Ji Behîce Boran heta Dayikên Aştiyê sûcê herî mezin xwestina aştiyê ye
Li Tirkiyeyê ji Behîce Boran a Cemîyeta Hezkiriyên Aştiyê heta Meclîsa Dayikên Aştiyê ku dixwazin kuştina zarokên wan bi dawî bibe, sûcê wan ê herî mezin xwestina aştiyê ye.
Navenda Nûçeyan - Li gel Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî 1'ê Îlonê wekî Roja Aştiya Cîhanê îlan kiriye jî Tirkiye û gelek welatên li Rojhilata Navîn dîsa bi şer, kuştin û înfazan dikevin roja 1'ê Îlonê. Di 1'ê Îlon 1939'an de Artêşa Hîtler a Almanya Polanya dagir kir. Piştî vê yekê şerê duyemîn ê cîhanê dest pê kir. Ji ber 2'emîn Şerê Cîhanê 52 mîlyon însan hatin kuştin. Piştî di 1'ê Îlonê de şer hat bi dawîkirin ev roj, li hemû cîhanê weke "Roja Aştî ya cîhanê" tê pîrozkirin. Di vê rojê de herkesê aştîxwaz bendewariyên xwe yên aştiyê tîne ziman.
Roja Aştiyê ya Cîhanê
Di 1’ê Îlonê sala 1939 de Naziyan di bin fermandariya Adolf Hîtler de, bi dagirkirina Polonyayê şerê duyemîn ê cîhanê da destpêkirin. Di Şerê Cîhanê yê duyêm de 7 milyon kes di kampên mirinê de bi tevahî 50 milyon mirov jiyana xwe ji dest dan. Şer, çawa ku roja 1ê Îlonê dest pê kir, di heman rojê de, di sala 1945'an de bi dawî bû. Şerê duyemîn ê cîhanê di dîrokê de wekî şerê herî bi xwîn û herî zêde mirov hatine kuştin tê zanîn. Piştî şer, Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Yekbûyî ji bo ku careke din şer destpênekin û aştiyeke gerdûnî pêk were, 1’ê Îlonê weke "Roja Aştiya Cîhanê" îlan kir. Piştî vê yekê Yekîtiya Komarên Sosyalîstên Sovyet û Varşova Pakti belav bûn, Neteweyên Yekbûyî di 21'ê Îlonê de biryar da ku vê rojê wekî Roja Aştiyê pîroz bikin. Lê Tirkiye ev dîrok neguherî û 1'ê Îlonê wekî Roja Aştiya Cîhanê qebûl kir û niha ev roj wekî roja aştiya cîhanê tê pîrozkirin.
Şerê Koreyê û Cemîyeta Aştîparêzan
Li Tirkiyeyê ku gotina "aştî" gelek caran wekî sûc hat dîtin, li gel wê jî her dem jinan pêşengiya aştiyê kir. Di serdema Hikûmeta Partiya Demokrat a sala 1950'î de Dewletên Yekbîyî yên Emerîqa (DYE), li gel Neteweyên Yekbûyî (NY) biryar dan ku leşkeran bişinin Koreyê. Hikûmeta Adnan Menderes şandina leşkeran a Koreyê anî rojevê. Di vê serdemê de Cemîyeta Aştîparêzan, daxwaznameyek şandin ji Meclîsa Tirkiyeyê re. Cemîyetê di daxwaznameyê de diyar kir ku Hikûmeta Adnan Menderes 4 hezar û 500 leşker dişîne Koreyê û ev yek ne li gorî zagonan e.
“Şandina leşkeran ne tevgerek aştîyane ye”
Cemîyeta Aştîparêzan bi salan berê nexwest ku Tirkiye leşkeran bişîne Koreyê. Cemîyet di pêşengiya Behîce Boran de li hev kom bûn û li dijî şer derketin. Behîce Boran piştre bû Seroka Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) û pêşengiya tevgera sosyalîst kir. Behîce û hevalên xwe li Stenbolê û gelek navçeyên Stenbolê li dijî şer belavok belav kirin. Cemiyetê di belavokan de anî ziman ku e şer li dijî peymana aştiya cîhanê ye şandina leşkeran a Koreyê ne tevgerek aştîyane ye.
“Çînên serdest li ser Kurdan tundî pêk anî”
Behîce û hevalên xwe piştî li Stenbolê ev belavok belav kirin, hatin binçavkirin. Hatin darizandin û rastî 15 sal cezayên girtîgehê hatin. Di sala 1965'an de wekî wekîla Rihayê hat hilbijartin. Di sala 1975'an de di çaremîn Lijneya Mezin a TÎP'ê de wekî Seroka Gişti hat hilbijartin. Behîce di vê kongreyê de li Tirkiyeyê bû Yekem Seroka Giştî ya Jin a partiyek siyasî. Di vê kongreyê de biryarên herî girîng der barê kurdan de hat girtin. Di biryarê de hat diyarkirin ku li Rojhilatê Tirkiyeyê Gelê Kurd dijîn. Dîsa diyar kirin ku hêzên faşîst û çînên serdest her dem tundiyê li ser kurdan dimeşînin. Piştî muhtiraya 12'ê Adara 1971'an rêveberiya cunta TÎP girt û 15 sal cesa li Behîce Boran birîn.
“Heta aştî ji destê emperyalîstan dernekeve nayê parastin”
Behice di sala 1974'an de bi efûya giştî serbest hat berdan. Piştî hat berdan dîsa ji bo aştî, demokrasî û wekheviyê têkoşîna xwe berdewam kir. Behice, di 12'ê Îlona 1980'an de derket dervê welat û li dijî cuntaya leşkerî li Belçikayê têkoşîna xwe berdewam kir. Di 10'ê Cotmeha 1987'an de li Brukselê jiyana xwe ji dest da. Behîce di yana xwe de her dem li dijî şer têkoşîna aştiyê pêş xist.
"Em dayik in, alîgirên aştiyê ne"
Hikûmet û Îxtîdarê li dijî Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê Dayikên Şehîdan bi cih kirine û dayik anîne hemberî hev. Li Tirkiye ger qala şer tê kirin rol û rista Dayikên Aştiyê gelek zêde ye. Dayikên Aştiyê ji bo pirsgirêka kurd bi riya aştî û demokrasiyê çareser bibe ji sala 1996'an heta niha têdikoşin. Dayikên Aştiyê di sala 1999'an de çarikên xwe yên sipî li Enqerê avêtin ber meclîsê û deng vedan. Dayikên Aştiyê armanc kirin ku şerê li Tirkiyeyê xelas bikin. Ji bo aştiyê pêş bixin û şer bi dawî bikin di sala 1996'an de bûn sazî û di sala 1999'an de xwe bi rêxistin kirin û meşiyan Enqereyê. Nêzî 40 dayik ji Amedê çûn Enqereyê bi siloganên "Em dayik in, alîgirên aştiyê ne" aştî xwestin. Lê dîsa rastî tundiya polîsan hatin.
Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê
Înîsiyatifa Dayikên Aşityê ji bo dawî li şer bê û dengê hemû dayikan li hemberî şer û xwînrijandinê bikin di 1'ê Îlona 2000'an de Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê ava kirin. Dayikên ku di şer û pevçûnên 30 salan de zarok û xizmên xwe winda kirin di bin navê Înîsiyatifa Dayikan de kom bûn û bê westan û rawestan, li gel hemû astengiyên dijwar têkoşîna xwe berdewam dikin. Înîsiyatifa ku bi 15 dayikan hate avakirin, niha li gelek bajaran şax berdaye û tekoşina xwe mezin dikin. Dayikan piştî Înîsiyatifa ava kirin di 2000'an de bi Serokê Partiya Demorat a Kurdistanê Mesut Barzanî û Serokê Yekîtiya Niştiman a Kurdistanê Celal Talabanî re hevditin pêk anîn.
Dayikan ji bo daxwaza xwe ya aştiyê ji Barzanî û Talabanî re ragihîne sembola aştiyê laçikên sipî diyarî Talabanî û Barzanî kirin. Dayikan pişt re li dijî operasyonên leşkerî yên sînor û dervê sînor di sala 2004'an de tev li mertalên zindî bûn. Komek mertalên zindî avakirin û çûn Çiyayê Kato navbera Colemêr û Elkê. Dema dayik vegeriyan 3 dayik ji wan hatin binçavkirin û hatin girtin. 3 dayik piştî 3 mehan girtî man, serbest hatin berdan. Di 2004'an de çûn Enqereyê û bi navendên EMEP, ODP û DEHAP'ê re hevdîtin pê anîn. Dîsa bi Cîgirê Serokê Giştî yê AKP'ê Mir Mehmet Dengîr Firat re hevdîtin pê kanîn. Her wiha CHP'ê ev daxwaza dayikan red kir û hevdîtin pêk neanî.
Daxwaza dayikan bê bersîv hiştin
70 endamên Înîsiyatifa Dayikên Aşityê ku ji Wan, Colemêrg, Sêrt, Êlih, Amed, Stenbol û Rihayê pêk dihatin di kanûna 2004'an de bi boneya rê li pêşiya şer û operasyonan bê girtin xwestin li Enqereyê bi Serokatiya Serfermandariye re hevdîtinê pêk bînin û randewû xwestin. Lê ev serlêdana dayikan bê bersîv ma. Dayikan qurenfil, laçikên sipî, dosya û CD'êyên ku daxwazên xwe lê nivîsandibûn xwestin teslîmî rayedaran bikin. Lê ji ber ku muhatap nedîtin li ser navê dayikan çend dayikan laçik, qurnefil û daxwazên xwe teslîmî rayedarên Serfermadariye kirin û vegeriyan. Di çanda kurdan de laçik sembola aştiyê ye û herî zêde şer aştiye dixxwazin. Ev çand û kevneşopî hêj didome. Di yerê navbera kurdan de dema dayik laçik davêje hemû şer radiweste.
Dayikan piştî ev daxwaza wan a 2004'an hate redkirin di sala 2005'an de dîsa serî li Serfermandariyê dan. Lê daxwaza dayikan cara duyemîn hate redkirin.
Li gelek bajaran komele avakirin
Dayikan di nava xebatên xwe de di sala 2006'an de bi sefaretxaneyên Amerika, Îran, Irak û Îngîlîstanê yên li Stenbolê re hevdîtin pêk anî û daxwazên xwe anîn ziman. Di sala 2006'an de li Parka Koşuyolu ya Amedê çalakiya bi zincîr pêk anî. Di vê çalakiyê de 30 endamên Dalyikên Aştiyê hatin binçavkirin. Dayikan heta 2009'an wekî Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê çalakî û xebatên xwe meşandin. Dayikan di 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de li Stenbol, Amed, Sêrt, Wan, Colemêrg, Îzmîr û Êlihê li gelek bajaran komele ava kirin. Dayikan di sala 2010'an de ji bo bi Serokwezîr û rayedarên din re hevdîtin pêk bîne 3 caran çûn Enqereyê. lê dayikan tu encam bi dest nexist. Dayikan 2 rojan li parka Abdî Îpekçî li kon nobet girtin û li heviya bersîvê rayedaran man.
Dayikan piştî encam bi dest nexist beşdarî civîna Koma BDP'ê bûn û li bajarên xwe vegeriyan. Dayik di sala 2011'an de disa çûn Enqereyê û bi boneya operasonan şermezar bikin heta Sefaretxaneya Îranê meş pêk anîn. Dayikên aştiyê ji bo aytiyek mayinde pêk bê û rê li pêşiya operasyonan bigirin serî li gelek rê û rêbazan dan û hewl dan ku serî li gelek rayedaran bidin. Lê li her deverê derî li ser wan hatin girtin û daxwazên wan bê encam ma. Dayik li gel hemû astengiyan dîsa di daxwazên xwe yên aştî û demokrasiyê deisrar dikin. Dayik ji bo rê lipêşiya operasyonan bigirin xwe kirin mertalên zindî û çûn Şirnex û Colemêrgê. 10 rojan çalakî pêk anîn. Li Kadikoya Stenbolê beşdarî mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê bûn.
Dayikên Aştiyê di sala 2009'an de Koma Aştiyê ya ji Mexmûrê hatin pêşwazî kir. Ji Hewldana Jinê ya Ji bo Aştiyê Nimet Tanrıkulu wê demê nirxandinek kiribû û, diyar kir ku pêwiste ev mirov neyên girtin û azadiya wan dê aştiya navbera gelan bike. Nimet anî ziman ku bi nameyên Serokomar û Serokwîz hatine Tirkiyeyê û xwest wekî ku teslîm bûne neyên zanîn. Nîmet xwest ev kom jî wekî koma yekem a Aştiyê ku di sala 1999'an de hatin rastî cezayê 15- 22,5 salan neyên û neyên girtin. Di sala 2009'an de jî “Platforma Ji Bo Aştiyê Tu Jî Gotina Xwe Bêje” li piştî ziyaretên li Enqere û Amedê hevdîtian sêyemîn jî li Colemêrgê pêk anîn. Platformê di 8 û 9'ê Tebaxa 2009'arn de li Colemêrgê Nobeta Aştiyê girtin. Endama Platformê Zeynep Ozdal, anî ziman ku bi salan e li Berçelanê şer heye û ji bo bibin dengê Aştiyê hatine sînorê Bercelanê.
“Em dengê aştiyê ne”
Jinan tekoşîna aştiyê berdewam kirin û di sala 2010'an de tekoşîna xwe berdewam kirin. Meclîsa Jinên Sosyalist (SKM) ji bo şer bi dawî bibe kartên aştiyê şandin ji Amedê re. Di 1'ê Îlona 2010'an de li Amedê bi jinên kurd re hatin cem hev. Jinên SKM'ê li Amedê gotin "Em ne dengê şer, em dengê aştiyê ne" Endama MYK'ê ya SKM'ê Bilge Tahaç, diyar kir ku ew dê li dijî şerxwazan derî bi derî bigerin û dengê wan ê aştiyê bişînin Amedê. Di kartên aştiyê ku şandin ji Amedê re wiha hat gotin: "Bi heviya ku dayik negirin, zarok neyên kuştin, ziman û çand azad bijî…"
Jin di 2011'an de ji bo bilindkirina dengê aştiyê têkoşiyan
Dayikên Aştiyê di sala 2011'an de piştî li Colemêrgê operasyon zêde bûn û leşker û PKK'iyan jiyana xwe ji dest dan dest bi xebata "Em dê çawa dengê şatiyê bilind bikin" kirin. Endama Mala Jinê ya Kardelenê Mukaddes Alataş, got: "gelê ji bo aştiyê kijan çav girtî maye ku aştî nayê? Ger ku peyv û çavek mabe em hemû bi hevre li wê gotin û çavî bigerin da ku aştî bê" Mukades, anî ziman ku herî zêde jin êşê dikişîninû divê herî zêde jin aştiyê bixwazin.