Heyeta Kongra Star li Baskê bi şaredarên sê bajaran re hevdîtin kir

Heyeta Kongra Star li Meclîsa Şaredariya Dûrango ya bajarê Biscayê yê Baskê bi şaredarên Dûrango, Gernîka û Otxandio re hatin gel hev û li ser pêvajoya heyî û rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîqaş kirin.

 
Navenda Nûçeyan - Heyeta dîplomasiya Kongra Star a ji Narîman Evdike, Rawda Hesen û Menal Mihemed pêktê li Baskê ji aliyê Meclîsa Şaredariya Dûrango ya bajarê Biscayê ve hatin pêşwazîkirin. Di merasîma pêşwazîkirinê de şaredarên Gernîka û Otxandio jî amadebûn. Şaredarên van bajaran û heyeta Kongra Star li ser mijarên di rojevê de û pêvajoya ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê têre derbas dibe nirxandin kirin. Hîna hevdîtinên heyeta Kongra Star li Welatê Baskê dewam dikin.
Di sala 2017’an de du bajarên di pêvajoyên şer de bûne kelehên berxwedanê Durango û Kobanê bi hev re peyîmanek hevkariyê îmza kiribûn. Di çarçoveya hevpeyîmanê de yek ji xebatên bi hev re hatiye kirin jî bi hevkariya Komeleya Suargî di sala 2018’an de li Kobanê vekirina akademiya jinan bûye.