Hebûna jinên Lubnanî di qada siyasî de 1

Tevî ku 17 sal li ser re derbasbûn ku mafê jinan di parlemana Lubnanê de hatiye erêkirin ku di hilbijartinên parlemanî de wek namzed cîh bigire jî Lubnan nebû şahidê beşdariyeke baş a jinan di merceyên biryardanê de.

SÛZAN EBÛ SAÎD

Beyrûd - Hewldana kombûyî ya aktîvîst, parêzvanên mafên mirovan û komeleyên femînîst ên ku ji nîveka sedsala borî ve çalak in, her tim bi astengiyên ku ji desthilatdariyê cihê ne re rû bi rû ne, lê ev nayê wê wateyê ku jin di dema têkoşînê de hin destkeftî bi dest nexistine. Delîla vê yekê jî têkoşîna wan bûye hêzek ku mirov êdê biçûk nabîne û ev yek niha di hejmara namzetên jin ên ku biryara namzediya hilbijartinan dane de diyar dibe. Digel piraniya hêzên siyasî yên kevneşopî ku nekarîn hebûna jinê bi tevahî ji qada siyasetê derbixin.

Beşdariya vê dawiyê di hilbijartinên siyasî yên Lubnanê de, bi taybetî di warê hilbijartinên parlemanî de, nîşana tevgereke femînîst a çalak bû, hejmara lîsteyên hilbijartinê yên îsal gihîşt 103`an, ku 65 ji wan jin in. Ji aliyê din ve rêjeya namzetên jin ji tevahiya namzetên hilbijartinên 2022'an dema ku pencereya namzetiyê hat girtin ji sedî 15 bû, ango 157 jin, bi vekişîna du ji wan re ev hejmar giha 155 ji 1,043, ku ev zêdebûnek ji hilbijartinên 2018'an gihîşt ji sedî 11, yanî 111 jin, bi zêdebûnek ku rêjeya wê ji sedî 37 bû. Rêjeya jinên serketî di sala 2018'an de ji sedî 5 derbas nebû, ev rêjeyek kêm e li ser asta cîhanê, ji ber nebûna kotayê û nederxistina qanûnê di parlamentoyê de, ev rêje weke astengeke nû û yek ji kêşeyên li pêşiya jinan tê dîtin ku piştgiriya gihandina wan bo cihên biryardanê dike. Piraniya lîsteyên hilbijartinan zilam in biryaran didin û hîn zîhniyeta baviksalarî serdest e, ev hejmar piştrast dikin ku jinên Lubnanî amade ne derbasî qada siyasî bibin.

“Di qada siyasetê de divê em jin li kêleka hev bin”

Çalakvana civakî û siyasî Paula Rubeiz, berbijara kursiya Ortadoks li herêma duyemîn a Beyrûdê di lîsteya "Beyrûd bajarê min e", ku tekane lîste ye li Lubnanê piranî jinan (5 jin û yek mêr) dihewîne, ji ajansa me re wiha got: "Piştî têkoşînek kolanê ya bi komek ên digotin ‘Beyrûd bajarê min e’ re min biryar da têkevim qada siyasetê. Ji sala 2016'an û vir ve, armanca min a gihandina meclisê ew e bigihêjim domdariya civakî û hemû pirsgirêkên welat min eleqedar dike. Ya herî sereke jî pirsgirêka jinan e, ya ku bi hêz û serxwebûna wan a darayî, civakî û çandî ve girêdayî ye ew jî bi riya sererastkirin û erêkirina qanûnên têkildarî jinan e. Giring e jin ji biryarên xwe berpirsiyar bin, ji ber ku ew karê ku dixwazin bikin ji bo wan guncaw e hildibjêrin. Yek ji erkên me yên dema ketina parlamentoyê ew e ku em li ser bihêzkirina jinan kar bikin, bi taybetî divê bê zanîn ku ew nîvê civakê ne. Divê em weke jin li kêleka hev bin.”

"Têkoşîna ji holê rakirina cihêkariyê yek ji mafên herî bingehîn e"

Berbijara kursiya Maronî ya Kombûna Demokrat li Chouf û Aley Dr. Habouba Aoun jî têkildarî xebatên jinên Lubnanî di nava siyasetê de ev nirxandin kir: "Ez akademîsyen im li zanîngeha Balamand di bernameyek masterê ya tenduristî û pêşketina giştî de dixwînim, niha rêvebera beşa pêşketina civakî me. Karê me di warê tenduristî û geşedanê de xizmetguzariyan ji welatiyan re li seranserî welat digire nava xwe. Ji ber vê yekê giringiya pêşketinê bi taybetî li ser rol û pêdiviyên jinan û pêdiviyên malbatê bi giştî ye. Ji ber jin bingeha malbatê ye, dayik, keç û xwişk e û ya ku di malê de bê mûçe dixebite, mafê xwe bi cih tîne jine, ji lewra divê hewcedariyên jinê li ber çavan bê girtin. Mixabin zayendperestî nêrîneke qalib dide û di hemû waran de dibe sedema bê edaletiya li dijî jinan. Jin dikarin wekî mekanîk, ji karê elektrîk, şofêrê taksiyê heya gihandina nûnerî û xebatên akademîk, pîşeyî û siyasî yên herî bilind li welêt. Mixabin qanûn li hember wê neheq e û cihêkarî jî tê de heye. Em dizanin di hemû warên siyasî, aborî û yên din de ji bo kêmkirina cihêkarî, tundî û destdirêjiya li ser jinan hewlên jinan di asta cîhanî de hene. Têkoşîna ji holê rakirina cihêkariyê yek ji mafên herî bingehîn e, wek wergirtina pasaportan ji bo zarokên xwe, vekirina hesabê bankê ji wan re, heta dayîna hemwelatîbûnê ji zarokên xwe re, wek li gelek welatên cîhanê."

"Ger derfet bê dayîn jin di xebatê de bi bandor in"

Daxwazên namzedên parlamana Lubnanê ne girêdayî derxistina yasayên ku jinan diparêzin û maf dide wan, hinek ji wan daxwaza parastina jîngehê dikin weke akademîsyen û pispora kîmyaya analîtîk li Zanîngeha Emerîkî ya Beyrûdê Najat Saliba, berbijara kursiya Maronî ye li navçeyên Chouf û Aley got: "Di dawiya sed ceribandinên min ên zanistî yên li ser qirêjiya Lubnanê de, me pêşniyar û şîret pêşkêşî siyasetmedaran dikir ku qet li ber çavan nehatin girtin û li ser kaxezê man. Ez xebata li ser xwezayê weke motevîsyona herî girîng dibînim ji bo diyarkirina vî şerê çarenûsê niha li tevahiya cîhanê belav bûye divê mirov di nava hewildanan de be ku bikare tiştekê ji gel xwe di aliyê parêzvaniya xwezayê de lê zêde bike. Jilewra namzediya min perwerdekirin û rizgarkirina mirovan û başkirina kalîteya jiyanê û jîngehê li Lubnanê armanc dike. Jin di warê zanistî de dikarin rûbirû bibin. Eger motevîsyona kesên desthilatdar gendelî be, motîvasyona me ew e ku ev welat ji bo me hemûyan e, jin, mêr û zarok, em ê parastina welatê xwe û jîngeha wê heya nefesa dawî bidomînin."

Têkildarî bernameya di parlamentoyê de bide pêşiya xwe jî Najat Saliba ev tişt got: "Wek jinek di parlementoyê de ez ê li ser qanûnên rewşa kesane bixebitim da ku jin bên parastin û bigihêjin ji sedî 50 di pozîsyonên biryardanê. Êdî nayê qebûl kirin ku biryar û mijarên çarenûsa civakan diyar dikin baviksalarî bin, jin hêmanek jêhatî bibandor in ger ku derfeta guncew bê dayîn. Ez matmayî mam, min bê edaletiya li ser mafên jinan nizanibû. Mafê min li gorî Qanûna Rewşa kesane winda dibe, min dît ku ev qanûn tiştên li ser dixebitîm û tiştên ku min bi hevserê xwe re li kêleka hev di tevahiya jiyana xwe de em li ser xebitî û pêk anî naparêze."