Ji HDP'ê Pêşniyara qanûnê

Wekîla HDP'ê Huda Kaya ji bo jin paşnavên xwe bikar bînin qanûnek pêşniyar kir.

Enqere- Wekîla HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya, ji bo ku guherin were kirin di derbarê Qanûna Sivîl a Tirkiyeyê û di Qanûna Xizmetên Nifûsê de pêşnûmeyek pêşkêşî Serokatiya Meclîsê kir.
Hûda Kaya bal kişand ser wê yekê ku divê jin piştî zewacê tenê paşnavê xwe bikar bînin bikevin nava têkoşînê û xwest ku metnên cudakar ên li ser jinan bên rakirin û di warê wekheviya zayendî de rêgezên wekhev û adil bên çêkirin.
Di pêşnûmeya qanûnê de ji bo hevjînên ku di dema zewac û hevberdanê de paşnavê ku dixwazin bikar bînin û her wiha pêşniyara sererast kuniyê ji cih girt.