Gulîxan Tahir: Avakirina malan li herêmên dagirkirî ne tiştekî biçûk û ji rêzê ye

Gulîxan Tahir biryara ku Erdogan derbarê vegera milyonek koçberên Sûrî yên li Tirkiyê û bicihkirina wan di malên ku wê li herêmên dagirkirî de ava bikin axivî û bi berfirehî armanca vê yekê nirxand.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê - Piştî destpêkirina aloziya Sûriyê êdî pêlên koçberiyê roj bi roj ber bi welatên Ewropayê û Tirkiyê ve zêde bûn.  Tirkiyê ev kirîza li welat çêbû ji xwe re fersendek dît ku koçberan li cem xwe kom bike û wan bide şuxilandin. Serokomarê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan biryar vê yekê daye ku wê di demên pêş de malan li herêmên dagirkirî di nav de Serêkaniyê û Girê Spî jî heyî bide çêkirin, heman tiştê ku li Efrînê kiriye û milyonek koçberên Sûrî yên li Tirkiyê bîne û lê bicih bike. Têkildarî vê mijarê jî Rêvebera Kongra Star a navçeya Til Temirê a Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê Gulîxan Tahir bi berfirehî axivî.

“Pilanên Tirkiye yê şuxilandina koçberan”

Gulîxan Tahir sedema destpêkirina kirîza Sûriyê wiha rave kir: "Di sala 2011'an de Buhara Erebî ji Tûnis destpêkir heya gihişt Misir û Sûriyê jî. Gel êdî li hember zihniyeta dewletê serî hildan. Di serîhildanan de gel dîsa bi hişmendiya netewdewlet û nijadperestiyê re rû bi rû man. Gelek ji wan hatin qetilkirin, beşek jî hatin girtin ku heya niha bi hezaran ji wan di girtîgehên Sûriyê de ne. Bi demê re serhildan mezintir bûn heya ku tevahî Sûriye rabû ser xwe. Gelek dewletan xwestin vê serhildanê ji bo berjewendiyên xwe bikar bînin û destwerdana Sûriyê bikin, ji Îranê heya hêzên navdewletî, Tirkiyê û gelek hêzên din. Ji ber ku netewên li Sûriyê dijiyan ji dewlemendiyên ser erd û binerd ê welatê xwe bê par bûn. Ev yek hişt ku hîn bêtir gel doza mafê xwe bike û serhildan berfirehtir bibe. Dewleta Tirk fersendek dît ku van serhildanên gel qezenc bike, ji ber ku pilanên wan ê berê hebûn ku dixwestin xaka Sûriyê parçe bikin lê ew derfet nebû. Di encama topbaran, bombebarana ku gel rastî wê hatin, fersend çêbû ku Tirkiyê sînorên xwe vekirin û pêla koçberiyê ji Sûriyê ber bi Tirkiyê ve dest pê kir. Armanca Tirkiyê ji vekirina sînor ne xilasiya gel ji zextên Rêjîma Sûrî ango parastina wan ji top û balafiran bû, ji bo wan li dijî welatên Ewropayê bide şuxilandin. Ciwanên koçî welatê wan bûn, perwerde kirin û wekî çete amadekirin. Li kuderê pêwîstî hebe wan dide şuxilandin. Piştî îlankirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ku di encam de yekîtiya gelan çêbû, dewleta tirk xwest vê yekîtiyê bi destê wan çeteyan têk bibe. Dewleta tirk rengê şoreş û serhildana ku gel da destpêkirin hemû guherî û hişt ku gel xwe bi xwe li dijî hev dû şer bike û hevdû qetil bikin."

"Di vê planê de gelek dewletên dine hene"

Gulîxan Tahir bal kişand ser hevdîtina Erdogan bi Sidûiyê re û wiha pêl da gotina xwe: "Piştî ku Erdogan bi Siûdiyê re berî çend rojan civiya, biryara bicihkirina milyonek koçberên Sûrî li herêmên dagirkirî di malên ku wê werin çêkirin de da. Di vê pilanê de em nikarin bêjin ku tenê dewleta Tirk e, Kiwêt, Qeter û Siûdiyê her wiha Filistîn jî piştgireya vê yekê dike. Koçber çi li aliyê rojava ango bakurî sînorê Tirkiyê bin, ger venegere ser axa xwe û bi rihetî lê nejîn wê her koçber bin. Bicihkirina van koçberan dikeve xizmeta tirkiyê de û welatên ku pêre hevkar in, di heman wextê de jî hevparê guehrtina demografiya herêmê ne. Xaleke din heye ku divê ku em balê bikşînin ser wê jî, vegera milyonek koçberên Sûrî û derketina wan ji tirkiyê li peyî wê pilanên pir kûr hene. Erdogan hesabê hilbijartinan dike. Ji ber ku bicihkirina koçberên Sûrî li Tirkiyê û mayina wan demeke pir dirêj nakeve xizmeta desthilata Erdogan jî. Erdogan di van çend salên dawî de gelê xwe wendakiriye, ji lewra bi vê gava ku wê bavêje dixwaze dîsa rûyî xwe spî bike û baweriya wan qezenc bike. Gelê resen yê herêmê koç bike, koçberên ku ji bajarên din yê Sûriyê çûne Tirkiyê dixwaze wan li van herêmên ku ji xelkê resen hatine valakirin (Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê) bicih bike tenê da ku desthilata xwe biparêze û mayinde bike."

"Dixwaze bajarên Sûriyê yê dagirkirî tevlî xaka Tirkiyê bike"

Gulîxan Tahir da xuya kirin ku li herêmên dagirkirî ya ku Erdogan bi nav dike ku ew rizgar kiriye binpêkirinên ku porê mirovan spî dike lê çêdibin û wiha dirêjî da gotina xwe: "Erdogan behsa herêma ewle û rizgarkirina herêmê dike, ê ka bila her kes biçe wir û bibîne çi li herêmên dagirkirî diqawime? Bila binêrin ku jin û ciwan çi dijîn, bi çi binpêkirinan re rû bi rû dimînin. Li herêmên dagirkirî bûyerên qetilkirin û revandinê û tecawîzê kêm nabe. Ev e herêma ku wê Erdogan milyonek koçber lê bicih bike, rojane bê navber di girtîgehên çete û dewleta tirk de îşkence li jin, ciwan û mêran dibe, bûyerên şîdeta li dijî jinan kêm nebûye. Dewleta tirk dixwaze ku beriya peymana Lozanê bi dawî bibe, ewqase bajarên ku dagir kiriye, tevlî axa Tirkiyê bike û wê wekî Lîwa Îskenderon bike bajarekî ser bi tirkiyê ve. Armanca bingehîn ev e, bajaran ji xelkê resen vala bike, nîştecihan li şûna wan bicih bikin û dîrok û şûnwarên herêmê bidizin û rûyê herêmê bidin guhertin."

"Avakirina malan li herêmên dagirkirî ne tiştekî biçûk û ji rêzê ye"

Gulîxan Tahir da zanîn ku projeya bicihkirina milyonek koçber ne tiştekî hêsane û wiha dom kir: "Pilanê ku Erodgan îro li dijî herêmê pêk tîne û dixwaze xaka Sûriyê tevlî Tirkiyê bike, pilanên dîrokî ne ne yê salek û dû salan in ango demkî ne. Ji lewra divê ku rêxistinên mirovî, hiqûqnas û hêzên navdewletî yên ku vê guhertina demografî a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêdibe qebûl nakin û bi Tirkiyê ne hevkar in, bêdeng nemînin û li hember vê yekê bi erkê xwe ve rabin. Avakirina ewqase mal ne tiştekî biçûk e li herêmê, demografiya herêmê bi giştî bi xwe re diguhere. Ji lewra pêwîstî bi helwesteke cidî û xurt li dijî pilanên Erdogan li herêmê heye."