Halîse Aksoy di rojeva Meclîsê de ye

Perlementera Partiya Çep a Kesk a Amedê Halide Turkoglu di pêşniyaznameya radestî Meclîsê kir de diyarkir ku rewşa tendirûstiya Halîsa Aksoy ku ji yekê zêdetir nexweşiyên wê heyî xirab dibe û pirs kir ku ‘Halîse Aksoy bi kijan sedemên zagonî nayê berdan.’

Enqere- Di çarçoveya lêpirsina Navenda Amedê di 25’ê Nîsanê de Halide Aksoy a hatî binçavkirin bi ideaya ‘endamtiya rêxistinê’ hate girtin. Perlementera Partiya Çep a Kesk a Amedê Halîde Turkoglu, pirgirêkên tendirûstiya Halîse Aksoy a 56 salî bir rojeva Meclîsê.

Ji yekê zêdetir pirsgirêkên tendirûstiyê heye

Halide Turkoglu di pirsên pêşniyaznameya radestî meclîsê kir de bal kişand ser Halise Aksoy tu delîlên diyar nîne û tenê bi beyanên şahidên veşartî hatiye binçavkirin û girtin. Destîşan kir ku dimenê cenazeyê kurê Halîse Aksoy, Agit Îpek ku di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dayî bi kargo şandî ji dayîka wî re di hefizayan deye û da zanîn ku Halîse Aksoy gelek pirsgirêkên tendirûstiyê en weke tansiyon, şeker, dil, diyabet jiyan dike, ji ber diyabetê ji sedan 28 astengdar bûye.

‘Bi kijan sedemên zagonî nayê berdan’

Di pêniyaznameya ku bi daxwaza wezîrê Edaletê Yilmaz Tunc bersîv bide ev pirs cih digre:

“*Der barê Halise Aksoy de  tu delîlên diyar nîne û tenê bi beyanên şahidên veşartî di girtîgehê de tê girtin, gelo xebera wezîrên we heye?

*Halise Aksoy bi kijan delilên sûc li girtîgehê tê girtin?

*Li rûxmê ku Halise Aksoy gelek pirsgirêkên tendirûstiyê jiyan dike, bi kijan sedemên zagonî nayê berdan?

 *Ji bo Halise Aksoy ji ber pirsgirêkên xwe ên tendirûstiyê were berdan wê hewildanek yê wezîrên we çêbibe?

*Li rûxmê îdeanemeya jinên pêre hatîn girtin hatin amadekirin, îdeanameya Halîse Aksoy bi kijan hêcetên zagonî nehatiye amadekirin? Sedemê ne amadekirina îdeanameyê ji ber delilek diyar nineye? Çima hîna biryara veşartinê ya der barê dozê de berdewam dike?

*Ji bo girtiyên nexweş werin berdan wê wezareta we xebatekê bide meşandin?”