Ji bo jinên penaber ji Wezareta Tenduristiyê re pêşniyarek

Wekîla HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum ji Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca re ji bo piştgiriya mafê ducanîbûna bi ewle ya jinên penaber ên nasnameya wan nediyar pêşniyarpirsek kir.

Navenda Nuçeyan- Parlamentera Stenbolê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zuleyha Gulum ku jinên penaber ên bê nasname û bê qeyd di nexweşxaneyên giştî de hizmeta welidandinê nagrin anî rojeva Meclisê û ji Wezîrê Tenduristiyê pirsa, "Çima heta îro der barê mexdûrkirina jinên penaber ên ku zarok welidandine yan jî li ber welidandinê ne çareseriyek bi pêş nexistine.
Di pêşnûmeyê de bal hat kişandin ser wê yekê ku jinên penaber ên bê nasnamê û bê qeyd dema diçin nexweşxaneyên giştî nayên qebûlkirin an jî bi bedêla pere dikarin biwelidînin, û wiha hat gotin: "Saziyên ku xizmeta tenduristiyê didin, ji bo jinên ku nikarin lêçûnên welidandinê bidin dîl tên girtin çi dikin? Jinên ku ewlehiya wan a civakî û parastina hiqûqî tune ye, niha ji bo ku di nav xizaniyê de dijîn têdikoşin. Ji ber vê sedemê neçar dibin li cihên ku qet nabe zarokên xwe bînin dinyayê. Mafên  tenduristî û jiyanê yên jin û zarokan bi zayînê di bin şert û mercên ne guncav de li ber çavan tên binpêkirin."
"Jinên ku nikarin lêçûnên nexweşxaneyê bidin, dîl tên girtin"
Di pêşnûmeyê de behsa Jina bi navê İ.E ya ku koçî Tirkiyeyê kiriye, li Nexweşxane ya Suleymaniye ya Perwerde û Lêkolînê ya Nexweşiyên Jin û Zarokan e û nikare lêçûnên xwe bide rehîn tê girtin hat kirin û wiha hat gotin; "Piştî ku pereyê ji bo welidandin û şevekmayîna li nexweşxaneyê 3 hezar û 20 TL. ye, ji hêla Komeleya Hevgirtina Koçberan ve hat dayîn, jina penaber ji nexweşxaneya ku lê rehîn dihat girtin hat berdan.
Bi heman rengî Z.O ya 24 salî ya ku pênc sal berê ji Sûriyeyê koçî Tirkiyeyê kiriye, nasnameya wê nîn e, li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Nexweşiyên Jin û Zarokan a Zeynep Kamil a Stenbolê ji ber ku nikare 900 sed TL. heqê muayeneyê bide cihê ku tabûrcî bibe rehîn hatiye girtin. Zarokê jina ku bi rêya Komeleya Hevgirtina Koçberan ji nexweşxaneyê hat derxistin, 4 rojan di kuvezê de hat hiştin û ji bo vê 4 hezar masraf hat derxistin."
Di pêşnûmeyê de ev pirs ji Wezîrê Tenduristiyê hatin kirin:
* Çima der barê mexdûrkirina jinên penaber ên ku ji dayik bûne de heya niha çareserî çênebûye? Dê kengê ev bêhêvîtiya bi dawî bibe?
* Der barê binpêkirina mafên jinên penaber ên bênasname de mafê welidandinê yê bi ewle heye gelo? Agahiya Wezaretê ji van rewşan heye? Hûn difikirin ku ji pirsgirêkên jinên zarok diwelidînin re çareseriyan bibînin?
* Ma hûn ê hewl bidin, astengiyên gihîştina mafê welidînê û pirsgirikên hemû kesên xwedî mafên tenduristiyê û yên bê nasname û biyaniyên din jî çareser bikin?
* Ma planek we heye ku hûn Rêziknameya Parastina Demkî berfireh bikin û pêvajoya zayînê ji bo jinên bê qeyt / bênasname di nav karûbarên tibî yên acîl de bihewînin?
* Bi pêşîlêgirtina mafê tenduristiya giştî, ji bo jinên penaber ên li ber welidandinê ne alîkariya lezgîn a tibî bidin. Ma ew ne li dijî hukmên UDHR û ICESCR ji bo hemiyan, CRC ji bo zarokan, UNHRC ji bo astengdaran, CEDAW ji bo pêşîlêgirtina cudakariya li dijî jinan û Peymana Barceona di warê gihîştina welidandinê ne ye? "