Hevberdevka HDP'ê Ebru Gunay: Di dijminahiyê de dibin yek

Hevberdevka HDP'ê Ebru Gunay anî ziman ku têkiliya dewlet û mafya mekanika darbeyê bi xwe ye û wiha got: "Ocalan berê gotibû eger çareseriya demokratîk pêş bikeve dê rê li pêş mekanîka darbeyê û kaosê bê girtin. Em îro bi vê pergal û mekanîkê re rû bi rû ne."

 
Enqere - Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, li Navenda Gişti ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar xist. Gunay, der barê geşedanên di rojevê de û tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxandinên girîng kirin. Ebru Gunay, ewil bal kişand ser komkujiya 29'ê Gulana 1980’a ku 57 kes li Çorûmê hatibûn qetilkirin û wiha got: "Ev komkujî jî wekî komkujiya Sêwas, Mereş û komkujiyên din bûn. Ev komkujî jî di kontrola dewletê de pêk hatin. Wê demê plankar û sazumankarê vê komkujiyê hatin parastin. Hej hesap ji van kesan nehatiye pirsîn. Em komkujiya Çorûmê nalet dikin û kesê di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane wan bi rêzdarî bibîr tînin. Îro têkiliyê qirêj ên derdikevin holê carek din nîşan dide ku ev komkuji çapa pêk hatine." 
Ebru Gunay, anî ziman ku bi darbeya 27'ê Gulanê ya 61 sal berê vîna gel tune hat hesibandin û wiha got: “Em hemû kes dizanin ku van darbeyan birînê mezin di jiyana me ya civakî û siyasi d vekirin. Her darbeyek li Tirkiyeyê pêş ket, Tirkiye bêtir ber bi rojên tarî ve bir. Bêtir Tirkiye xizan bû û neliretî bêtir pêş ket. Bê hiqûq û demokrasî pêtir paşve çû. Bêtir hêz û çeteyên mafya mezin bûn û xwe bi rêxistin kirin. Mixabin îro hişmendiya darbeyê berdewaa 12'ê Îlonê, 28'ê Sibatê û berdewama darbeyen din e."  
“Çete û mafya şirikê vê îqtîdarê ne”
Ebru Gunay, bal kişand ser rewşa îro tê jiyîn û ev tişt lê zêde kir: “Em di sala 2021'an de bi heman tabloyê re rû bi rû ne. Dîsa hiqûq û demokrasî tune ye. Êrişên li dijî siyaseta demokratîk didomin. Hilbijêrên siyasî girtî ne. Qeyûm tayîni vîna gel dikin. Çete û mafya şirikê vê îqtîdarê ne. Xwediyê çete û mafya ne. Birêz Abdullah Ocalan ê di tecrîda mutlaq de ye berê der barê darbeyan de hişyarî kiribû. Berê gotibû ku çareseriya demokratîk pêş nekeve dê darbe pêş bikevin. Gotibû ku çareseriya demokratîk pêş nekeve de mekanîka darbeyê têkeve meriyetê. Birêz Ocalan berê hişyar kiribû, Tarbeya ku Birêz Ocalan berê hişyar kiribû îro em dijîn. Li aliyekî kaosa dewletê, li aliyê din kaosa çete û mafya pêş dikeve. Ev hemû berhemên bêçareseriyê ye. Ev mekanîka darbeyê bi destê îqtîdarê pêş dikeve. Îqtîdar her roj darbeyan dike. Dîsa ji hêzê muxalif re dibêje 'Piyê xwe rast bavêjin Ev rojên we yên xweş in' û gefan dixwe. Ev hişmendiya darbeyê bi xwe ye. Ji bo ku Tirkiye ji vê hişmendiya darbeyan rizgar bibe, divê demokrasî pêş bikeve. Divê têkoşîna hevpar a demokrasiyê pêş bikeve. Êdî ev de naxwazek e. Ev pêdiviyek mecbûrî ye. Ger ku têkoşîna hevpar a demokrasiyê pêş nekeve, dê çete, mafya, û hêzên tarî bêtir Tirkiye dorpêç bikin û têxin nava tora xwe." 
Ebru Gunay, da zanîn ku êdî tu kes nikare ser van çete û mafya bigire û wiha axivî: "Piştî qatîl û çete ji girtîgehan derketin, rewşa çeteyan derket asta herî jor. Dema mijar dibe meseleya Kurd hemû hêz dibin yek. Hemû çete dibin îtîfaq. Em hemû bindestênn vê civakê, jinên Kurd, elewî û hemû ên din, em bûne şahidê vann êrîşên xedar ê dewletê. Bi hatina AKP-MHP'ê ev êrîş li hemû Tirkiyeyê belav bûn. Îro aktorê van têkiliyên qirêj bi şerê ku heta niha bi ser neketine û wekî bi ser ketine nîşan didin, xwe diparêzin. Ev dîmen û vîdeoyên ku rastiya qirêjiya wan derdixe holê, ji sedî ne 1 perçeyê rastiyê ye. Ev rastiya wan tenê ji deryayê dipolek av e. Ji xeynî navên Peker, Soylu, Agar raste rast girêdayî dewleta bûye çete ye.Aliyeki van çeteyan dikevin îhaleyan. Aliyê din jî şerê parvekirina burokrasiyê ye."  
“Divê em bi hev re têkoşîna hevpar a siyaseda demokratîk pêş bixin”
Ebru Gunay, da zanîn ku ev pergala mafyayê ji bo ser sûc û qirêjiya xwe bigire êrîş dike û wiha berdewam kir:  "Divê em vê rastiya mafya bibînin û têbikoşin. Li dijjî vê rastiyê ji xeynî têkoşîna hevpar wekî din çare tune ye. Divê em bi hev re têkoşîna hevpar a siyaseda demokratîk pêş bixin. Ev pergala mafya ji bo me îtîfaqa çete û mafya ye. Hemû bi hevre hevkariya sûc dikin. Ji bo em vê yekê ji holê rakin divê em rêxistina civakî pêş bixin. Divê em bi hevre îtîraz û dengê gel bêtir zêde bikin. Berpirsiyarê kuştiyên kujer nediyar ên salê 90’î tetîkêşên JÎTEM’ê ne. Tetîkêşê JÎTEM'ê û yên gund vala kirin û şewitandin, şirîkê van kesê ku îro navê wan li holê belav bûye ye. Îro Tirkiye nikare vê rizîbûnê rake. Civak ne mecbûr e qirêj bibe. Ji ber vê yekê heta ku civaka me û gelê me bigêje rojên xweş û pêşerojek ronî, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Li dijî vê vîrûsa ku civakê dirizîne çareserî pêşxistina têkoşîna demokratîk e. 
Gelek sedemên vê rizînê hene. Lê sedema sereke dijminantiya li dijî Kurdan e. Roja berê Erdogan bi xwe îtîraf kir. Gelê Tirkiye bi hesret û heviyek mezin piştgirî da  Tirkiyeyê. Erdogan bi xwe vegot ku çawa li dijî aştiyê suikast pêş xistin Eger îro pêvajoya çareseriyê bi ser ketibûya. Eger îqtîdarê ev pêvajo nekiribûya qurbanê berjewendiyên xwe yên siyasî, civake dê îro li şûna çeteyan pêşketina demokrasiyê niqaş kiribûya."  
“Çalakiya girtiyên siyasî ya li dijî tecrîdê di roja 183’an de didome”
Ebru Gunay, da zanîn ku eger ev mekanizmaya mafya hebûna xwe berdewam dike sedem tecrîd e û wiha lê zêde kir: "Parêzerên Birêz Abdullah Ocalan, malbata wî û girtiyên siyasî ji bo tecrîd bi dawî bibe bang dikin. Nûnerênn civakê ji bo tecrîd bi dawî bibe bê navber bang dikin. Ev bang û têkoşîn di heman demê de ji bo Tirkiye ber bi pêvajoyek xerab ne neçe ye. Çalakiya girtiyên siyasî ya li dijî tecrîdê îro di roja 183'an de didome. 768 hiqûqnas ji bo tecrîdkirina Birêz Ocalan bi dawî bibe bang kirin. Têkokoşina li dijî tecrîdê erk û peyvira têkoşîna demokratîk e. Xizaniya jinan ne tesadufî ye. Sedema xizaniya jinan a bingehîn cudakariya li ser zayendê hatiye avakirin e. Îro sedema vê xizanî û cudakariyê dijminantiya îqtîdarê ya li dijî jinan e.