Ji ber taloqkirina hilbijartinên Lîbyayê hêviyên jinan û civakê şikestin

Taloqkirina bêdawî ya hilbijartinên parlamentoya Lîbyayê hêviyên jinên Lîbyayî şikand û bandoreke neyînî li jiyana wan û ya hemû civakê kir.

IBTÎSAM AXFÎR

Bingazî- Bi taloqkirina hilbijartinên parlemantoyê yên Lîbyayê re, amadekarî û hewldanên jinan ji bo wergirtina hilbijartinên Lîbyayê ku diviyabû di 24’ê Kanûnê de bihatana lidarxistin, bê encam man.

Jinan li Lîbyayê bi awayekî cidî xwe ji bo hilbijartinên parlamentoyê amade kirin, beşdarî civînên agahdarkirina li ser girîngiya hilbijartinan û tomarkirina hilbijartinan bûn. Jinên ku ev erk girtin ser milên xwe ku wek “balyozên hişyariya hilbijartinê” dihatin nasîn, erka xwe bi hemû hêza xwe bi cih anîn. Kursên rahênanê li ser proseya çavdêrîkirina hilbijartinan wergirtin û armanca wan ew bû ku jin rola herî mezin di proseya çavdêriyê de bilîzin ne wek hilbijartinên yekem li Lîbyayê di sala 2012’an de.

Ji bo jin beşdarî hilbijartinan bibin gelek xebat hatin kirin

Her wiha bi kampanyayên perwerdekirina jinên ku dixwestin beşdarî hilbijartinan bibin xebat kirin û hewl dan piştgiriyê bidin hev û herî baş di hilbijartinan de beşdar bibin gelo jin bi taybetî namzetên jin ji paşxistina hilbijartinan bandor bûne?  Di hevdîtina ajansa me ya bi hin çalakvanan re em ê vê yekê hîn bibin.

Hejmarek ji aktîvîstên jin û yên ku bala xwe didin aliyê siyasî li Lîbyayê, teqez kirin ku derengketina hilbijartinan bandorek neyînî li ser civaka Lîbyayê bi giştî û li ser jinan bi taybetî kiriye ku bandora derûnî li ser wan herî zêde kêmbûna bawerî û pêbawerî ye ji bo ji pêvajoya tarî ya ku Lîbya bi salan tê re derbas dibe derkeve.

Wan eşkere kir ku paşxistina hilbijartinan bandor li ser rewşa aborî û jiyanê kiriye loma neguheriye û di heman astê de xirab bûye, herikîna pereyan di bankeyan de kêm bûye û berhemanîn û hinartina petrolê jî kêm bûye.

“Ji bo rêveberiyek baş li Lîbyayê hilbijartin girîng e”

Siyasetmedar Samîha Celalî dibêje; "Derengketina hilbijartinan li ser gel bi giştî bûye sedema xirabûna derûnî. Her kes li benda hilbijartinan bû ku tenê nîşana hêviyê bû, em li bendê bûn ku em ezmûnê bijîn. Demokrasî û wergirtina aştiyane ya desthilatdariyê paşxistina hilbijartinan bû sedema dilgiraniya me. Me hêvî dikir ku hikûmetek berevajî hikûmetên berê yên ku gelê Lîbyayê westand û bû asteng li pêşiya aramiya wî ava bikin."

Ji aliyê din ve, şêwirmenda karûbarên civakî profesor Xeyriya El-Fercanî got: "Em dizanibûn ku hilbijartin ji bo gelê Lîbyayê hêvî û penageheke bi ewle bû ku Lîbya jê re hêvî dike. Jiholêrakirina li pey hev, nerêkûpêk û nezanîna mafên gelan û her wiha ji gelek cudahiyên di navbera van hikûmetan de, ji ber vê yekê hilbijartin pêk hatin. Ev yek tenê hêvî ye ji bo avakirina desthilatdariyeke destûrî ya saxlem û rast li Lîbyayê."

“Paşxistina hilbijartinan bû sedema şikandinê”

Her wiha got: "Paşxistina hilbijartinan bû sedem ku gelê Lîbyayê, bi taybetî jin, di ware derûnî de bişkên û me dest bi meraqê kir ku gelo mimkun e hilbijartin bên kirin û erka xwe li hember welatê xwe bi cih bînin. Nêrîna civakê ji me re jî cureyek îronî bû, ji ber ku em bi awayê cidî li ser vê mijarê dixebitîn lê hat betalkirin. An jî taloqkirina wê ji bo demek nediyar, mîna ku digotin hûn di behrê de diçêrînin, an jî we ji hewldanê çi sûd girt, ne behsa nêrîna civakê ya der barê pirsa hilbijartinan de bike ku tê de tevlihevî hebû û bêbawerî û bêbawerî derket. Ev hemû tişt tevlihev in bêbawerî û nebawerî û nebûna bawerî û derûnî têkçûna ku em pê re rû bi rû man, bû sedema hin tengasî û tengezariyê."

Xeyriya El Fercanî wiha domand: "Tevî tiştên ku qewimîn jî hê gelek jin hene ku hêviyên wan hene. Ez jî di nav de me, ji ber ku ez namzeda hilbijartinên şaredariya Bîngaziyê me. Hê jî hêviyê didin min ku rojek hilbijartin pêk were, edalet û wekhevî çêbibe û sîstema bingehîn a saxlem ku divê bê avakirin dê bê avakirin û dewlet li ser wê ava bibe. Prensîbên rêveberiya baş jî bê avakirin tevî şert û mercên dijwar û aloziyan û tevî tiştên ji me re dibêjin. Meseleya hilbijartinan qet nebe, me hêviyek mezin heye ku Lîbya di rewşa herî baş de be.”

Rewş zelal nîn e loma bawerî bi biryardêran nemaye

Heyam El-Şerîdî jî got: “Me baweriya xwe ji biryardêran winda kir û êdî şefafiyet nemaye. Me hêvî dikir ku piştî hilbijartinan Lîbya biçe ewlehiyê lê piştî ku ji bo demek nediyar hat taloqkirin sedemên ne zelal, rewş hîn xirabtir bû. Me bi saya serweriya zagonê ya ku bi awayekî xurt hatibû avakirin û sepandin, ewlehî winda kir lê paşxistina hilbijartinan em bêhêvî kirin. Em hêvîdar in ku ger dîrokek ji bo hilbijartinan were destnîşankirin di paşerojê de wê neyê paşxistin û bi hemû şefafî û pêbawerî bi xelkê re bê rûbirûkirin û wan ji hemû tiştên ku li derdora hilbijartinan diqewimin agahdar bikin.”

Mîna El Felah ku bi kar û barên jinan re eleqedar e jî dibêje; "Paşxistina hilbijartinan bandoreke neyênî li ser tevahiya civakê kir. Pêwîstiya gel bi lidarxistina hilbijartinan hebû û hêviya wan ew bû ku rewşa jiyanê baştir bibe û ber bi başbûnê ve biçin."

Di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Bandora derengketina hilbijartinan li ser jinan zêdetir bû, bi taybetî namzedên ku wan weke dengê hemû jinan di hemû beşên xwe de dihesibandin. Vê derengxistinê bandoreke neyînî li wan û hilbijêrên jin kir. Hilbijartin bûn hêviya me ku em dengê xwe bidin bihîstin û daxwaza mafên xwe bikin."