hene û got riya têkoşînê dirêj e lê tevî wê jî jinên li Mexribê gelek armancên xwe pêk anîne.
Piştî bidestxistina kursiyek parlamentoyê, hûn ê kîjan mijaran biparêzin?
 Piştî ku min di nav partiyê de gelek qonax derbas kirin, min xwest xwe bigihîjînim parlamentoyê û vê yekê di hilbijartinên borî de destûr da min ku beşdarî feydeyên hilbijartinê bibim.
Hin pirsgirêk hene ku civakê bi tevahî eleqedar dikin, wekî tenduristî, kar û perwerdehî. Ev mijar di nav pêşîniyên ku parlamenter dikarin biparêzin de ne û ez bêguman berevaniya futbola jinan dikim. Ji wezîfeya xwe ya nû, girîngî didim vê beşê, nemaze ji ber ku astengî li pêşiya werzîşvanên jin hene. Ez ê kar bikim da ku di pênc salên pêş de beşa werzîşê li herêma El-Ayoun biguhezim.
Hûn rewşa jinên Mexribê çawa dibînin, bernameyek we ya ku hûn armanc dikin heye gelo?
Rewşa jinên Mexribê ber bi başbûnê ve diçe. Jin daxwaz dikin ku bêtir destkeftiyan bi dest bixin û hewl didin beşdarî hemû saziyên neteweyî bibin. Destûr, tevî kêmasiya pêkanînê, gelek mafan ji wan re dixe bin temînatê. Di heman demê de astengiyên ku jin pê re rû bi rû dimînin jî hene. Ev e tiştê ku tevgerên femînîst li Mexribê ji bo şer dikin lê di ronahiya vê yekê de, jinan karibûne gelek destkeftiyan bi dest bixin û em wekî siyasetmedar, hîn jî têdşkoşin.
Bernameyek heye ku partiyê di feydeyên hilbijartinê de amade kiriye û beşek mezin ji wê ji jinan re vediqetîne. Mînak, li herêma El-Ayoun ku ez lê me, jin hene ku êşê dikşînin, mexdûrên paşverûtiyen civakê û hevserên xwe ne. Ji ber vê yekê, pêdivî heye ku li herêmê jin bi pêş bikevin, li ser pirsgirêkên wan were rawestandin û çareseriyên guncew li gorî rewşa wan were dayîn, ji bilî parastina jinan li gundan. Ji bo ku ji hemû mafên xwe sûd werbigirin, ez ê hewl bidim berevaniyê bikim.
We got ku hin astengî hene jinên Mexribê pê re rû bi rû dimînin û destpêkirina wan sînordar dikin, gelo çawa dikarin wê derbas bikin?
Der barê astengiyên ku jin pê re rû bi rû dimînin de, ew di navbera aborî, siyasî û civakî de diguhere. Ev yek destnîşankirina wan û kapasîteya gihîştina ku dixwazin sînordar dike. Lê belê ew dikare xwe îsbat bike. Ger ku xwe bi zanabûnê bi hêz bike û bixwaze xwe perwerde bike û balê bikşîne ser aramiya madî. Piştre nêrîna zîhniyeta baviksalar rast bike û ya herî girîng ew e ku mirov bi jêhatîbûn û enerjiyên xwe bawer bike.
Gelo ji bo jinên Mexribê tevahî mafên xwe bigrin qanûnên ku hewce ne werin guhertin hene?
Em baş dizanin ku di her qanûnê de kêmasî hene û ew astengiyek e ku mirov bi gelemperî mafên xwe yên tevahî bi dest bixe. Ji dema guhertina ku ji hêla Qanûna Karûbarên Malbatê ve li Mexribê di sala 2004’an de hat pejirandin û Destûra Bingehîn di 2011’an de, em dibînin ku jin li Mexribê di warê mafan de bûne şahidên pêşketinek berbiçav. Bi taybetî der barê pirsa wekheviya di navbera jin û mêran de di hemû mafên aborî, civakî û siyasî de. Her wiha, di qanûna malbatê de hin valahî hene. Mînak, qanûna li dijî şîdeta li dijî jinan ku Mexribê di sala 2018’an de pejirand, ji bo kêmkirina daîmî ya vê diyardeyê hîn jî pêdivî bi guhertinan heye.
Ger partiya ku hûn tê de ne piştgirî neda we gelo gengaz bû ku hûn bigihîjin parlamentoyê?
Hê jî gelek astengî li ber gihîştina jinan ji bo parlamentoyê hene û ev yek pêk nayê heya ku ew ji hêla partiya ew tê de ne neyên pêşniyarkirin û piştgirîkirin. Hin astengiyên aborî hene û li hin deveran, ên çandî û eşîrtî hene.
Ez li herêma El-Ayoun -Sakia El Hamra gelek navdar bûm, nemaze bi werzîş û xebata hevgirtî lê tevlibûna min a partiya serxwebûn ji piçûktiya min de ji bo min girîng bû ji bo ku ez damezrandinek siyasî ya ku min jêhatî dike werbigirim û bibim xwedan berpisyarî.
Hilbijartinên 2021’ê bû sedema derketina 96 jinan li parlamentoyê di odeya yekem de... Wekî çalakvanek siyasî, hûn vê yekê çawa dinirxînin?
 Derketina 96 jinan ji bo parlamantoyê, ji wan tenê şeş bi zagonên herêmî û 90 bi kotayê ne. Ev jî hejmarek pir hindik e digel tevahiya endamên encumenê ku ji bo bigihîjin hejmarek mezintir xebatek bêtir hewce dike ji ber ku hewcedariya sereke wekhevî ye.