Guhertinên di qanûna hilbijartinê de: Reçeteya hilbijartinê ya sexte ya AKP'ê

Ji wekîlên hiqûqê yên HDP'ê Zuleyha Gulum, tevî îtîrazên partiyên muxalefetê jî guhertina qanûna hilbijartinê ya ji aliyê AKP û MHP'ê ve hat derbaskirin, xal bi xal nirxand.

ELÎF AKGUL

Stenbol Guherîna Qanûna Hilbijartin û Partiyên Siyasî ya ku ji aliyê AKP û MHP'ê ve ji bo hilbijartinên 2023'an were sepandin hat amadekirin, di 31'ê Adarê de bi guhertinên qismî yên li TBMM’ê ve hat kirin re hat qebûlkirin. Dema ku tevî îtîrazên partiyên muxalefetê jî ev guhertin hatin qebûlkirin, CHP'ê ragihand ku ew e ji bo betalkirina 3 xalên Qanûna Hilbijartinê dê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bide.

Yek ji parlamenterên HDP'ê yên Stenbolê parêzer Zuleyha Gulum guhertinên di qanûna hilbijartinê de ji ajansa me re nirxand.

Zuleyha Gulum yek bi yek mijarên bi pirsgirêk vegot, sedema îtîrazên xwe jî eşkere kir û destnîşan kir ku guherînên heyî "guhertineke ku bi hîleyê re desteserkirina îradeyê armac dike ye.” Nirxandinên Zuleyha Gulum ên der barê guhertin û îtîrazên hatine kirin de xal bi xal wiha ne:

Bendava ji sedî 7

1- Guhertina ku weke “xala herî erênî” tê dîtin, kêmkirina bendava hilbijartinê ji sedî 10 ji sedî 7 bû.

Zuleyha Gulum a got, "Rakirina bendav têrê nake" wiha axivî:

“Helbet vê yekê bi reflekseke demokratîk nake. Ji ber ku heta îro me ji AKP û MHP’ê tu rêgezên demokratîk nedît, îro jî îhtîmala ku em bibînin nîn e. Bi rastî jî li vir fikara daxistina bendavê ya ji sedî 7, ji bo rizgarkirina hevkarê biçûk ê AKP'ê MHP'ê pê ve ne tiştekî din e. Ger bi rastî jî pêvajoyek bi demokratîk hatibûya meşandin, diviyabû bendav bi tevahî ji holê bihata rakirin. Me gotibû: Rakirina bendavê têrê nake. Bendên ku ketina partiyek siyasî ya hilbijartinê zehmet dike tînin. Pêwîst e zemîna ku rakirin û hilbijartina wan hêsan dike were birêxistin kirin.”

Navê desteserkirina îrade pergala D'hondt e

2- Di qanûna hilbijartinan de yek ji guhertinên herî girîng derbasbûna sîstema D'hondt bû. Di pergala ku tifaqên heyî dikevin hilbijartinê de, kombûna dengên partiyên ku ketine tifaqê wek "dengên ku tifaqê sitandine" tê hêsibandin û li wê bajarê ji bo derxistina wekîlek pêwistî bi çend dengan hebûya, bi wê dihat dabeşkirin û wisa dihat dîtin ku çend wekîl hatiye derxistin. Li vir faktora diyarker “dengên bermayî” ye. Li bajarê ku wekîlek bi 100 hezar dengan tên derxistin, dema partiyek 150 hezar dengan bidest xist, dê ji bo 100 hezar dengan wekîlek derxîne û 50 hezar dengên mayî jî, ew partî di kîjan tîfaqê de be, bi dengên aliyên siyasî yên wê tîfaqê hat yek kirin û bi wê rêjeyê wekîlek din jî ji wê îtîfaqê hat derxistin.

Zuleyha Gulum dibêje “AKP’ê ev yek dît. Di hilbijartinên berê de ev yek li zerara wî bû", diyar kir ku AKP’ê niha nêzikatiya "Ger hûn tevlî tifaqê bibin jî, em ê dengên her partiyê yek bi yek hesab bikin. Ji bo têrkerbûna derxistina yek wekîlekî çiqas pêwîst be em ê li gorî we parve bikin. Ew ê ewqas wekîl derxe' qebûl kiriye û got:

"Baş e dengên mayî dê çi bibin? Em bêjin partiyek 150 hezar deng girt. Wekîl bi sed hezarî derket, 50 hezar li wê parêzgehê vala diçe. Berê ev deng ji partiya di tifaqê de bû re diçû. AKP’ê niha difikire, ‘her çiqas li gelek parêzgehan dengên min kêm bûne jî heta niha partiya herî mezin ez im’, ger ez vê pergalê biguherînim dê wekîlên ku dengên bermahî mayî jî min re were.’ Bi vî awayî dixwaze dengên ku ji partiyeke din re hatine dayîn jî wekî îradeya xwe ji sindoqan derxe. Ev desteserkirina îradeyê ye. Di rastiyê de AKP’ê pergala tîfaqan bi fikra ku ji bo wî baş be anî. Niha jî hewl dide vê yekê berevajî bike û dibêje, 'Erê, ger hûn di nava tifaqêkî de cih bigrin û kombûna tifaqê ji sedî 7'an derbas bibe, her kes derbasbûyî tê hêsibandin. Lê êdî deng di nava wê tifaqê de belav nabin, yê ku herî zêde deng bistîne dikeve nava partiye.’ Yanî difikire ku dê bi kêrî AKP’ê were. Lê li gorî min ev di fikra bila rûnin û ew jî bifikirin de ye. Gelo bi rastî ew ê li parêzgehan bibin partiya yekem?"

Rêziknameya ku ketina hilbijartinan ya partiyên muxalefetê dijwartir dike

3- Di nav guhertinên di qanûna hilbijartinan de bendên ku ketina hilbijartinan a partiyên siyasî zehmet dike jî hene. Hevoka “partiya ku bi guhertinan re mafê beşdarbûna hilbijartinan bi dest dixe, bi şertê ku di demên di zagona Partiyên Siyasî de û di rêziknameya partiyan de hatiye diyarkirin de ji du caran zêdetir li pey hev kongreyên navçe, parêzgehan û kongreyên mezin îhmal neke, mafê xwe yê beşdarbûna hilbijartinê diparêze” beşdarî Qanûna Partiyên Siyasî ya bi hejmara 2820 a sala 1983'an tê kirin.

Zuleyha Gulum bi gotinên; "Yek ji taybetmendiya vê qanûnê kêmkirina hejmara partiyên siyasî ye ku dê bikevin hilbijartinê ye" û wiha got: “Bi taybetî kesên ku di meclisê komeke wan tune ye, di bidestxistina besbûna hilbijartinê de zehmetiyan dikşînin. Ji ber ku ji bo bi rêxsitinbûna partiyek, pêdivî bi çavkaniyeke cidî ya aborî heye. Encax dema ku hûn xwe bigihîjînin asteke rêxistinî dikarin bikevin hilbijartinê. Ger hûn jî di nav lîsteya 'dikarî tevli hilbijartine bibi' ya YSK'ê de cih bigirin, hûn dikarin bikevin hilbijartinê. Li vir du rêzikname anî. Ya yekemîn hat gotin; 'Eger hûn parêzgeh, navçe û bêyî ku ferq bike kongreya mezin du caran li pey hev civîna lijneya giştî taloq kir, hûn nikarin bikevin hilbijartinê.' Ev pêngavek li dijî astengkirina tevlibûna hilbijartinan a hin partiyan e. Wateya du caran li pey hev pêkneanîna kongreya xwe çî ye? Behsa di kijan şert û mercan de pêkneanîne dike? Mînak pandemî hincetek e. Ji ber ku hûn nikaribûn werin cem hev, mirov nikaribûn kongreyên xwe pêk bînin. Niha em nizanin ka ev bike hincet an na. Ji ber ku ew peyveke gilover bi kar tîne. Ya duyan jî berê komeke we ya ji 20 kesan di meclise de hebûya ger we rêxistina xwe temam nekiribûya jî besbûna we hebû ku hûn bikevin hilbijartinê. Niha ev rakir. Ev yek ji tevgereke ji bo astengkirina hin partiyên ku bi avakirina komê bikevin hilbijartine ye. Di rastiyê de daxwaza AKP’ê ev e: Ya rast heya ji dest tê bila kêm partiyên muxalîf bikevin hilbijartinan.”

“Bi guhertine re dê dadwerên pileya yekem hebin”

4- Di dema ku li Tirkiyeyê di hilbijartinan de mijara ku herî zêde hat gotûbêjkirin ewlehiya sindoqan bû, di vî warî de guherîneke di qanûnê de hat anîn yek ji guhertinên herî balkêş bû. Bi guhertinê re dê dadwerên pileya yekem hebin ku bi pişkê werin hilbijartin, ne dadwerên payebilind ên ku li bendê ne  temenê wan were dagirtin û dora wan were ku di lijneyên hilbijartinê yên parêzgehan û navçeyan de kar bikin. Ger dadwerên pola yekem ya beşdarî qurayê bibin ne di hejmara têrker de bin, dê ji nû ve serî li qidemê bidin.

Zuleyha Gulum, anî ziman ku AKP “hewl dide eyarek çêbike” û diyar kir ku piştî guhertina ku hat kirin, “pêwîst dike hîn bêhtir xwedî li sindoqên derbikevin" û got: “Dadwerên AKP’ê herî zêde di salên 2015-2016’an de hatin tayînkirin. Beriya wê bi piranî kadroyên FETO’yê hebûn. Piştre AKP'ê li ser endam, alîgir û namzedên xwe dadwer û dozger tayîn kir. Parêzerên ku zemînên wan yên îdeolojîk bi AKP'ê re hevpar e, wek dadwer hatin tayînkirin. Lê belê yên ku di wê demê de hatine tayînkirin, hê jî sernavê dadwerê herî qidem wernegirtine. Ji ber vê yekê, dadwerên bi qidem rasterast ne dadwerên ku bi AKP'ê ve giredayî ne. Niha jî dibêje, 'Ez dadwerê herî bi qidem derdixim, di nav dadwerên pileya yekem de yan jî ger dadwerên pileya yekem tunebin, di nav dadwerên din de serokê komîteya sindoqan dibe.”

Niha ev pir girîng e. Ji ber ku em behsa yekîneya her cure kiryar û îtîrazên ​​li pêş komîteya sindoqan lêkolîn dike dikin. Di rastiyê de AKP bi vê guhertinê re dixwaze dadwerên di pêvajoya dawî de bi xwe tayîn kiriye û girêdayî wî ne, erkdar bike.

Em ji dozan dizanin ku ji dadwerên ku biryara AKP’ê dixwaze nadin re dibêje “Rapor bigre.” Niha dadgerên ku ne alîgirê AKP'ê ne, ji ber wê zextê naxwazîn bikevin qurayê. Yên mayî jî dê dadgerên ku guh bidin gotina AKP'ê û ew ê ji sindoqan berpirsyar bin. Ew e biryaran bidin.

“Guherîna di nasname û navnîşana hilbijêr de dibe sedem ku pêşî li hîleyê neyê girtin”

5- Bi guhertina kutika hilbijartinan re, kesên ku ji ber navnîşana wan hatiye girtin di sîstema tomarkirina navnîşanan de ne diyar in dê bi navnîşana îkameta xwe ya dawî deng bi kar bînin. Zuleyha Gulum diyar kir ku ev yek kontrolkirina kesên zêde yên ku li heman navnîşanê hatine nîşandan, tîne rewşa bêderfet û got:

“Nelirêtî û hîleyên wiha gelek hat kirin. Qeydên li cihê ku 5 kes lê rûdinin, wekî ku 50 kes rûniştine hatin çêkirin. Qeydên hilbijêr hatin girtin û birin cihên din. Di heman demê de li gelek cihan qeydên heman hilbejêr derket. Erkdarên ewlekariyê di hilbijartinan de bê kontrol deng kar anîn. Niha dema ku ez wek welatiyekî îtiraz bikim ku 'kesek wisa li mala min najî', ku mafê min heye, ew ê wiha bersiv bidin 'ji ber ku li tu cihê qeyd nebûye, cihê herî dawî rûnişt li vir e, vegeriya vir’. Bi rastî wiha ye? An jî kesek li cihê ku ez lê dijîm hejmara hilbijêr û ji bo hevsengiya dengdêrên biguhezîne qeyd kir? Ev rêziknameyek ku mafê îtîrazê ya welatiyan ji holê radike ye.

Qedexeyên hilbijartinê ji bo ‘serokomarê xwedî partî’ derbas nabe

6- Guhartina herî dawiyê jî li ser zagonên hilbijartinê zêdekirina serokomariyê ye ku di warê pîvana cudabûna hêzê de jî pir tê rexnekirin. Zuleyha Gulum destnîşan kir ku ev bi awayekê fiîlî êdî tê wateya binpêkirina mafan:

“Dema demek diyar nêzîk dibe, êdî serokê partiyê yan jî berpirsê partiyê nikare bi îmkanên dewletê xebatên hilbijartinê bimeşîne. Qural ev e. Niha em dibêjin ku ji ber pergala serokomariyê ya partiyê tunebû û serokomar berê bi awayekî serbixwe radiwestiya û ji bo partiyê propaganda nedikir ev gotar li vir tunebû. Lê belê îro êdî serokomariya bi partî heye. Em dizanin ku serokomarî ji bo AKP'ê propagandayê dike. Di rewşeke wiha de divê serokomar êdî bi derfetên dewletê xebatên hilbijartinê nemeşîne. Lewma divê di beşa qedexeyan de peyva 'serokomar' jî bê nivîsandin. Lê bi israr nenivîsandin. Dema ku me ev yek bi devkî anî ziman, gotin 'Na, helbet bikaranînek wiha nabe.’ Ger wisa be, hûn çima di gotarê de nanivîsin? Pir eşkere ye ku çawa Erdogan heta îro derfetên dewletê ji bo AKP’ê bi kar aniye, îro jî dixwazin vê yekê bi qanûnî nîşan didin û pêk bînin.”