‘Guhertina çeteyan li Efrînê sînyala xeteriyek mezin e’

Endama Meclisa Civakî ya Efrînê, Hêvî Mistefa der barê destguhertina Efrînê de axivî û diyar kir ku dewleta tirk çeteyên Cebhet El-Nusra derbasî Efrînê kiriye, plana wan ew e ku êrîşê herêmên din ên bi aram bikin.”

RONAHÎ NÛDA

Qamişlo- Herêma Efrînê cihê afrînerî û dîroka mirovahiyê ye. Efrîn, di 20’ê Çileya 2018’an de ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve rastî êrîşek hat û di 18’ê Adara heman salê de hat dagirkirin. Roja ku Efrîn hat dagirkirin li wê derê gelek binpêkirinên mafên mirovan û guhertinên demografîk pêk tên. Heta niha jî xwezaya Efrînê ku bi darên zeytûnan tê nasîn, bêhejmar hatiye texrîbkirin û gelek ji wan darên kevnar jêkirine ji bo ezingan û li welatên cuda tên firotin. Gelê Efrînê niha li Şehbayê bi hêviya vegera Efrînê li ber xwe dide û di bin şert û mercên zehmet de riya berxwedanê hilbijartine. Di van demên dawî de li Efrînê bi guhertina çeteyên re pêvajoyek nû ya awarte dest pê kiriye ku xeteriyek mezin ji bo gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava kiriye. Ji bo ku em bêtir, pêvajoya destguhertina Efrînê bizanibin, Endama Meclisa Civakî ya Efrînê Hêvî Mistefa nêrîna xwe parve kir.

‘Dewleta tirk bi riya Cebhet El-Nusra dixwaze êrîşî gelê herêmê bike’

Hêvî Mistefa planên ku li Efrînê ji aliyê çeteyan ve tên kirin û hedefa çeteyan wiha nirxand: “Roja ku dewleta tirk êrîşî herêma Efrînê kir, komên çeteyan ên ku destekê didin dewleta tirk, hemû komên terorê ne. Dibe ku ew çete nav û kirasên cuda li xwe bikin lê di zîhniyetê de karên ku dikin, dûrî şoreş û opozîsyonê ne û ev çeteyên terorê ne. Cîhan hemû dizane ku dewleta tirk bi balafir, tang û topên xwe êrîşî herêma Efrînê kir û dagir kir. Di nava çar salan de her roj talankerî, dizî, kuştina mirov û jinan, xirakirina cihên dîrokî, hemû ji aliyên komên çeteyên dewleta tirk ve pêk hatin. Niha armanca dewleta tirk ew e û dixwaze careke din, kirasên çeteyan biguherîne û bi navê El-Nusra derbasî Efrînê bike. Planek wan a din jî ew e ku bi riya Cebhet El-Nusra careke din êrîşî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike.  

‘Bêdengî û berjewendiyên dewletan bû sedem ku dewleta tirk êrîşî Sûriyeyê bike’

Hêvî Mistefa bêdengiya li dijî kiryaran û berjewendiyên dewletan bi dewleta tirk re wiha anî ziman: “Dewlet û komên ku xwe bi dewleta tirk ve girêdane, em dizanin kî ne. Bêdengî û mudaxeleyên dewletên derdorê, bûn sedem ku şoreşa Sûriyeyê beravajî bibe û pêşî li teror û çetekariyê vekir. Her wiha bêdengî û berjewendiya dewletan hişt ku dewleta tirk mafê xwe bibîne, her roj êrîş û destdirêjiya xwe li Sûriyeyê zêde bike. Em jî wan dewletan sûcdar dibînin û bêdengiya wan rexne dikin. Kesên ku dibêjin em demokrat in û Sûriyeya demokratîk dixwazin, rastî mudaxeleyên dewletên herêmî û dewleta tirk tên.”

‘Dewleta tirk çeteyan derbasî Efrînê dike’

Hêvî Mistefa têkiliya dewleta tirk bi komên çeteyên Cebhet El-Nusra re wiha dinirxîne: “Yên ku terorê li herêmê belav kiriye, Tirkiye ye û yê ku rê, matar û sînor ji çeteyan re vekiriye dîsa Tirkiye ye. Dewleta tirk di raya giştî de rastiyan berovajî dike. Di dema Efrînê de ku pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hatibû avakirin, guleyek jî li hemberî axa Tirkiyeyê nehat teqandin. Efrîn bûbû Keştiya Nûh û hemû kesên ku ji şer direviyan hembêz dikir û jiyana wekhev û aram ji bo gelên koçber li wê derê hebû. Jinan li Efrînê mafên xwe girtibûn. Ya ku destek dan çeteyan û ew derbasî Efrînê kirin, dewleta tirk a dagirker bû. Ev yek ne tiştekî nû ye û niha jî bi navê Cebhet El-Nusra derbasî Efrînê bûne û plana wan ji Efrînê mezintir e, dixwaze êrîşî herêmên din jî bikin.”

‘Dewleta tirk dixwaze fikrên çeteyan zindî bike’

Hêvî Mistefa destnîşan kir ku guhertina çeteyan, nîşan dide ku xeteriyek pir mezin li dijî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye û wiha domand: “Guhertina çeteyan xeteriyek pir mezin li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêdike. Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevahî cîhanê ji belaya çeteyan xilas kir. Tunekirina çeteyên DAIŞ’ê hat ragihandin lê ev yek ne li gorî berjewendiyên dewleta tirk bû, ji lewre dixwaze ji nû ve fikrên çeteyên DAIŞ’ê nûjen bike. Dixwaze bi riya çeteyên Cebhet El-Nusra, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku xwe bi pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, bi rê ve dibin, careke din tevliheviyê derbixe û projeya Rêveberiya Xweser têk bibe. Divê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo vê lîstikê şiyar bin, li hemberî vê planê bisekinin û vala derbixin.”

‘Em bibin deng û qêrîna jinên Efrînê’

Hêvî Mistefa kiryarên çeteyan li dijî jinan û sûcên ku li ser jinan li Efrînê pêk tên wiha anî ziman: “Erka me jinan tevahî ew e ku em dengê jinên Efrînê bibihîzin. Beriya ku Efrîn bê dagirkirin, bi  navê kantona jinan dihat nasîn. Yekemîn seroka Kantona Efrînê jin bû, YPJ li wir hat avakirin. Di hemû sazî û dezgehan de hejmara jinan ji ya mêran zêdetir bû. Dema şer li Efrînê dest pê kir, jin di wê şerê de rolek pir mezin lîstin û parastina pergalê û axa xwe kirin. Fedayîtiya Avêsta û Barîn heta niha jî li ser lêvan e. Dema êrîş jî pêk hat, çeteyên dewleta tirk bi zanebûn êrîşî jinan kir. Piştî Efrîn hat dagirkirin, bi plan û projeyek bi zanebûn êrîşî jinan kirin. Niha li Efrînê destdirêjî, zewaca bi zorê, jinên ku dikevin zindanan û rastî îşkenceyê tên, cilên ku li wan ferz dikin, hemû planek bi zanebûn e û îradeya jinên azad ên Efrînê ku pir pêş ve bû dixwazin bişkînin. Erka ku niha dikeve ser milên jinên Kurd û cîhanê ew e ku em rehet ranezên û bibin dengvedana qêrîna jinên Efrînê. Em divê jiyana xwe li gorî şerê jinên şoreşger eyar bikin û qed rehet nebin.”

‘Derfeta ku dîrokê daye me divê em bi kar bînin’

Hêvî Mistefa herî dawî îşaret bi yekitiya Kurdan kir û wiha bi dawî kir: “Em gelê xwe yê Efrînê yê ku koçber bûye û yê ku heta niha li Efrînê dimîne, li hember çeteyan li ber xwe didin silav dikin. Hêviya gelê Efrînê heta niha neşikestiye û em bang li hêzên Kurd dikin ku yekitiya Kurdan bi pêş bixin. Derfetek dîrokî ketiye destên me divê em bi dest bixin, ji ber xeteriyek mezin li pêş me heye. Divê em berjewendiyên şexsî deynin aliyekî û bikaribin herêmên xwe rizgar bikin. Em destê xwe bidin hev û bigihîjin Sûriyeya azad, ne navendî û demokratîk.”