HDP’ê di nobeta edaletê de ye: Deriyê aştî û çareseriyê vekin

Parlamenterên HDP'ê 14 roj in ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nobeta edaletê de ne.

Enqere – Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) çalakiya nobetê ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne û dawî li tecrîdê bê anîn dabûn destpê kirin, didomînin.

Di roja 14’emîn ya çalakiya Nobeta Edaletê de Parlamenterên HDP’ê Remziye Tosun, Mehmet Ruştu Tiryakî, Mahmût Celadet Gaydali, Erol Katircioglû, Erdal Aydemîr, Kemal Bulbul, Kemal Pekoz, Huseyîn Kaçmaz, Muazzez Orhan Işik û Nûran Îmîr carek din bang li Wezareta Dadê ya Tirkiyê kirin.

Li Girava Îmraliyê hiqûqeke taybet di meriyetê de ye’

Parlamentera HDP’ê Nûran Îmîr bal kişand ser bandora tecrîdê ya li ser Tirkiyeyê û wiha got: “Tifaqa AKP-MHP’ê sûdê ji israra tecrîdê û polîtîkayên şer digire û hewl dide welêt di nava tarîtî û aloziyê de bihêle. Her wiha hewl didin çalakiyên xwe yên li dijî mirovahiyê û hiqûqê jî bi vê hincetê bidomînin. Em di her şert û mercan de li dijî her cureyên zextê yên li ser gel têdikoşin. Li Girava Îmraliyê hiqûqeke taybet di meriyetê de ye. Divê bê zelalkirin bê ka ev hiqûqa taybet bingeh û hêza xwe ji ku digire. Bi dehan parlamenter dipirsin bê ka ‘li Girava Îmraliyê çi diqewime û çima derî nayên vekirin’ û nobeta edaletê didomînin. Lê desthilata AKP-MHP’ê bêdengiyê didomîne.”

Tecrîd parçeyeke şerê taybet e’

Nûran Îmîr a bal kişand Abdullah Ocalan bi salane di bin şert û mercên tecrîdê giran de tê girtin, wiha axivî:

“Em Wezareta Dadê hişyar dikin û dibêjin bila xwe zelal bike bê ka divê xwedî zîhniyeteke çawa be. Heke nekarin berpirsyaran bigirin wê demê bila cihên ku dagir kirine biterikînin. Em dizanin ku hûn dixwazin bi rêya polîtîkaya şer îktîdara xwe biparêzin. Ev tecrîda ku hûn li Îmraliyê didomînin, her wiha parçeyeke şerê taybet e. Di vî şerî de rojane bi sedan mirov jiyana xwe ji dest didin. Li hêla din jî di nava xizantiyê de ne. Hem hiqûqa navxweyî û hem jî ya navneteweyî tê binpêkirin.” 

‘Bila deriyê Îmraliyê ji aştî û çareseriyê re bê vekirin’

Nûran Îmîr a ku got, “Birêz Ocalan rastiyeke Tirkiyeyê ye. Dibe ku hûn bi rêya qedexekirin, krîmînalîzekirin û tecrîdkirinê hewl bidin pêşî lê bigirin lê belê xwedî giraniyeke ewqas zêde ye ku dikare rewşa siyasî pir mezin biguherîne” wiha got: “Em dixwazin ku îktîdara AKP’ê weke karê destpêkê tavilê deriyên Îmraliyê li pêşiya şandeyeke serbixwe veke û piştre jî şandeyên me biçin Girava Îmraliyê. Îro pergala li Îmraliyê li hemû derê tê meşandin, lê em ê destûr nedin. Em dixwazin ev welat bi firk û ramanên azad bi pêş bikeve. Bi qedexeyan, bi polîtîkayên ewlehiyê pêşketina vî waletî çênabe. Bi kuştinê jî çênabe. Em bang li Wezareta Dadê dikin divê demildest heyeteke serbixwe rêkin Îmraliyê û deriyê Îmraliyê ji aştî û çareseriyê re bê vekirin."