Heyam El-Cenaynî: Sedemên ku jin nagihîjin cihên biryardanê gelek in

Parêzera dozên tundiyê Heyam El-Ceyanî sedemên herî girîng ên ku rê li ber jinan digrin nikarin bigihîjin cihê biryardanê zelal kir û got ku ji bo gihandina cihên biryardayînê jêhatîbûn tenê têrê nake.

ASMAA FATHI

Qahîre - Gelek astengî nahêlin jin li Misrê bigihîjin cihên biryardanê. Jin ji ber zîhniyeta baviksalarî ya ku kariyer û mezinbûna siyasî ji bo mêran dibînin zehmetiyan dikşînin. Gelek jinan şer kirin da ku cih ji xwe re di civaka ku her dem dibînin jin ji mêr kêmtir tên dîtin û gihîştina wan ji astek îdarî li cihek ku mêr lê kar dikin mêraniya wan kêm dike bêyî berçavgirtina dadmendî û prensîba îmkanên wekhev bi dest bixin. Têkildarî mijarê parêzera dozên tundiyê Heyam El-Ceyanî sedemên herî girîng ên ku rê li ber jinan digrin ku bigihîjin cihê biryardanê eşkere kir.

"Ji bo gihandina astên biryardanê jêhatîbûn tenê têrê nake"

Parêzera dozên tundiyê Heyam El-Ceyanî diyar kir ku sedema astengiyên ku jin di bazara kar de, beşdariya siyasî û gihandina cihên biryardanê de pê re rû bi rû dimînin bi çanda civakê ya ku hebûna jinên di pêşengiyê de nas nake ve girêdayî ye û wiha got: "Streotîpên girêdayî xwezaya xebata jinan yek ji wan krîzên herî girîng e ku bi wan re rû bi rû ne û bi hemû hêza xwe hewl didin ji van qeyranan rizgar bibin lê di gelek rewşan de ev hewldan bêencam dimînin. Taybetmendî û şiyana jinan ji bo nûnertiya parlamentoyê û gihandina cihên biryardanê ne pîvan e. Hilbijartina kotayê girêdayî pergala malbatî û eşîrtiyê ye û ne li gorî şiyana jinan a beşdarbûna jiyana siyasî û jêhatiniya wê ye. Gelek jinên jêhatî hene û di qada siyasî de cih digrin û beşdarî çalakiyan dibin lê mixabin ji ber ku nikarin ji bo reklam û danasîna xwe xerc bikin, nikarin bikevin hilbijartinên parlamentoyê."

"Pêdiviya jinan li Misirê bi derfetên wekhev û adil heye"

Heyam El-Ceyanî da zanîn ku civak têgihîştinek wisa bi jinan re çêdike ku wekî paşeroja wan di zewacê de be, ji mêran kêmtir bin, ew ê nikaribin xwe bigihîjînin cihên biryardanê û xwedî karên din ên ku ne girêdayî qada giştî, bazara kar û jiyana siyasî ne û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Mêr jî xwedî heman berpirsyariya ku civakê daye ser milên jinan. Ji bo ku wan lawaz bikin, şiyanên wan kêm bikin û rola wan bi sînor bikin her tişt dikin. Pêdiviya jinan li Misirê bi derfetên wekhev û adil heye ji bo têgihîştina ku dibêje jin ji mêr kêmtir in, çi di kar de, çi di hilbijartinan de û çi di beşdariya siyasî de be biguhere. Min gelek rewş dîtin, wek nimûne, redkirina xwendekarên jin ji tayînkirina alîkarên mamostehiyê li zanîngehê û bijartina mêr. Tevî ku herdu heman teqdîrê digrin jî wekî her car tercîhek ji bo mêran heye."