Hevdîtinên "Ji xizaniya jinê re na" li Marmarayê despêkir

Hevdîtyinên kampanya ya "Ji xizaniya jinê re na" ya ji aliyê Meclisa Jinan a HDP’ê ve hatî despêkirin li Herêma Marmarayê dewam dike.

 
Navenda Nûçeyan - Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê di çarçoveya kampanya xwe ya "Ji xizaniya jinê re na" de, hevdîtina xwe ya bi jinan re didomîne. Heyet di serî de li Osmangaziya Bûrsayê li otelekê bi Platforma Jinan a Bursayê re hat gel hev. Di hevdîtinê de Hevseroka giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan,  Berdevka Meclisa Jinan a DHP'ê Ayşe Acar Bajaran,  Hevberdevka Komîsyona Rêxistinê Ozlem Gunduz, parlamenter Zuleyha Gulum,  Endamên Komîsyona Jinan Bedîa Akkaya, Feray Mertoglu, Tulay Çolak, Berdevka SODAP'ê Sevtap Akdag, Endamên Meclisa JInan a HDP'ê ya Bursayê û gelek jin tevli bûn. 
“Tirkiye bûye welatê komkujiyan”
Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran di destpêkê de axivî, jinên çalakvan ku duh li Taksîmê çalakî pêk anîn silav kir û got, "Em gelek caran bi qasî ku nikaribin jin û edaletê di nav heman hevokê de bi kar bînin dibin şahidê bê edaletiyê.  Ev têkoşîna jinê wê tenê bi hilweşandina barîkatan bi sînor nemîne û wê îqîtdara serdest a Mêr jî têk bibe. Êdî me hemûyan jî dît ku xizanî jî tenê para jinê ye.  Çareseriya vê jî têkoşîna hevpar e." Ayşeyê kesên li Madimakê hatin qetilkirin jî bi bîr anîn û got, "Mixabin Tirkiye bûye welatê komkujiyan. Li dijî vê bê edaletiyê di serî de jin em ê test ji têkoşînê bernedin."
“Di têkoşîna jinê de cudahîya cîh û demê nîne”
Pervîn Bûldan di destpêkê de hemû jinên girtî silav kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Di têkoşîna jinê de cudatiya cih û demê tune ye. Em li vir têkoşîna Denizê jî bi bîr tînin û em ê bi têkoşîna wê girêdayî bin. Ji bo hesabê vê komkujiyê bê pirsîn em ê têkoşîna xwe heta dawiyê bidomînin. Em ê destûrê nedin ku xeyalên Denîzan nîvco bimîne. Xeyal û têkoşîna Denîzan xeyal û têkoşîna me ye. Di heman demê de xewna me ye! Ew ê têkoşîna me bijî."
Pervîn bal kişand ser Komkujiya Madimakê ya 2'yê Tîrmehê û wiha got: "28 sal berê 33 nivîskar, hunermend û 2 xebatkarên otelê bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Ez her kesên di vê komkujiyê de hatin qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînim. Ez li ber wan bejna xwe ditewînim. Em vê zihnyeta ev komkujî kir ji komkujiyên Meraş, Çorum, Gazî, Gezî û ji 17 hezar cinayetên kiryarê wê ne diyar ji komkujiyên Pirsûs, Enqereyê nas dikin. Li gor me ev sûcên li dij mirovatiyê divê nekeve ber demboriyê. Ew ê nikaribin demê bidin sekinandin! Ew ê dawî li helbestên Metin Altiokan neyê."
“Em nûnertiya têkoşîna hevpar a jinê dikin”
Pervîn bi lêv kir ku HDP xwe bi nûnertiya wekhev bi rêxistin dike û siyaseta xwe dike û partiya jinan e û wiha domand: "Em nûnertiya têkoşîna hevpar a jinê dikin. Dê tu jin nemînin ku em dengên wan nedin bihîstin. Loma ev demeke dirêj e em di çarçoveya Kampanyaya Ji bo Jinan Edalet de hevdîtinên 'Ji Xizaniya Jinan re Na' pêk tînin. Ev hevdîtin hêz û cesaretê dide me. Hevdîtinên ku pêk hatîn hêzek dide me û biryarbûn û werêktiya me xurt dike. Em şahîdiya rizîbûna îqtîdarê dikin, êdî têk diçe. Di encamê de xizanî, birçîbûn, sefalet û bêdaletî jî li dora civakê dorpêç dike. Ji bilî qismek biçûk a nêzî îqtîdarê, bi milyonan kesên ku li vî welatî dijîn bi xizaniyeke dîrokî re rûbirû ne.”
Pervîn, diyar kir ku jin di her qadê jiyanê de bi edaletiya pergala serdest a mêr re rûbirû dimîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jin di karên bê ewle de dixebitin, jin mehkûmê jiyana asta herî kêm dikin. Her wiha li aliyek jî li hemberî jinê her cureyên sûc pêk tên û jin tên qetilkirin. Bi taybetî jî li hemberî zarokan êriş zêdetir dibin. Doza Elmali mirovan matmayî dike û em carek din dibînin ku mêr ji hêla dadgehan ve tên parastin. Li şûna ku edaletê pêk bîne hejmara sûcan zêde dike. Bi deste dadgehê êrişên li hemberî zarokan tên meşrûkirin. Ev tişt asta rizandinê nîşan dide.” 
“Jinên wêrek li qadan têkoşînê mezin dikin”
Pervîn, destnîşan kir ku sûcên ku li hemberî jinê pêk tê polîtîk in û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Çend sûcên ku li hemberî jinê polîtîk be, sûcên li hemberî zarokan jî heman tişt e. Di êrişa zayendî ya li Weqfa Ensarê divê mirov ji bîr neke. Sûcên ku li hemberî zarokan bê ceza dimînin. Sûcên li hemberî zarokan polîtîk e, bi rêxistinî û bi pergalî pêk tê. Ji ber vê sedemê em di Peyman Stenbolê de israr dikin. Peymana Stenbolê ji bo me temînat e. Betalkirina peymanê kêyfî ye. Îqtîdara AKP’ê li hemberî zarok û jinan sûcdar e. Îqtîdar bi betalkirina peymanê wezîfeyên xwe yên li hemberî jin û zarokan ji holê rakir. Îqtîdar bi tirsê, çewisandinê û bêewle hiştinê dixwase serdestiya xwe ya mêr li ser piyan bigire. Bi şikandina hêza jinê hewl dide ku bi ser keve. Lê divê îqtîdara bizane ku jin bi biryar û bi werêk in dê li qadan têkoşîna xwe mezin bikin. Hêza rêxistinbûna jinê dikare îqtîdarê hilweşîne. Heke li hemberî destkeftiyên jinan êriş zêde dibin divê bê zanîn ku îqtîdar têk diçe. Werêktiya me dibe tirsa îqtîdarê. Jin tucarî li hemberî îqtîdarê serî natevîne. Em qadên jiyanê ji pergala mêran re nahêlin. Her roja me dê bibe mezinkirina têkoşîn û rêxistinbûnê.”