Insîcam EL-Xirawî: Li Iraqê di jiyana civakî de jin rastî zehmetiyan tên

Cîgira Parlamentoya Iraqê Insîcam EL-Xirawî dibêje ku derketina wê ya li ser ekranên televîzyonê cara yekem wekî israra li dijî adet û kevneşopiyên civakî bûye.

 
XORFAN EL RADÎ
Bexda - Insîcam El Xirawî ya ku di sala 2005’an de derbasî qada ragihandinê bû, dibêje ku wê bi israr hewl daye wêneyê jinan ê heyî biguherîne û diyar dike ku divê jin jî ji ber ku rojnamevan in bikaribin derbikevin ser ekranê û nûçeyan pêşkêş bikin. 
Insîcam El-Xirawî der barê destpêka xwe ya di warê ragihandinê de wiha dibêje; “Ez wekî pêşkêşvana nûçeyan derketim pêş, dengê min ê zelal û pêşkêşkirina min a nûçeyan bi awayekî baş roleke girîng list da ku ez ji yên din cudatir bim. Di demeke kin de min karibû ji xwe re bernameyeke girêdayî dozên jinan hilbijêrim. Nave wê bernameyê “Tu yî” ye. Min ev bername bêtirî 15 salan pêşkêş kir, di van salan de bêguman min her ramanên xwe bi pêş dixistin û rêbazên ku xizmetî jinan dike fêr bûm.
Zewaca ne bi dil û tundiya li ser jinan berdewam dike
Der barê gencîneya rabirdû û bandora wê ya li ser armancên wê de jî Insîcam EL-Xirawî wiha dibêje; “Min gelek bûyerên dema ku ez zarok bûm di bîra xwe de hişt. Heta niha jî tên bîra min,yek ji wan madiyata jinan e. Bi nêzikbûna cejnê re jinan ji hevserê xwe tika dikirin ku ji zarokên xwe re cil û berg bikrin. Ez bi wê bûyerê gelekî xemgîn dibûm. Li aliyê din tundiya manewî wekî amûrekê li dijî jinan tê bikaranîn.” Insîcam EL-Xirawî wiha axaftina xwe didomîne; “Doza zewicandina jinan bi dare zorê û bi mêrekî temenmezin re dozek e ku hîna civaka Iraqî ji wê êş dikşîne ye. Van hemû tiştan bûn sedem ku ez bi hemû hêza xwe piştgiriya jinan bikim.”
Hişmendiya mêrane serdest e
Insîcam EL-Xirawî diyar dike ku hişmendiya desthildar hîna di civakê de xwe dide pêş û wiha domand; “Civak di warê jinan de gelekî hişk e û mafên wan dixwe. Jin hem berpirsyariya malê û zarokên xwe digre ser milên xwe hem jî karmendiyê dike. Zilam ked û xebata ku jin didin li ber çavan nagirin, ji ber vê di hemû waran de bandor li ser mafên jinan çêdibe.”
Der barê çeka herî bi xeter a li dijî jinan tê bikaranîn de jî Insîcam EL-Xirawî dibêje; “Tişta herî bi xeter û zehmet a ku em îro tê re derbas dibin, teşhîrkirina jinan e. Dema ku jin ji cihekî hukmî re tên pişinyarkirin di wir de ramana zikorî ku dixwaze li hember jinan bikeve nava pevçûnê derdikeve hole.”
Ji ber pêşkêşkirina bernameyê gelek jin li derdora min kom bûn
Der barê karê ku çapemeniyê ji bo wê pêşkêş kiriye de Insîcam EL-Xirawî wiha dibêje; “Ragihandin ji bo min derfetek bû ku bi wê yekê min gel nas kir. Ji ber ku ez her dem li kolanan û saziyên civakî bûm, pir nêzî civakê bûm. Min bi riya pêşkêşkirina bernameya jinan gelek jin li dora xwe kom kirin.”
Insîcam EL-Xirawî bi riya endamtiya xwe ya Parlamentoya Iraqê ku ji karê ragihandinê veguherî daxwazkirina mafên tevahî pêkhateyan dibêje; “Ez her tim dûrî siyasetê bûm, min girîngî nedida bernameyên siyasî û nedixwest xwe nêzî kesayetên siyasî bikim lê bi riya bernameya jin ku yek ji piştgiriyên malbatê bû ez gelekî navdar bûm û hatim naskirin. Vê yekê hişt ku gel alîkariyeke madî û qanûnî bixwaze, ji ber vê min xwest ku di cihekî de cih bigrim da ku xwestekên gel pêk bînim.”
Insîcam EL-Xirawî di sala 2018’an de ji bo hilibijartinên Meclisa Parlamentoya Iraqê hat pêşinyarkirin. Li ser wê yekê dibêje; “Min hewl da dengê welatiyên Iraqê bi taybetî jinan bigihîjînim her deverê.”
Der barê endamtiya Meclisa Parlamentoya Iraqê û bandorên ku li ser kesayeta wê çêbûne de wiha dibêje; “Ji mafên min bû ku ez bi rêxistinên hukmî re danûstandinê bikim her wiha bêyî pirsgirêk dengê welatiyan ragihînim. Li aliyê din bi awayekî rasterast me ji pirsgirêkên gel re bi taybetî ji pirsgirêkên jinan re çareserî didît.”
Ez li ser derxistina qanûna tundiya malbatê dixebitim
Insîcam EL-Xirawî piştrast dike ku divê di parlamentoyê de jin bi lez tev bigerin da ku qanûna tundiya malbatî ya girêdayî parastina malbat, jin û zarok derkeve.
Tevgerên jinan di parlamentoyê de rastî redkirinê tên, hin kes hene qanûna tundiya malbatî nepejirînin. Insîcam teqez dike ku dê li pey vê yekê bin da ku qanûn bê bicihanîn û dibêje ku ew ê her têkoşîna xwe berdewam bikin.
Parastina mafê xwendina zanîngehê ya jinan projeya min a demên pêş e
Der barê planên xwe yên pêşerojê yên ji bo mafên jinan de, Cîgira Parlamentoya Iraqê Insîcam EL-Xirawî dibêje; “Ez hewl didim hemleyên ji bo xwendina jinan dest pê bikim, ji ber ku xwendin hêza jinan zêde dike. Her wiha hewl didim ku mafên jinan ên zanîngehê biparêzim, ji ber redkirina malbatê piraniya keçan qonaxa amadehî û zanîngehê berdewam nakin.”