‘Heta ku hişmendiya nijadperest bi dawî nebe projeya aştiyê bi ser nakeve’
Çavdêra Siyasî Sara Reza balê dikişîne ser astengiyên li pêşberî pêvajoya ‘Aştiyê û Civaka Demokratîk’. Diyar dike ku dewleta Tirk heya roja îro, ji bo çareseriyê tu gavên demokratîk neavêtine.
DÊRÎN REHÎM
Silêmanî – Pirsgirêkên kûr û dîrokî yên civaka Kurdî, di pirsa jinan de jî bi zelalî xuya dikin; jin jî mîna hêzên siyasî dabeş bûne û piraniya wan di çarçoveya îdeolojî û aliyên fikrî yên cuda de dihizirin.
Di 27’ê Sibata 2025’an de, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina pirsa Kurd û gelên herêmê, demokratîzekirina Tirkiye û Rojhilata Navîn dest bi pêvajoyeke nû kir û bi rêya wê banga “Aştiyê û Civaka Demokratîk” kir. Piştî wê jî, PKK’ê Kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist; biryara xwefesixkirinê û ligel bidawîkirina xebat û têkoşîna çekdarî da.
Der barê vê mijarê de Çavdêra Siyasî Sara Reza ji nûçegihana ajansa me re got: “Jin bi awayeke çalak di nav gel de ne û nasekinin; projeya aştiyê dighînin guhê civakê û hemû cîhanê û dibêjin: ‘Em çawa ku di hemû şeran de pêşeng bûn, em ê di projeya aştiyê de jî pêşengtiyê bikin’.”
Astengiyên projeya aşitiyê û helwesta dewleta Tirk
Sara Reza destnîşan kir ku projeya aştiyê ji 27’ê Sibata 2025’an ve dest pê kiriye, niha salek û şeş meh in berdewam dike û wiha got: “Ev proje di navbera gelê Kurd û dewleta Tirk de bi rê ve diçe. Gelê Kurd pêngavên mezin ji bo vê projeyê avêtine, lê dewleta Tirk ji aliyê siyasî û demokratîk ve tu gav neavêtine. Ji bo serkeftina vê projeyê amadekariyeke baş a civakî û çandî heye, lê di heman demê de proje di bin bandora hevkêşeyeke aloz a navxweyî û navneteweyî de ye. Di vê qonaxê de pêgeha Kurdan ji ber nebûna bername û helwesteke yekgirtî qels bû.”
Sara Reza da zanîn ku ji bo çareserkirina pirsa Kurd di navbera dewleta Tirk û gelê Kurd de aliyê sêyemîn tune ye, ev jî kêmasiyeke ji aliyê dewleta Tirk ve ye û bûye sedem ku pêngav xav û sist bibin. Sara Reza wiha berdewam kir: “Berpirsên dewleta Tirk daxuyaniyên cuda li ser mijara aştiyê didin; Erdogan dibêje ‘em destûra ku li Tirkiyeyê bi vî awayî hatiye sazkirin şermezar dikin’, lê belê yek ji wan xalên di destûrê de cih digire, înkarkirina nasname û hebûna gelê Kurd e. Ev sed sal in gelê Kurd tê qirkirin û bi agir û hesin tê lêdan, lê gelê Kurd di xebat û têkoşîna xwe de berdewam e û rêxistinên xwe bi pêş ve biriye. Nexasim PKK; tu zext û zordariyekê jî nekariye wî ji hebûn û nasnameya wî poşman bike. Li nav Tirkiyeyê neteweyên cuda hene, lê Tirkiye dixwaze Kurdan bike Tirk. Heta ku Tirkiye dawî li hişmendiya xwe ya nijadperest neyîne, nikare projeya aştiyê bi şêwazekî herdemî û berdewam bi rê ve bibe.”
‘Mercên serkeftina projeyê û helwesta Rêber Abdullah Ocalan’
Sara Reza her wiha diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di navenda vê projeyê de ye û divê ev yek bi azadiya wî ya fîzîkî pêk bê. Reza wiha pêl da axaftinên xwe: “Pêwîst e pêngavên siyasî ji bo Rêberê Gelê Kurd bên mîsogerkirin, mîna nûnerê serekî yê Kurdan bê qebûlkirin û ev yek di nav destûr û qanûnên wî welatî de jî bê garantîkirin. Divê di qanûn û destûra Tirkiyeyê de mikurhatina bi hebûna Kurdan a ji aliyê nasname û çandê de bê kirin. Pêwîst e qanûneke taybet ji bo wan hevalên ku di nav Partiya Karkerên Kurdistanê de têkoşîn kirine bê derxistin, da ku vegerin nav Tirkiyeyê û çalakiyên xwe yên siyasî û civînên xwe berdewam bikin.”
‘Di şer û aştiyê de rola jinan a pêşengtiyê’
Derbarê rola jinan a di mijara aştiyê de, Sara Reza anî ziman: “Jin roleke pir girîng û bi bandor di projeya aştiyê de dilîzin; kesê ku nûneratiya pirsa aştiyê dike jin e. Hemû jinên Kurd, çawa ku pêşengtiya wê şoreş û rêxistinbûnê kirin, îro jî pêşengtiya vê projeyê dikin. Li her derê ku jin pêşengtiyê neke, ne şoreş bi ser ketiye û ne jî civak bi pêş ve çûye. Helwest û rola jinê di nav projeya aştiyê de pir mezin e û divê hê bêhtir gavan bavêje. Da ku destê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xurt be û maseya diyalogê bibe serkeftin ê divê jin bêtir bixebitin û têbikoşin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje: ‘Her civaka ku jina wê ne azad be, ew civak jî ne azad e’. Heke jin pêşengtiyê ji bo aştiyê neke, ew proje çareser nabe. Rêberê Gelê Kurd her dem rola jinê mezin û bilind dinirxîne û bi awayekî berdewam di 8’ê Adarê de peyamê ji bo me jinan dişîne; tê de perspektîfên ku em ê çawa pêşengtiyê ji bo ciwan û civakê bikin nîşan dide.”
‘Civak bêyî jin û azadiyê nabin’
Wê her wiha da zanîn ku jinên ku niha pêşengtiyê di nav tevgera azadiyê de dikin, leşker û gerîlayên fedakar û bêwestan in û wiha bilêv kir: “Her dem rola jinan heye; her çend ku di aliyê leşkerî de kar kirine, du qatî wê di aliyê hişyarkirina jinan û xebata ji bo azadiya jinê de jî kar kirine. Divê wekî jin, di nav civak û rêxistinê de rola me ya berçav hebe. Di vê demê de ku manîfestoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derketiye, divê jin di nav civakê de rola sereke bilîzin. Bi însiyatîfeke tam pêşengtîkirina ji bo civakê û projeya aştiyê jî rol bigirin ser xwe. Civak bêyî jin û azadiyê nabe; jin çiqas hişyar û azad bin, ew civak jî dê ewqas azad bibe û pêngavên wan dê zêdetir bibin. Projeya aştiyê jî yek ji wan projeyan e ku ev sed sale em ji bo wê bi dewleta Tirk re şer dikin. Divê jin çawa ku di şeran de pêşengtî kirine, wiha di projeya aştiyê de jî pêşengtiyê bikin. Em dibînin ku jin çawa di Bakurê Kurdistanê de pêşengtiyê ji bo civakê û projeya aştiyê dikin, ji ber wê girîng e ku jin di projeya aştiyê de amadekariya xwe hebe.”
‘Dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bûye sedema yekîtiya jinan’
Sara Reza di dawiya axaftina xwe de got: “Pirsgirêkên kûr û dîrokî yên civaka Kurdî, di pirsa jinan de jî bi zelalî xuya dikin; jin jî mîna hêzên siyasî dabeş bûne û piraniya wan di çarçoveya îdeolojî û rûberên fikrî yên cuda de dihizirin. Heta ku dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ bûye sedema nêzîkbûn û yekgirtina hemû jinên li cîhanê. Jin bi awayeke çalak di nava civakê de ne û xebat di meşînin. Ji bo ku projeya aştiyê bigihînin civak û hemû cîhanê. Em çawa ku di hemû şeran de pêşeng bûn, em ê di projeya aştiyê de jî pêşengtiyê bikin.”