Hedef girtina Êzidiyan di rojeva Meclîsê de ye

Parlamentera Partiya Çepên Kesk Ayşegul Dogan, desteserkirina malên welatiyên Êzidî ya ji aliyê cerdevanan ve bir rojeva Meclîsê.

Navenda Nûçeyan- Parlamentera Partiya Çepên Kesk ya Şirnexê Ayşegul Dogan, desteserkirina malên welatiyên Êzidî yên li qezaya Zevraya girêdayî gundê Altinbaşak a navçeya Wêranşar a Rihayê ya ji aliyê cerdevanan ve ji wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya pirsî.

Ayşegul Dogan, di pêşnûnameyê de nûçeyên 19'ê Tîrmehê yên di çapemeniyê de xûyabûn bi bîr xist û balkişand ku camên xaniyan hatine şikandin, traktorên kesên çûne ajotina zeviyên xwe hatiye rewşa nayê bikaranîn, lûleyên kesên xwestina zeviyên xwe av dibin hatine qut kirin û gorên Êzidiyan hatine talankirin. Di pêşnûnameya de hate gotin astengkirina vegera axên ya Êzidiyên bi darê zorê cih û warên xwe hatine kirin, desteserkirina mal û milkên wan, zext, gefxwarin û dûrxistina wan ji gund, bi taybetî mafên mirovan li dijî Destûra Bingehîn û mafên welatîbûnê ye.

Di pêşnûmeyê de ji Wezîr Alî Yerlîkaya re ev pirs hatin pêşkêş kirin:

“*Gelo raste malên ku tapuyên wan aîde welatiyên Êzidî ne, ji aliyê cerdevanan ve hatin desteserkirin? Gelo mafê cerdevana heye ku milkên neaîde wanin desteser bikin? Wekî din, çawa dikarin mal û milkên kesên din desteser bikin? Ger hebe, ev maf ji aliyê kî yan ji aliyê kijan kesan ve ji wan re hatiye dayîn?

*”Gelo astengkirina ketina gundên xwe yên welatiyên Êzidî yên ji Ewropayê tên raste an ne? ger rast be, ev şerên bi salanê domdike çima nayên pêşî girtin?

*Gelo hûn wek wezaret ji bo ewlekariya can û malên welatiyên Êzidî tedbîr girt an ne?

*Gelo raste kesên tên gotin cerdevanin di 05.07.2023’an de rêya welatiyên Êzîdiyan birin, traktorên wan bêkêr kirin, pergala wan a avdanê şikandin û di 11.07.2023’an de jî gef li xwarin? Wezaretê ji bo lêkolînkirina van îdiayan tu lêpirsîn da destpêkirin an ne?

*Wezareta we li dijî rayedarên ku gilî û daxwazên welatiyên Êzidî li ber çavan nagirin, tu lêpirsîn hatin destpêkirin an ne?

* Li Tirkiyeyê mal û milkên welatiyên li derveyî welat dijîn tên desteserkirin an ne? Heta niha çend mal û milkên welatiyên Êzidî ji aliyê cerdevanan ve hat desteserkirin?

*Welatiyên Êzidî îdia dikin ku ji ber baweriya xwe rastî cudakariyek pergalî tên û neçar tên hiştin ku axên xwe biterikînin. Gelo ev îdîa rast in?"