Ji Partiya Çep a Elmanyayê serdana piştgiriyê

Parlamentera Partiya Çep a Elman Gokay Akbulut ji bo piştevaniya Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, serdana DBP’ê kir.

Amed- Parlamentera Partiya Çep (Die Linke) a Elmanya Gokay Akbulut bi armanca piştevaniya ji bo Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz a ku biryara rakirina parêzbendiya wê hat dayîn, serdana DBP’ê kir. Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir pêşwazî li Akbulut kirin. 

Ez ji bo piştevaniyê li vir im”

Gokay Akbulut di serdanê de axivî û destnîşan kir ku li Tirkiyeyê di serî de mafê rojnamevanan mafê mirovan û azadiyan tê binpêkirin û got: “Ez ji bo piştevaniyê hatim serdana we. Ez ji bo doza Kobanê û HDP’ê li vir im.” 

Emê dest ji têkoşîna xwe ya demokratîk û têkoşîna jinan bernedin”

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî diyar kir ku piştevanî hêz dide wan û got talankirina xwezayê, qedexekirina Festîvala Mûnzûrê, rakirina parêzbendiya wê û hewldana girtina HDP’ê hemû bi hev ve girêdayî ye û tecrîda li Îmraliyê dest pê kiriye belavî ser hemû welat bûye û sedema vê jî neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Salîha Aydenîz anî ziman ku îktidar çi dike bila bike ew ê dest ji têkoşîna xwe ya demokratîk û têkoşîna jinan bernedin.  

“Dem dema piştevaniyek xurt e”

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî bal kişand ser girîngiya piştevaniyê û destnîşan kir ku wan wek kurdan helbet têkoşîna xwe aniye, li ber zilmê serî netewandine û dê ji niha şûn ve jî têkoşîna xwe berdewam bikin. Keskîn Bayindir da zanîn ku dem dema piştevaniyek xurt e.