Ji krîza siyasî ya li Lubnanê herî zêde jin bi bandor dibin

Lubnanî di nava qeyranek siyasî de ne û ev yek bandorê li aliyên cuda yên jiyanê dike. Di nav van aliyan de aborî, civakî û ewlehî hene. Yên ku herî zêde ji vê krîzê zirarê dibînin jin in. Jinên rojnameger bêedaletiya li welat ji ajansa me re nirxandin.

CAROLÎNE BAZZI

Beyrûd – Lubnan yek ji welatên Rojhilata Navîn e ku krîza siyasî roj bi roj lê kûrtir dibe. Piştî hilbijartina serokomariyê ya 14. a di 15’ê Gulanê de hat kirin, pêkhateyeke ku bikaribe ji krîza siyasî derbas bibe derneket holê. Ji 128 wekîlan 109 kes beşdarî civîna ku ji bo hilbijartina şûngirê Serokdewlet Mîchel Avn ê ku di 31'ê Cotmehê de wezîfeya wî qediya bû hat lidarxistin bûn. Mişel Muavvad 38 deng, Îsam Xelîfe 8, Ziyad Barûd 2, Selah Henîn 2 deng, 59 deng jî betal hatin dîtin. Li gorî vê yekê, tu berbijarek ji bo hilbijartina serokomariyê nikaribûye piraniya pêwîst bi dest bixe lê hê dîroka rûniştina 11’emîn nehatiye diyarkirin. Parlamentoya Lubnanê di 29’ê Îlonê de yekem rûniştina xwe ji bo hilbijartina serokê nû li dar xist. Serokomarê berê Michel Aoun jî di 31'ê Cotmeha 2016'an de di dawiya rûniştina 46'emîn a parlamentoyê de hatibû hilbijartin.

Nezelaliya di rêveberiyê de krîza siyasî ya li Lubnanê kûrtir dike, ev rewş wekî pêkanînên antîdemokratîk sîrayetê civakê dike. Awayê ku Lubnana di nav nakokî û xitimîna ji aliyê dewletên netewe ve hatiye afirandin de ye, çawa ku wê derkeve holê ne diyar e. Jinên rojnameger, krîza siyasî û pirsgirêkên jinên ku herî zêde ji vê krîzê bi bandor bûne nirxandin.

'Riya derketina ji krîzê diyalog e'

Rojnameger Reşa ​​El-Zeîn difikire ku şewatên krîzê roj bi roj zêde dibin û dibêje:

“Niha em rastî krîzeke siyasî ya mezin tên. Hemû pirsgirêk bi hev ve girêdayî ne. Krîza siyasî di asta aborî, civakî û ewlehiyê de xwe dide der. Meclisa Nûneran hê serokek hilbijartiye. Di vê wateyê de em ber bi rewşek nenas ve diçin. Serokê Meclisê Nebîh Berrî telefon vekir û rûniştina diyalogê pêk anî. Lê blokên parlamentoyê bersiv nedan vexwendinê. Hin wekîlan diyar kirin ku ew beşdarî rûniştina diyalogê bûne. Her kes qebûl dike ku diyalog riya derketina ji krîzê ye. Li ser hin hûrgiliyan cudahî hene û parlamenter amade ne ji bo çareserkirina van nakokiyan li ser maseya diyalogê rûnin. Hin parlamenter vê yekê sivik dibînin, mîna ku em di bin ronahiya hemû qeyranên ku em tê de derbas dibin li Lubnanê, luksa me heye em wextê xwe derbas bikin."

'Krîza siyasî bû sedema krîza ewlehiyê'

Reşa El-Zeîn bi pirsên “Eger biryar di destên me de bûya, em ê di vê tofanê de bijiyana” axaftina xwe wiha berdewam dike:

“Her bloka parlamentoyê xwedî referans û hesabên xwe yên teng e. Lê belê divê baş bê zanîn ku krîza siyasî dibe sedema krîzên aborî, civakî û ewlehiyê. Krîza siyasî û xitimandin tê wateya kêmbûna mûçeyên me, astengkirina çareseriyan, buhabûnê. Ji ber vê yekê, ev rewş bandorê li şiyana me ya peydakirina çareseriya qeyranên aborî dike. Der barê encamên qeyrana siyasî li ser eniya ewlehiyê, her çendî ku Wezîrê Navxweyî Besam Mewlewî çendîn caran ragihandiye ku ewlehî çêbûye jî; rastî berovajî vê yekê nîşan dide. Dizî, êrîş û kuştin hene. Em îro wan dijîn. Ji ber ku em êdî bi hevalên xwe re derneketine jî jiyana me ya civakî guheriye. Ev hemû krîz ji qeyranên siyasî derdikevin. Dema îstîqrara siyasî hebe em dibin şahidên îstîqrara aborî, ewlehî û civakî.”

'Serokomar hê nehatiye hilbijartin'

Rojnamevana Lubnanî Meysa Ebdul-Xaleq jî di wê baweriyê de ye ku pêvajo zû bi dawî nabe û dibêje: 

“Em ji 31’ê Cotmeha borî ve valahiya serokatiyê dijîn. Hê jî serokek nehatiye hilbijartin û xuya ye ku ew ê neyê hilbijartin. Diyalog tevlihev dibe ji ber redkirina banga Serokê Parlamentoyê Berrî ji aliyê partiyên siyasî yên bi pêşengiya Partiya Hêzên Libnanî. Ji bo ku welat ji xirabtirîn qeyrana aborî ya ku Lubnan dîtiye derbikeve divê hemû alî hewl bidin riyek ji bo bidestxistina hilbijartina serokatiyê ji bo komarê bibînin. Ev yek ji sê krîzên aborî yên herî xirab e. Bêyî reforman, Lubnan bi ser nakeve.”

'Em di bin zexteke mezin de dijîn'

Rojnamegera Lubnanî Joyce Nofal got: “Em weke jin di civakeke ku hê bi tevahî ji zîhniyeta baviksalarî derneketiye de dijîn. Krîz di warê derûnî de bandorê li jinan dike. Em di bin zexteke mezin de dijîn. Ji nişka ve şêwaza jiyana me guherî. Zexteke mezin a civakî heye. Ji bilî jinan di astên bilind de bandorê li her kesê kiriye. Jinên ku qismî serxwebûna aborî bi dest xistine jî îro rastî zehmetiyan tên."

'Rêjeya sûc her ku diçe zêde dibe'

Joyce Nofal, diyar kir ku hin kes bawer dikin dê bidawîbûna erka Serokdewlet Mîchel Avn re rewş biguhere û wiha got: “Ji ber gelek sedeman tirsa kaosa ewlehiyê heye, di serî de rewşa aborî, civakî û darayî. Krîz dibe sedem ku hinek kes serî li dizî yan kuştinê bidin. Em îro di civaka xwe de şahidên vê yekê ne. Îstatîstîk nîşan dide ku rêjeya sûcê li herêmên cuda di tevahiya civakê de pir zêde bûye."