Ji PYD’ê Perwîn Yûsif: Êriş nûjenkirina DAIŞ’ê ye

Endama Meclîsa Giştî ya PYD’ê Perwîn Yûsif êrîşên dewleta tirk ên ku ji 4’ê Cotmehê ve destpêkiriye nirxand anî ziman ku êriş nûjenkirina DAIŞ’ê ye û got: “Divê dewleta Tirk bê dadgehkirin.”

RONAHÎ NÛDA

Qamişlo- Dewleta tirk ji 4’ê Cotmehê ve êrîşî seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û di encamê de binesaziya herêmê hedef digre. Li gor daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku duh da, di van êrişan de zêdetirî 40 êrişên hewayî bi 30 balafirên bêmirov û biçek êrişî pêk anîn. Li gor bîlançoya ku Rêveberiya Xweser parve kir bi giştî di êrişên qirkirinê yê dewleta Tirk de 8 jê welatî, 6 jê endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û yek jê şervanekê QSD’ê 15 kes jiyana xwe ji dest dan; 1 jê zarok, 8 jê welatî, 2 jê endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn 10 kes jî birîndar bûn.

Endama Meclîsa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk Perwîn Yûsif ya derbarê êrişên dewleta Tirk ên li ser heremê nirxandin kir, anî ziman ku ev êriş ji komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê ne qût e û bang li raya giştî ya cîhanê kir ku li hemberî êrişan bêdengiya heyî bişkînin.

‘Li ser axa me pergalek hevgirtî avabûye’

Perwîn Yûsif di destpêka gotina xwe de şoreşa ku li Rojava avabûye û îlham daye cîhanê wiha nirxand: “Ev 13 salin şoreşa gelan li Rojavayê Kurdistanê hatiye li dar xistin, ji bo ku bikaribin Rojhilata Navîn a ku nimûneyeke demokratîk û pirrengî têde hebe, li ber xwe dide û têkoşîn dike.” Perwîn Yûsif a got “Şoreşa me ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo hemû gelan bû hêvî” axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em niha tabloya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê mêze dikin, em dibînin ku projeyek xilasbûna gelan, çareserî, vîna gel û jin, pirrengî û wekheviya gelan têde heye. Pergal hemû tundiyên li ser gel dida meşandin, îro berovajî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pergalek hevgirtî avabûye. Di destpêkê de ev gel soza xwe ji axa xwe re da ku wê li ser vê axê bimînin û pergala demokratîk bidin avakirin. Gel peyam da ku wê Rojhilata Navîn herdem cihê qetîlkirin û kuştînê nebe, ji lewra ev pergala me xweşiya dewleta tirk û dewletên ku dixwazin her vê pergalê berdewam bikin nehat.”

‘Divê ev kiryar di dadgehên navneteweyî de bên mehkûm kirin’

Perwîn Yûsif li hemberî êrişên dewleta Tirk ê li ser heremê got, “Ev bû 13 sal gel li hember êrîşan li ber xwe da û serî netewand. Herî dawî di 5’ê Cotmehê de êrîşa dewleta tirk li dijî gel destpêkir û hemû alav û pêwistiyên gel, cihên xizmetguzariyê hatin hedef girtin. Armanc ji van êrîşan ewe ku her ku gelê me li pêş dikeve, her ku pergala me tê naskirin, bi êrîşan dixwazin vala derbixînin û dixwazin herêmê vala bikin. Di heman demê de bi van êrîşan dixwazin qetlîamên mezin çêbikin. Ev êrîşên dawî jenosîdek mezin e ku dixwazin herêmê vala bikin. Dewleta tirk vê siyasetê ev sed salin li ser gelê me dide meşandin û bermahiya wê her xuyanî ye. Tu vedigerî dîrokê û dibînî ku gelê resen ên ku li ser axa xwe dijîn, bi vê koçberiyê re tune kirine. Ev siyaset îro hemû cîhan li ber çavê xwe dibîne û rojane êrîşên ku tê meşandin cîhan hemû şahidiya wê dike. Ev ne hiqûqiye û kiryarên şer ên mezin li ser me tê meşandin.”

Perwîn Yûsif a got ku “Kiryarên dewleta tirk divê di demeke lezgîn de dadgehên navneteweyî de werê mehkûm kirin” wiha berdewam kir: “Ev gel li beramber vê şerê li ber xwe dide û bi israre ku pergala xwe bide avakirin. Ev gel li hember tu dewlet û dewleta tirk aciziyek û şerek nedaye çêkirin, berovajî ji bo ku xwe, hebûn û îradeya xwe bide qebûlkirin û rûmeta xwe biparêze li ber xwe daye. Ev gel vê êrîşî heq nekiriye.”

‘Erdogan kiryarên DAIŞ’ê bi destê xwe dide meşandin’

Perwîn Yûsif diyar kir ku dewleta tirk şerê ku dimeşîne, tola têkçûna çeteyên DAIŞ’ê dixwaze hilîne û wiha domand: “Em DAIŞ û dewleta tirk ji hev qut nagirin dest, kiryarên ku DAIŞ’ê li ser me da meşandin, îro dewleta tirk bi leşker û çekên xwe û heta çekên nato dide meşandin û binesaziya herêmê me armanc digire û qetlîamên gel pêk tîne. Ketina DAIŞ’ê li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku metirsiya DAIŞ’ê ne tenê li ser gelê me, metirsî ji bo tevahî cîhanê hebû ku pêlê firehbûna wan berfireh dibû û pergala xwe dida meşandin. DAIŞ ernîgarî, hişmendî, dîrok û pêşerojê dida reşkirin. Di pergala DAIŞ’ê de qetîlkirin û kuştin hebû, ji xwe ji bo jin jî tunekirinbû. Dema pergala DAIŞ’ê bi destê vê gelê û parêzvanên vê gelê ku melevantî ji bo tevahî cîhanê kir û bû parêzvanên mirovahiyê û mirovahî ji vê kabûsê xilas kir. Îro tola ku dewleta tirk dide meşandin, tola hevkar û şagirtên ku di dibistana wan de mezin bûne, Erdogan bi destê xwe cardin kiryarên DAIŞ’ê dide meşandin.”

‘Şerê ku tê meşandin, cardin nûjenkirina DAIŞ’ê ye’

Perwîn Yûsif da zanîn ku şerê li hember DAIŞ’ê xilas nebûye, îro hîn metirsiya DAIŞ’ê li ser herêmê û cîhanê mezin e û wiha pê de çû: “Çarenûsa DAIŞ’iyên ku girtîne, hîna ne diyar e. Şerê me heta niha li hember şaneyên DAIŞ’ê dewam e. Bi rojane Koalîsyon û Hêzên Sûriya Demokratîk bi hev re, gelek faliyetên girtina çeteyan dikin. Dema em dibînin êrîşek li ser herêmê tê meşandin, îro li hember şerê DAIŞ’ê gav di paş de tê avêtin. Em bixwazin nexwazin, îro sînor û gelê me tê hedef girtin. Ji lewra karê me ji bo ewlehiyê diseke, ji bo parastina vê gelê. Şerê ku dewleta tirk li beramber me dide meşandin, şerê me li beramber DAIŞ’ê, dide sekinandin. Ji xwe armanca dewleta tirk ewe ku em li hember DAIŞ’ê şer nekin û herêmê me vala bibe. Berdewam kirina şerê dewleta tirk, berdewam kirina, vejînkirina hişmendiya DAIŞ û leşkerên wî ye. Her wiha metirsiyek mezin li ser cîhanê û geş kirina DAIŞ’ê ye. Di heman demê de şerê ku tê meşandin, carek din nûjenkirina DAIŞ’ê li ser herêmê me ye.”

Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê

Perwîn Yûsif got ku “Kiryarên ku li Îmraliyê tê meşandin, kiryarên ku gel ji Rêbertî qut bikin e û berdewam kirina komploya navneteweyî ye.”  Perwîn Yûsif anî ziman ku di salvegera komployê de, hîna jî ev kirayar dewam dike û wiha domand: “Dema Rêbertiya me tê hedef girtin, armanc ewe ku gel bê îrade, bê pêşeng û çarenûsa xwe nasneke û teslîm bibe. Rêbetiya me ev bû 24 salin dîlhatiye girtin, di salvegera komployê de cardin êrîş xurt dikin. Armanca wan bi dîlgirtina Rêbet Apo re, nehata pêk anîn ku gelekî tune bikin. Hevhatinek navneteweyî heye ku dixwazin tunekirina vîna azad a gelê kurd ên ku bermahiya mirovahiyê di xwe de dihewîne heye. gelek gel li ser vê axê tune kirin, gelê kurd xwedî derketina mirovahî û nirxên xwe parastiye. Berdewamkirina komplo, berdewamkirina pergala bi sed salan li ser gel didin meşandin e. Dewleta tirk di salvegera komplo de, hovitiya xwe zêdetir bilind dike, bi hemû êrîşan bi ser nakeve, lewra binesazî, dagirkirin û jenosîdê li ser herêmê dide meşandin. Armanc ewe ku gel ji herêmê vala bikin, qir bikin û gelê kurd tune bikin.”

Dagirkirina Serêkaniye û Girê Spî

Perwîn Yûsif têkildarî 9’ê Cotmehê êrîşên dewleta tirk ên li dijî Serêkanî û Girê spî ku di 9’ê Cotmeha 2019’an de pêk hat û dagirkir wiha anî ziman: “Dewleta tirk di 9’ê Cotmeha 2019’an de êrîşî Serêkanî û Girê spî kir, her wiha di wê şerê de Hevrîn Xelef jî hate qetîlkirin. Her sal di van deman de, dewleta tirk asta hovitiya xwe mezin dike. Ewqas êrîş dike û asta qirkirinê û asta şer jî zêdetir dike. Armanc ewe ku hêviya ku bi komplo re dixwastin pêk bînin, nehatiye pêk anîn, loma pergala wan a qetîlkirin, qirkirin û tunekirinê dewam dike. em nikarin bêjin komploya li dijî Rêber Apo ji dagirkirina Serêkanî û Girê Spî dûr e. Navenda van pîlanan şerê dewleta tirk e û heta roja îro dewam dike. Di gav û hişmendiya xwe de teslîm nabe û armanca wan tunekirina gelê kurd e. Pilanek pêk neyê, pilanek din pêk tîne, di her pilanekî de tunekirin heye. Di şeran de exlaqê şer heye, lê ya dewleta tirk exlaq jî derbas dike.”

‘Hêza berxwedanê ji Îmralî digrin’

Perwîn Yûsif diyar kir ku berxwedana ku li ser vê axê tê meşandin, hêza xwe ji Îmraliyê digire û wiha pêl da gotina xwe: “Berxwedaniya ku li Îmraliyê tê meşandin, bandor li gelê kurd dike. Berxwedana gel li kamp û her derê ku kurdên ku dilê wan ji kurdewarî re lêdide, asta berxwedan bilind dibe û xwedî li ax û destkeftiyên xwe derdikevin. Berxwedana ku îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê meşandin, girêdayî berxwedana li Îmraliyê ye. Berxwedana ku Rêber Apo li Îmraliyê dimeşîne û hemû cîhan dibîne, ew gel bi wê armancê li ber xwe dide û serê xwe natewîn e.

Rêber Apo li wê zindanê li çar diwaran, berovajî teslîmkarî, ji bo cîhan û gelan projeya aşitiyê dide diyar kirin. Projeya wekhevî û netewa demokratîk diyarî gelan dike. Gelê me him ji Rêber Apo, him jî ji bo projeya xwe, li ber xwe dide û bi şehîdên xwe re girêdayî ne. Dewleta tirk îflas kiriye ku çi siyasî be çi aborî be. Dewleta tirk di hundirê xwe de qeyranek mezin dijî, dixwaze zehmetiyên ku dijî, derbasî herêmên din bike. Ev yek jî bi dest û vîna vê gelê vala hate derxistin. Em di wê baweriyê de ne ku me çawa êrîşên beriya vê, li ber xwe da, em ê cardin bi serkeftinê tacidar bikin û hêviya gelan pêk werê. Ji ber em xwedî li ax û Rêbertî ne. Tucaran pilan û komplo bi ser nakeve, serkeftin a heqîqeta ku ev gel di nava xwe de dihewînê ye û projeya xwe dimeşîn e.”

‘Bêdengiya cîhanê, bi çalekiyan bê şikênandin’

Perwîn Yûsif herî dawî berxwedana gel li hember êrîşan silav kir û wiha bi dawî kir: “Em berxwedana gel silav dikin û pîroz dibînin. Gelê me di 5’ê Cotmehê ve li ser piyan e û li dijî van êrîşan serî hildaye. Bangawaziya me cardin ji gelê me re ewe ku em asta berxwedanê xurt bikin. Her wiha gelê me yê li welat û derveyî welat dijîn, bila bêdengiya cîhanê, bi çalekiyên xwe bidin şikênandin. Dengê xwe bighînin bêdengiya wan û bi çalekiyên xwe wan hişyar bikin. Divê gelê me xwedî li destkeftiyên xwe û şoreşa xwe derkeve. Em hemû dizanin dijmina me nefesên dawî dikişîne, hemû kiryarên ku dimeşîne vala derket û wê ev êrîş jî vala derbikeve.”