Ji bo Komîteya Navendî ya Partiya Komînîsta Kurdistanê 5 jin hatin hilbijartin

Partiya Komînista Kurdistanê li Hewlêr kongra xwe ya 7’emîn li darxist. Ji 21 kesên ji bo komiteya navendî ya partiyê hatin hilbijartin 5 jin in.

Navenda Nuçeyan- Partiya Komînista Kurdistanê 27’ê Cotmehê li Hewlêr bi diruşma ‘Azadî, Demokrasî mafê biryardanê çarenusa sosyalizmê ye’ 7’emîn kongreya xwe li darxistin.
Kongre bi hilbijartina endamên komiteya navendî duh şev bi dawî bû. 8 jê jin bi giştî 46 kes bûn berendam. Di hilbijartinê de 159 endamên kongreyê dengê xwe bi kar anîn.
Kongreya ku 4 rojan dom kir bi giştî 21 kes hatin hilbijartin, ji van 5’ jê jin û 16 mêr bûn endamê qomiteya navendî.
Partiya Komînista Kurdistanê di sala 1993’an de hatiye avakirin û heta niha 7 caran kongre li darxistine, di kongreya 7’emîn de 5 jin bûn endamê komîteya navendî.