Gera Meclîsa Jinê ya HDP'ê li nava karkeran dewame

Meclîsa Jinê ya HDP'ê di çarçoveya hevdîtinên "Ji Xizaniya Jinê re Na" li Mêrdînê bi jinên kedkar ên demsalî re hatin gel hev û li pirsgirêkên karkeran guhdarî kirin.

Mêrdîn - Di çarçoveya kampanyaya "Ji bo Jinan Edalet" de hevdîtinên "Ji Xizaniya Jinê re Na" yên bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatî destpêkirin li Mêrdînê didome. Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşê Acar Başaran, Berdevka Partiyê Ebru Gunay, parlamenter Semra Guzel, endamên Meclîsa Jinê, Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Perihan Altundag li Qosera Mêrdînê bi jinên kedkar ên demsalî re hatin gel hev. 
Jinên karker girêdayî jiyana xwe ev agahî dan:"Em zêdetir xwendevan in an jî em kesên nehatine bicihkirinin. Gelek ji me ji dayikên xizan in. Em li vir hewil didin debara xwe bikin. Lê gelek caran ev pêk nayê jî. Pêwîst e di aliyê aboriyê de temînata me were çêkirin."