"Hewldanên tunekirina Rêveberiya Xweser tên kirin, divê gelê me baldar be"

Cîgira Encûmena Rêveber a herêma Firatê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Bekir bal kişand ser hewldanên tunekirin û teşhîrkirina Rêveberiya Xweser. Emîne banga xwedîderketina li Rêveberiya Xweser û destkeftiyên şoreşa 19`ê Tîrmehê kir.

 
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Êrîş û hewldanên teşhîrkirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji aliyê hêzên hegomonîk û desthilatdar ên wekî dewleta tirk û çeteyên wî û rejîma Baasê vê didomin. Ev hêz hewl didin bi riya şerê taybet gelên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn, li dijî Rêveberiya Xweser rakin. Di vê çarçoveyê de Cîgira Encûmena Rêveber a herêma Firatê Emîne Bekir ji ajansa me re behsa armanca van êrîşan kir û helwesta xwe anî ziman.
"Rêveberiya Xweser modela jiyana azad, demokratîk û wekheviyê ye"
Şoreşa Rojavayê Kurdistanê di 19`ê Tîrmeha 2012`an de dest pê kir, piştre derbasî tevahî herêman bû. Emîne behsa şoreşa 19`ê Tîrmehê wiha kir: "Çirûska şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji Kobanê dest pê kir. Di wê demê de li gelek welatên Rojhilata Navîn raperînên daxwaza azadî, demokrasî û wekheviyê dest pê kiribûn. Li hundirê Sûriyeyê jî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşa 19`ê Tîrmehê hilbijartin. Ev şoreşa ku çirûska wê ya destpêkê li Kobanê bû, ji tevahî neteweyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn û ji gelek gelên bindest ên Rojhilata Navîn re bû hêvî. Di roja îro de pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, Asur, Ermen, Tirkmen, Çerkez û hwd. di bin sîwana Rêveberiya Xweser de bi rengekî azad, demokrat û wekhev dijîn. Her neteweyek bi ziman, çand, reng û nasnameya xwe beşdarî vê pergalê bûye."
"Pergalên serdest xwe li ser tunekirina gelan bi hêz dikin"
Emîne hişemendiya ku li Rojhilata Navîn serdest e wiha analîz kir: "Hişmendiya ku li Rojhilata Navîn hikûmdar e, her tim yek reng, deng û alê bingeh digre. Her wiha hebûna gelekî li ser bingeha tunekirina neteweke din hatiye çêkirin. Li ser vê bingehê hêzên desthilatdar û hegemon nakokî, alozî û şerê navxweyî ava çêdikin da ku temenê desthilatdariya xwe dirêjtir bikin. Her wiha her tim jinan ji civakê dûr xistin û wan bê rol hiştin. Xwestin ciwanan li gorî berjewendiyên xwe bi kar bînin. Xwestin tenê hişmendiya mêrê serdest, zayendperest û netewperest hebe û gelan li gorî berjewendiyên xwe bi rê ve bibe. Pergala Rêveberiya Xweser ji hêzên hegomonîk ên di hawirdora me re dibe asteng da ku desthilatdariya xwe bi rengekî rehet bidin meşandin."
"Dixwazin Rêveberiya Xweser ji naveroka wê derxin"
Emîne Bekir êrîşên ku Rêveberiya Xweser rû bi rû pê re dimîne wiha anî ziman: "Ji roja damezrandina vê rêveberiyê ve em her tim rastî êrîşên cur be cur tên. Ev hêz hewl didin naveroka rêveberiyê vala derxin û teşhîr bikin. Her wiha wê hewldanên xirabkirina taboloya ku bi mozayîka gelan hatiye xêzkirin, hebin. Li ser vê bingehê di van demên dawî de rêzebûyerên ku armanca wan teşhîrkirina Rêveberiya Xweser û gel li djiî me rabikin hebûn. Weke bûyera li Minbic, Hesekê, qutkirina ava Firatê ji aliyê dewleta tirk ve, li ser malperên medyaya civakî daxuyanî û gotinên ne rast û hwd. tên kirin. Dewleta tirk bi taybetî vê projeyê hedef digre ji ber ku Rêveberiya Xweser bi pêşengiya gelê Kurd hatiye avakirin. Her wiha bingeha xwe ji bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan digre. Li aliyê din jî rejîma Baasê ku dijminatiya xwe bi vê pergalê re dike, ew jî her tim di nava hewldanên hilweşandina vê pergalê de ye. Di aliyekî de jî qetilkirin û hedefgirtina rûspiyên êlên pêkhateya Ereb, Rêveberî û hevserokên meclisan, jinên ku hevseroketiyê dikin. Ew dixwzin bi van êrîşan zemîna Rêveberiya Xweser lawaz bixin û fitneyê di nava pêkhateyan de ava bikin."
"Em ê bi hev re bibin bersiva êrîşan"
Cîgira Encûmena Rêveber Emîne Bekir di dawiya axaftina xwe de banga baldarbûna ji êrîşan kir û got: "Rêveberiya Xweser hebûn û tunebûna me ye. Ev proje ji bo me derfeteke dîrokî ye û divê em xwedî lê derkevin. Banga me ji tevahî gelan re û bi taybetî jinan re heye ku li dora vê rêveberiyê bibin xelek û destkeftiyên xwe biparêzin. Her wiha divê ku em li hemberî şerê taybet ê di nava me de tê meşandin balder bin. Baweriya me bi gelê me heye û em dizanin ku baweriya wan jî bi me heye. Li ser vê bingehê em ê bi hev re bibin bersiva tevahî cureyên êrîşan."