Huda Alyan: Divê rêjeya kotayê di encûmena zagonsaz û aliyên Filistînî de zêde bibe
Huda Alyan da zanîn ku li gorî zagona hilbijartinê ya hejmar 9 a di sala 2005'an de hat guherandin ku sîstema kotayê ji bo jinên Filistînî tenê ji sedî 20 hat qebûlkirin, rola wê bi sînor hatiye hiştin û mîrateya çandî û civakî ya beşdarbûna wê jî kontrol dike. Di hilbijartinên Meclisa Zagonsaz de ku di Çileya 2006’an de pêk hatin, jinên Filistînê ji 132 kursiyan tenê 17 kursî bi dest xistin, ango ji sedî 7,8.
NEXEM KARACA
Xeza- Endama Konseya Neteweyî û Komîteya Navendî ya Partiya Feda Huda Alyan diyar kir ku di van salên dawî de Rêveberiya Xweser a Filistînê ji bo ku jin beşdarî xebatên siyasî nebin, dest bi sînordarkirina çalakiyên ku jin li dar dixin, kirine.
Endama Encumena Neteweyî û Komîteya Navendî ya "Partiya Feda" Huda Alyan ku di heman demê de Seroka Navenda Xebatê ya Jinan a ji nû ve nûjenkirinê ye, dibêje ku desthilatdariya Filistînê beşdarî binpêkirinên li dijî siyasetmedarên jin bûye wekî girtin, lêpirsîn, çavdêrî, qedexekirina tevgerê û êrîşên li ser medyaya dîjîtal û wiha domand: "Di civîna me ya li ber Meclisa Zagonsaz a Filistînê de em rastî zext û lêdanê hatin. Gelek keç rastî derbên giran hatin û ji ber tirsa dozgeriyê nexwestin biçin nexweşxaneyê.
Wê diyar kir ku her çend rastî şîdetê hatine û gilî kirine jî lêborîn ji wan nehatiye xwestin û wiha got: "Vê mijarê bandoreke bi êş li ser me kir. Em wek siyasetmedar ji bo ku xwîna Filistîniyan a ji ber perçebûnê çêbûye rawestînin dengê xwe bilind dikin lê em bi zextên siyasî re rû bi rû ne.
“Divê di navendên biryargirtinê de rêjeya nûnertiya jinan bibe ji sedî 30”
Der barê beşdariya jinan di siyasetê de û daxwaza saziyên jinan û saziyên civaka sivîl bo bilindkirina kotaya jinan a ji sedî 30 de jî wiha dibêje: "Beşdarbûna siyasî tê wateya mafê beşdarbûna hilbijartinan û dengdanê. Ji mafê jinan e ku di meclisa zagonsaz, encûmena niştimanî, wezaret û şaredariyan de bigihîjin cihên biryardanê. Li gorî zagonên Filistînê û ya ku ji aliyê Encûmena Zagonsaz ve hatiye pesendkirin, rêjeya nûnertiya jinan di van saziyan de tenê ji sedî 20 e lê em daxwaza mafê jinan di beşdariya siyasî de dikin û daxwaz dikin ku di hemû navendên biryargirtinê de rêje ji sedî 30 bilind bibe.”
Ji bo ilindkirina rêjeya kotaya ku hebûna jinan di sendîka û partiyan de dixe bin temînatê, tenê di Meclisa Zagonsaz de çalakiyeke tund heye. Tevî xirabûna rewşa aborî û civakî ya li Xezayê jî êdî divê tevgera jinan ji bo guhertina zagona hilbijartinê zextê bike.
Huda Alyan da zanîn ku li gorî zagona hilbijartinê ya hejmar 9 a sala 2005'an de hat guherandin ku sîstema kotayê ji bo jinên Filistînî tenê ji sedî 20 hat qebûlkirin, rola wê bi sînor hatiye hiştin û mîrateya çandî û civakî ya beşdarbûna wê jî kontrol dike. Di hilbijartinên Meclisa Zagonsaz de ku di Çileya 2006’an de pêk hatin, jinên Filistînê ji 132 kursiyan tenê 17 kursî bi dest xistin, ango ji sedî 7,8 e.
“Li ser partiyên siyasî kontrola civaka baviksalar heye”
Wê anî ziman ku serdestiya mêr li gelek saziyên taybet û giştî rê li ber jinan digre ku bigihîjin cihên biryardanê, ji bilî lawaziya înkubatora civakî ya piştgir ku dihêle jin vê yekê pêk bîne û wiha pêde çû: "Kontrolkirina civaka baviksalarî li ser partiyên siyasî, xirabûna rewşa aborî, berdewamiya dubendiya siyasî û îdarî di navbera bendara Rojava û Xezayê de, rawestandina Meclisa Zagonsaz a Filistînê ji sala 2017’an vir ve û astengkirina hilbijartinên vê dawiyê yên qanûnî, bûne sedema kêmbûna rola jinan û rêjeya temsîliyeta wan di jiyana siyasî de.
Her wiha bal kişand ku jin ji ber neheqî ji aliyê partiyên siyasî ve li wan hatiye kirin, bi zehmetî digihêjin cihên pêşketî û navendên biryardanê û wiha got: "Jin beşdarî diyalogên komên Filistînî yên li Qahîreyê nebûn. Tenê hiştin ku mêr werin û beşdarî diyalog û biryardanê bibin. Ev nimûneya herî mezin a bêedaletiya li dijî jinan e ku gihandina wan a li cihên biryargirtinê û beşdariya rast a siyasî qels kiriye.
“Peymanên navneteweyî hene”
Têkildarî peymana CEDAW'ê ya ku Filistîn di 1'ê Nîsana 2014'an de beşdar bû de got: "Welat peymana CEDAW’ê îmze kir bêyî ku xalên tê de di ber çavan re derbas bike. Em di nava pergala vê cîhanê de ne û her peymanek ku were îmzekirin, mecbûrî ye û em van xalan bişopînin, bi taybetî ger têkildarî jinan, mafên wan, hebûna wan û beşdarbûna wan di hemû aliyên jiyanê de bin.”
Huda Alyan behsa hin peymanên ku li gel peymana CEDAW'ê îmze kirine kir û got: "Peymanên neteweyî hene, weke belgeya serxwebûnê ya ku Yaser Erefat ji Cezayîrê ragihandiye û ev peyman di nava xalên taybet de ji bo jinan de cih digre. Di hemû warên jiyanê de çi di warê beşdariya siyasî, civakî, aborî, maf û erkan de cudahî di navbera zayendan de nîn e." Ew hêvî dike ku ev peyman di demek nêz de pêk werin.
“Em di warê fedakarî û destkeftiyan de bi hemû jinên Filistînê serbilind in”
Huda Alyan dibêje ku roleke jinan a girîng di birêvebirina proseya siyasî de heye û Samîha Xelîl ku yekem jin bû li cîhana Ereb beşdarî hilbijartinan bû, bû namzeda serokatiya Filistînê bi bîr anî. Wê diyar kir ku ev tecrube piştrast dike ku jin dikarin li Filistînê di meqamên bilind û biryardanê de cih bigirin û wiha got: "Li hemû welatên cîhanê zêdetirî neh dadwer, wezîr, sefîr û jinên pêşeng hene ku di gelek waran de xelatên navneteweyî wergirtine. Em bi hemû jinên xwe yên civaka Filistînê, di warê fedekarî û destkeftiyên wan de serbilind in.”
Her wiha da zanîn ku çiqas behsa jinên Filistînî jî bike ew ê nikaribe mafê xwe bi cih bîne û wiha got: "Jinên Filistînê di nava hemû welatên Ereb de cihêreng in. Ew ruxmî ku rastî dagirkeriya berdewam tên û ji sala 1948’an de her tim ji koçberiyekê ber bi yeka din ve diçin jî dîsa li ber xwe didin, qurbanî didin û di her warî de ji bo bidestxistina mafên xwe têdikoşin.”
“Mafê me heye ku em ji bo hilbijartina sêyemîn bibin namzed”
Huda Alyan di wê baweriyê de ye ku li her welatekî cîhanê her pêvajoyeke demokratîk nûkirina jiyana demokratîk e û wiha domand: "Hêvîdar im di demek nêz de em bigihîjin erêkirina hilbijartinên qanûndanîn, serokatî û meclisa niştimanî, tevî astengiyên dagirkeriyê yên li ser hilbijartinên ku berê hatibûn pesendkirin. Mafê me weke jin heye ku em ji bo hilbijartina sêyemîn bibin namzed û rêjeya nûnertiyê herî kêm ji ji sedî 30 bilind bikin.”
Wê destnîşan kir ku saziyên civaka sivîl ji bo pêşveçûna jinan dixebitin da ku karibin di meclisa zagonsaz û şaredariyan de bigihîjin cihên biryardanê û wiha got: "Jin ji ber ku ji tevahî pirsgirêkên xwe û pirsgirêkên civakê agahdar in zêdetir heq dikin ku bigihîjin şaredariyan.”
Tevî ku di xala 26'an a Destûra Bingehîn de beşdarbûna jinan di warê siyasî de, çi di avakirina wezaretan de çi jî di tevlibûna wezaretan de temînat e jî bi giştî tevlibûna jinan bi sînor maye.
“Divê ku rêz ji jinan re û ji dîroka têkoşîna wan re were girtin”
Huda Alyan bang kir ku rêz ji jinan re û ji dîroka têkoşîna wan re bê girtin her wiha hewldanên zêde ji bo pejirandina zagona malbatê û cezayên Filistînê ji bo bidestxistina dadmendiyê ji bo jin û keçan, parastina wan ji her cure tundûtûjiyê û peydakirina her cure piştgiriya ji wan re bê kirin û got: “Divê em piştgiriyê bidin jinan da ku mafên xwe yên di qanûnên Filistînê û peymanên navneteweyî de hatine destnîşankirin bi dest bixin û bigihîjin cihên biryardanê da ku beşdarî pêvajoya siyasî bibin. Divê em rola xwe bi hev re parve bikin û civakê ji urf û edetên neheq ên li dijî jinan rizgar bikin.”
Huda Alyan diyar kir ku qonaxa li pêş pir metirsîdar û dijwar e, bi hebûna rewşeke awarte li Filistînê û bi taybetî li Xezayê bandorên parçebûn û dorpêçkirinê hene loma jî di vê demê de dengê jinan wê bi bandor be. Alyan gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Hemû pirsgirêkên jinan, di nav de qanûnên malbatê, tundiya li dijî jinan, mîras, mafê kar û beşdariya siyasî, rawestiyane. Ji ber vê yekê divê jin xwedî li hemû pirsgirêkên xwe derkevin û têbikoşin. Li gorî daneyên fermî yên Filistînê, tevlibûna jinan di pozîsyonên biryardanê de li gorî mêran hîn jî kêm e. Daneyan nîşan dane ku ji sedî 5 ji endamên Encumena Navendî, ji sedî 11 ji endamên Encûmena Niştimanî û ji sedî 14 ji endamên kabîneyê jin in û tenê ji sedî 11 ji sefîrên aktîf di desteya dîplomasiyê de ne.”