Hilbijartinên parlamentoyê li Sûriyeyê dûrxistina siyasî ya jinan nîşan dide
Ji 210 endamên Meclîsa Gel tenê 20 jê jin in, daxwazên ji bo ji nû ve sazkirina pergala nûnertiya heyî zêde dibin da ku dawî li dûrxistinê bê û beşdariya jinan di pêvajoyên biryardayînê de bi zagonî were misogerkirin.
ESMAA MUHEMMED
Qamişlo – Gelek aktivîstan piştrast kirin ku rastiya nûnertiya jinan di Meclîsa Gel de nehevsengiyek berdewam û eşkere di pergala beşdariya siyasî de nîşan dide. Diyar kirin ku mekanîzmayên pêkhatî yên hatine pejirandin hebûneke hevseng û bi bandor a jinan di meqamên biryardayîn û qanûndanînê de nagirin bin temînatê, berevajî wan di çarçoveyeke sînorkirî de ku rolên wan ên rast di civaka Sûriyeyê de neyê teyîsandin de dihêle.
Di qonaxa veguhestina siyasî ya li Sûriyeyê û guhertinên berfireh di pergala siyasî û saziyên qanûndanînê de, hilbijartinên Meclîsa Gel bi karanîna mekanîzmayên nehatî fêrbûn hatin lidarxistin. Ev mekanîzma li ser komîsyonên hilbijartinê yên ku ji hêla desthilatdariya cîbicîkar ve hatine tayînkirin û destnîşankirina ji sêyan yekê endamên meclîsê bi fermana rasterast a serokomar ve girêdayî bûn. Van mekanîzmayan nîqaşek berfireh der barê lihevhatina wan bi pîvanên nûnertiya demokratîk û hêza wan a nîşandana îradeya gel bi hemû aliyan ve derxist holê.
Hilbijartin bi ji 210 endaman herî zêde 20 jê nûnertiya jin a sînordarkirî bi encam bû. Ev yek wek nîşaneyeke eşkere ya nûnertiya qels a jinan di saziyekê ku divê cihêrengiya civaka Sûriyeyê nîşan bide hat dîtin. Vê kêmbûnê rê li ber nîqaşeke li ser dadmendiya pêvajoya hilbijartinê û ka beşdariya jinan di biryardayînê de bi rastî çiqas sînordar e, li gorî rolên wan ên girîng di salên şer de û veguherînên civakî û siyasî yên ku welat şahidî kiriye de, vekir.
‘Tenê formalîteyek e’
Di vê çarçoveyê de, endama Komîteya Kordînasyonê ya Komîteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Emîna Omer mekanîzmayên ku di avakirina Meclîsa Gel de hatine bikar anîn rexne kir û diyar kir ku ew ne li ser bingeha hilbijartinên azad û rasterast in û got: “Li cihê wê di nav pergalek rêxistinî ku bi piranî bi tayînkirinan tê diyarkirin, hat meşandin. Vê jî beşdariya gel kêm kir û nûnertiyek nehevseng çêkir ku pirrengiya civakî û siyasî ya welat nîşan neda. Ev pergala hilbijartinê veguherînên kûr ên ku civakê di salên dawî de derbas kiriye, rolên girîng ên jinan di xebata mirovî û siyasî de û barên ku ji ber şer hatine (di nav de koçberî, windakirina debara jiyanê û girtin) nateyîsîne.”
‘Ev hejmar krîza di asta beşdariya jinan de nîşan dide’
Emîna Omer da zanîn ku nûnertiya jinan di nava parlamentoyê de pir kêm e, ji 210 endaman tenê 20 jin in. Wê ev yek weke dûrxistineke pergalî ku hebûna rast a jinan di jiyana giştî de yan jî asta beşdariyên wan di dema krîzê de nîşan nade nirxandin û got: “Pergala heyî ya meclîsê, ji ber nehevsengiya di nûnertiya pêkhateyên cuda yên Sûriyeyê de wê bêhtir wekî ‘fermî’ dike û hêza wê ya pêkanîna qabîliyeta xwe ya qanûndanîn û çavdêriyê ku ne li ser tayînkirinên sînorkirî be divê li ser bingeha beşdariya berfireh be qels dike.”
‘Dûrxistina berdewam a jinan serdestiya yekalî xurt dike’
Emîna Omer diyar kir ku nebûna jinan di parlamentoyê de ne tenê bi kêmbûna nûnertiyê ve sînordar e, rasterast bandorê li ser çawaniya çareserkirina pirsgirêkên weke mafên jinan, tundiya li ser bingeha zayendî, mafên zarok û malbatê û her wiha pirsgirêkên aborî, siyasî û civakî dike û got: “Nebûna dengê jinan van pirsgirêkan di rojeva qanûndanînê de bêbandor dike û dibe sedema nehevsengiyek di pêşaniyên parlamentoyê de. Hebûna jinan di saziyên qanûndanînê de divê ji nûnertiya sembolîk a sade wêdetir biçe û beşdariya wan a çalak di şekildana siyaseta giştî, xizmetkirina di komîteyên parlamentoyê de û girtina peywirên serokatiyê de jî di nav xwe de bigre. Dûrxistina berdewam a jinan serdestiya yekalî xurt dike û prensîbên hevkarî û wekheviyê qels dike.”
‘Divê beşdariya jinan ji sedî 50’î be’
Emîna Omer di vîzyona xwe ya ji bo çareseriyê de, banga avakirina hevpeymaniyeke jinan ne ya berfireh ku rêxistinên jinan û rêxistinên civaka sivîl di nav xwe de bigre kir. Her wiha diyar kir ku zextê li ser beşdariya bi bandor a jinan di hemû astên hikûmetê de bike û ya herî girîng, pejirandina temînatên destûrî yên eşkere, di nava de kotaya jinan a herî kêm ji sedî 50’î di saziyên fermî de kir û wiha got: “Ji bo vîzyona wan di pêvajoyên biryardayînê de were entegrekirin, me tekezî li ser pêwîstiya beşdariya jinan di nivîsandina destûrê û di komîteyên qanûndanîn û çavdêriyê de kirin. Dûrxistina berdewam a jinan pêvajoya avakirina dewleta nûjen qels dike û bandorê li ser îmaja welat di civaka navneteweyî de dike.”
Emîna Omer banga ji nû ve nirxandina pergala hilbijartinê kir da ku nûnertiya dadwer bi awayekî misoger bike ku rola xwezayî ya jinan wekî hevkarên sereke di pêvajoyên qanûndanîn û biryardanê de ji nû ve saz bike.
Nakokiya riya demokrasiyê
Berdevka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Sema Bakdaş, diyar kir ku Sûriye piştî deh salan ji desthilatdariya navendî û dûrxistinê, di qonaxa veguhêz a hesas de derbas dibe, di avakirina pergaleke siyasî ya nû de û jinan di nava komên herî zêde ji beşdariya siyasî û pêvajoyên biryardayînê dûrxistî de cih girtine. Sema Bakdaş da zanîn ku guhertinên bi qonaxa heyî re tên vê nêzikatiyê bi dawî nekirine, hebûna jinan di hikûmet û meclîsên qanûndanînê de qels dimînin û ev yek kêmasiyek di vîzyona siyasî der barê rolên wan di nava dewletê de nîşan dide.
Sema Bakdaş wiha got: “Hilbijartinên dawî beşdariya jinan bi sînor nîşan dan, hebûna wan tenê sembolîk û bêbandor bû, pir caran bi riya tayînkirinên teng ên ku şirîkatiyek rast nûnertî nedikirin.”
Sema Bekdaş ev yek weke gefek li ser xwezaya meclîsê dît û got: “Ji ber ku dûrxistina jinan tê wateya dûrxistina nîvê civakê ji pêvajoyên biryardayînê ku berevajî her riyeke ku îdiaya veguhestina ber bi demokrasiyê ve dike ye. Ezmûna jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê modeleke cuda pêşkêş kir; ev jin, ji bilî rolên xwe yên leşkerî di nava Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ), dikaribûn bibin beşek girîng a saziyên xwerêveberiyê û rêveberiyê, beşdarî danûstandinan û saziyên siyasî bibin. Vê ezmûnê destkeftiyên girîng bi xwe re anîne, wek pergala hevserokatiyê û meclîsên jinan û divê ev destkeftî bi destûrî û qanûnî werin garantîkirin da ku pêşî li berevajîkirina wan were girtin.”
Yekkirina hewldanan
Sema Bakdaş hişyarî da li dijî dubarekirina dûrxistina jinan di demên veguhêz ên bi heman rengî li welatên din û tekez kir ku zoriya rast ew e ku beşdariya jinan a heyî di destûra bingehîn a Sûriyeyê de veguherîne garantiyên mayînde. Sema Bakdaş banga yekkirina hewldanan da ku vîzyonek hevpar biafirînin û hevrêziya di navbera rêxistinên jinan ên li Sûriyeyê de ku di salên dawî de berfireh bûne, zêde bikin kir.
Sema Bakdaş bal kişand ser girîngiya bikaranîna çarçoveyên navneteweyî yên wekî Peymana CEDAW’ê û Biryara 1325 ji bo piştgiriya beşdariya jinan di pêvajoyên aştî û mekanîzmayên biryardayînê de û tekez kir ku ev piştgirî divê bi riya mekanîzmayên siyasî yên navxweyî yên zelal were gengazkirin û got: “Avakirina tifaqeke jinan a neteweyî ya berfireh dikare zextê biafirîne da ku nûnertiya jinan di parlamentoyê de, di nivîsandina destûrê de û di saziyên serwer de misoger bike û daxwazên jinan ji gotinan veguherîne pratîkê.”
Sema Bekdaş di dawiya axaftina xwe de piştrast kir ku pergalek bi rastî demokratîk bêyî beşdariya wekhev û bi bandor a jinan di hemû astên hikûmetê de nayê bidestxistin.