Henîfe Mihemed: Hedefgirtina her sê fermandarên şoreşa jinan êrîşeke tirsonek e

Rêvebera Komîteya Edaleta Jin a Kantona Qamişloyê Henîfa Mihemed têkildarî êrîşên dewleta tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û di şexsê şehîdxistina her sê fermandarên jin de hedefgirtina destkeftiyên jinan nirxandin.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo – Bêguman êrîş û hovîtiya dewleta tirk tu carî kêm nabe û her dem ji bo hedefgirtina pergala Rêveberiya Xweser û destkeftiyên şoreşa Rojavayê Kurdistanê hewl dide. Tevî ku bi rengekî fermî erêkirina destpêkirina operasyoneke leşkerî ya dewleta tirk ji aliyê Hilfê Esîtana ya ku Îran Rûsya jî cihê xwe tê de digirin, negirtiye, dîsa jî êrîşên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dike. Bi taybetî ji 22’ê Tîrmehê ve hat dîtin çawa di Foruma Şoreşa Jinan a ku ser du rojan hatibû lidarxistin ji bo danasîna şoreşa jinan a Rojavayê Kurdistanê, sê fermandarên jin di QSD, YPJ û Yekîneyên Antî Teror ên bi navê Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan bûn armanca balafireke keşfê ya bêmirov û gihîştin asta şehadetê. Di heman demê de, Navçeya Til Temir ya girêdayî bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gundewarên wê tên topbarankirin, heta vê kêliyê hejmarek hatin qetilkirin û birîndarkirin û di nav de jî jin û zarok hebûn. Di vê çarçoveyê de, Rêveberiya Komîteya Edaleta Jin a Kantona Qamişloyê Henîfe Mihemed ji ajansa me re axivî.

“Dewleta tirk pêşeng û stûnên şoreşê hedef digre”

Henîfe Mihemed di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku dewleta tirk pêşeng û stûnên şoreşa Rojava hedef digre û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Êrîşên dewleta tirk ji destpêka şoreşê ve berdewam dikin û neqebûlkirina doza Kurdan di bin gelek navên cuda dubare dike û li ser esasê wê dagirkeriya xwe dimeşîne. Di nava van salên şoreşê de ji bo stendina bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lihevkirinên cuda bi dewletên wekî Rûsya û endamên NATO’yê re çêkir û di encamê de Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Sipî, Idlib û Ezaz ji hêla wê ve hat dagirkirin. Niha û bi nêzîkbûna dawîbûna sedsala Lozanê dewleta tirk dixwaze gelê Tirkiyeyê bi alozî û krîzên hundirîn mijûl bike, ji ber vê yekê berê xwe dide Bakurê Sûriyeyê ji bo ku dagir bike. Di nav de jî xala herî girîng  ew e ku tevgera jinan tê hedefgirtin ji aliyê dewleta tirk ve. Nirxên şoreşa ku bi jinan hat nasîn dixwaze hilweşîne û ji kokê hilîne. Di 10 salên şoreşê de jinan bedelên mezin dan û xwe kirin qurbanên vê axê, ewqasî ji dijmin re wekî kelem in heta ku komkujiya Hilincê pêk anîn û di nav de jinên têkoşer hatin şehîdxistin. Her wiha di şerê Serê Kaniyê de pêşengên mîna Hevrîn Xelef û gelek jinên din hatin hedefgirtin. Herî dawî jî beriya çend rojan êrîşa li dijî her sê fermanderên jin Jiyan, Roj û barîn cihê mixabinî û êşê ye, bêguman ked û roleke wan a girîng di vê şoreşê de hebû û her dem pêşengên jinan bûn bi taybet di qada leşkerî de.”

“Endamên NATO’yê dewleta tirk bi bêdengiya xwe razî dikin”

Henîfe Mihemed da diyarkirin ku endamên NATO’yê bi bêdengiya xwe dewleta tirk razî dikin û wiha axivî: “Cihê mixabiniyê ye ku NATO bêdeng maye, dewletên ku cihê xwe tê de digirin, bi bêdengiya xwe dewleta tirk razî dikin. Gelê Kurd di nava gumanan de ye, di navbera her sê dewletên Îran, Rûsya û dewleta tirk de maye ku tevî lihevkrinên aştiyê jî li gorî binavkirina wan jê re, dîsa êrîşên hovane pêk tên û kes dengê xwe nake. dewleta tirk ne tenê gelê Kurd an jî Rojava hedef digire, nimûneya wê jî hedefkirina gundê Perax ê bajarê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê bû. Dixwaze bi qedandina sedsala Lozanê re peyamek nû bide Rojhilata Navîn û sîstemek jê re deyne ku tê de mafên Kurdan û doza wan tunebe.”

“Lihevkirinên di bin maseyê de, bi destekî alîkariyê didin me û bi destê din jî êrîşî me dikin”

Henîfe Mihemed bal kişand ser lihevkirinên Îran, Rûsya, Tirkiye û Amerîkayê  yên di bin maseyê de ku çawa bi destekî alîkariya wan dikin û bi destê din êrîşî wan dikin, di heman demê de destnîşan kir ku axa bi xwîna şehîdan hatiye parastin dê radestî hikûmeta Şamê nekin û wiha pêde çû: “Îran û Rûsya erê kirine ji bo van kiryaran her wiha planeke bi vî rengî heye ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên rizgarkirî radestî hukûmeta Şamê bikin, ev hemû jî lihevkirinên di bin maseyê de ne ku gel pê dixapînin. Em jî dibêjin ku evqas ked ji bo vê axa pîroz û bi bedelên giran hatiye bidestxistin piştî evqas xwînrijandin û berxwedaniyê em qebûl nakin ku keda me ji hikumeta Şamê re were teslîmkirin. Di sala destpêkê ya şeroşê de heta roja îro gelê me êşên mezin û di heman demê de destkeftiyên mezin bi dest xistine, ji ber vê yekê pêwîst e em hevgirtî bin û pişta xwe bi hev asê bikin. Dost û alîgirên projeya me ya Neteweya Demokratîk tune ne û her dewletek li gorî berjewendî û desthilatdariya xwe dimeşe lewma pêwîst e em hevgirtî bin û xwe bi xwe pişt bin ji hev re. Em nikarin pişta xwe bi dewletên din xurt bikin, ji ber ku bi destekî alîkariya me dikin û bi destê din jî êrîşî me dikin. Bêguman em ji rojên berê xurtir in û ev jî bi saya gelê azadîxwaz ê ku piştgirtiya me dike, cudahiya niha ji berî sed salî ve jî ev e.”

“Şoreşa ku bi lehengiya jinan hat naskirin dê bi ser bikeve”

Henîfe Mihemed destnîşan kir ku şoreşa bi jinan hatiye naskirin dê bi jinan bi ser jî bikeve û got: “DAIŞ bi berxwedaniya jinan hat şikestin, ev rastiyeke û hemû cîhan dizane, Şoreşa Rojava li ser milên jinan e û roleke wê ya girîng û pîroz heye. Em niha binêrin di nav sîstema Rêveberiya Xweser de, jin pêşengên sereke ne û ev jî di pergala hevserokatiyê de diyar dibe. Jin bingeha civakê ne û jina ku serê xwe rakiriye tu carî natewîne lewre dewleta tirk xwest di şexsê fermandar Jiyan, Roj û Barîn de nirxên şoreşa jinan bike hedef. Bi riya Foruma Şoreşa Jinan jî ya ku hat lidarxistin û lehengên me yên jin hatin şehîdxistin, em teqez dikin ku şoreşa bi jinan hatiye naskirin dê bi ser bikeve.”

 “Bi hezaran Jiyan, Roj û Barîn hene”

Henîfe Mihemed teqez kir ku dê bê bersiv nemînin û bersiv jî bilindkirina xeta têkoşînê ye û wiha bi dawî kir: “Dewleta tirk xwest peyamek bide me bibêje ger hûn li vê derê Foruma Şoreşa Jinan li dar dixin em ê jî fermandarên we şehîd bixin. Rast e dilê me êşiya bi vê bûyerê lê ev yek me ji xeta têkoşînê dûr naxe. Bi hezaran jinên leheng hene û dewsa şehîdên me vala namîne, her dilpoek xwîn ji şervanên me û jinan berxwedêr dirije, dilê me diêşîne, ji ber vê jî em bêbersiv namînin. Bersiva me jî ji dewleta tirk a dagirker re bilindkirina xeta têkoşîn û xebatê ye. Eger me berê çend saetan kar û xebat dida meşandin dê niha şev û roj ji bo biserxistina vê şoreşê kar û xebat werin kirin. Bi hezaran Jiyan, Roj û Barînan hene û dê doza me bi ser bikeve.”