Hevserokên nû yên HDP’ê hatin hilbijartin

Di Kongreya Awarte ya HDP’ê de Sûltan Ozcan û Cahît Kirkazak ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin.

Enqere- 4’emîn Kongreya Awarte ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Navenda Bazirganiya Cîhanê hat lidarxistin. Di kongreyê de namzetên Hevserokên Giştî yên HDP'ê Sûltan Ozcan û Cahît Kirkazak jî axivîn.

‘Em ê hewl bidin ku bibin layiqî we’

Sultan Ozcan anî ziman ku ji roja damezrandina HDP’ê heta niha 11 sal in di nava lijneyên cuda de cih digire û got: “Dema ku erka hevserokatiya HDP’ê ji min re hat pêşkêşkirin, ez soz didim ku wê weke nîşana rûmetê hilgirim, hebûn û felsefeya wê biparêzim û bibim parçeyek ji meşa mezin a mirovahiyê. Em ê hewl bidin ku di vê qonaxa rêwîtiya xwe ya ber bi hêviyê de layiqê we bin, para me di vê meşa ku ez bi rûmet û hezkirinê pê ve girêdayî me çi dibe bila bibe. Me got ‘HDP fikir e, nayê girtin’.

‘Bila ji me bitirsin’

Namzetê din ê hevserokatiya HDP’ê Cahît Kirkazak jî di axaftina xwe de got: “Dema me di nava HDP’ê de dest bi têkoşînê kir, me soz da hev, gelên Kurdistanê, gelên Tirkiyeyê û dîrokê. Soza me ew bû ku em daxwazên dayikên aştiyê yên di rêya aştiyê de jiyana xwe ji dest dane pêk bînin û gotina me hê jî derbasdar e. Em ê teqez vê têkoşînê bigihînin serkeftinê. Banga me jî ji bo gelê me ye, milê xwe bidin me, destê xwe bidin me. Werin em bi hev re jiyana nû, jiyana azad ava bikin. Yên ku êrîşî xeta jiyana me ya azad û nû dikin bila bizanibin ku hûn ê bi ser nekevin. Bila ji me bitirsin.”

Sultan Ozcan û Cahît Kirkazak hatin hilbijartin

Piştî axaftinan kongre bi dengdayînê berdewam kir. Di hilbijartina ku bi rêjeya ji 904 delegeyên HDP’ê pêk dihat de Sûltan Ozcan û Cahît Kirkazak bûn Hevserokên Giştî yên HDP’ê. Di kongreyê de Meclîsa Partiyê ya HDP'ê (PM) û saziyên wê yên rayedar jî hatin diyarkirin. Li gorî vê;

Endamên esil ên PM’ê: Adem Demîragaç, Ahmet Yaşaroglû, Aydin Çetînkaya, Ayfer Demîrel, Ayşe Yilmaz, Besra Aslan, Cevdet Bakin, Fatma Yilmaz, Gulistan Ataş, Gulsum Agaoglû, Gultekîn Koçdemîr, Gulten Akdag, Gulustan Onver, Hatîce Akdag, Husnu Kuran, Îsmet Kaya, Kahraman Oguz, Kamîle Koç, Kayhan Yuksel, Kiymet Temel, Kiznaz Turkelî, Mahmût Çavli, Mahmût Emîn Avci, Mehmet Yalçin, Mehmet Zarîf Kesîcîler, Mûstafa Erbek, Muge Yamanyilmaz Koşar, Nûrettîn Soznmez, Perûze Demîr, Resûl Sadak, Saît Biçakci, Salih Mevalî, Sevgul Yalçin, Songul Kose, Şengul Aci, Turkan Konukcu, Ubeydûllah Ozmen, Ufuk Ozel û Zehra Vezan Karabulut.

Endamên cihgir ên PM’ê: Nilûfer Yeşîltepe, Aydin Kaya, Cahît Dogan, Melek Yerkan, Zekiye Ozkan, Şenel Ozturk, Îmam Ozçelik, Çetîn Çîftçî, Hazîme Denîz, Mehmet Aga Benlî, Guher Urkun, Îsmaîl Agan, Selamî Ozyaşar, Saît Kiliç û Zabit Vurdu.

Endamên lijneya disiplînê: Adalet Aydin Sozkesen, Ayhan Akgul, Berfîn Kaya, Bîlal Algunerhan, Celal Soguk, Şevkiye Muge Caner û Yuksel Yildirim.

Endamên esil ên lijneya lihevhatinê: Ayşe Etîz, Emîne Ecer û Nûman Hasanoglû.