‘Gendelî û parçebûna siyasî beşdariya jinan a siyasî asteng dike’

Leyla El-Mudallal got ku gendelî û dubendiya siyasî nahêle jin li cihên biryardanê yên li Filistînê cih bigirin û destnîşan kir ku ji bo vegerandina mafên jinan divê rêxistineke hevpar a jinan bê avakirin.

RAFIF ESLEEM

Xeza- Jinên Filistînî yên di encama têkoşîna bi salan de bûn xwedî destkeftiyan û bi pêşengiyê xwepêşandanan kirin di refên herî pêş ên têkoşîna çekdarî de cih girtin di qada siyasî de tê sînordarkirin. Rêvebera Foruma Medyaya Jinan a Başûr Leyla El-Mudallal piştrast kir ku bi taybetî gendeliya siyasî û parçebûna Filistînê di navbera Şerîa Rojava û Şerîda Xezayê de gelek sedem hene ku bûne sedema kêmbûna beşdarbûna jinan di cihên biryardayînê de.

 ‘Keda gelek jinên Filistînê nehat dîtin’

Leyla Al-Mudallal destnîşan kir ku çawa piştgiriya malbatên koçber dikirin û roleke têkoşer di parastina ciwanan de jî lîstin lê tevî hemû kedên jinan wê demê rêjeya nûnertiya wan di warê siyasî de ji sedî 5 derbas nake. Leyla Al-Mudallal got: “Hanan Ashrawî yek ji jinên pêşeng in di rêzên yekem di guftûgoyên bi Îsraîlê re cih girt, piştre gelek karên din kirine lê li hemberî têkoşer Leyla Xalid û Fatima Xazal, Rajaa Abu Amsha, Hilweh Zidan, Dalal Al-Maghribî û gelek jinên Filistînî din keda wan têkoşerî nehat dîtin. Lewre jinan ji bo bên xurtkirin rolên cuda di civakê de bilîzin û pêşveçûnê pêk bînin di her qadê de kar meşandin.”

 ‘Ji ber gendelî û parçebûnê jin di qada biryarê de kêm in’

Leyla Al-Mudallal anî ziman ku sedemên di qada siyasî de kêmbûna jinan gendeliya siyasî û nakokiyên dabeşbûna Filistînê û jeosiyasî di navbera Şerîda Xezayê û Şerîdaya Xerbî de ye. Leyla Al-Mudallal destnîşan kir ku tundiya li dijî jinan pêk tê li gel dorpêçê û got: “Nêrîna mêrsalarî û baviksalarî jî sedema bingehîn a kêmbûna beşdariya jinan e di biryardayîna girêdayî pêşketina jinan de. Ew bang li partiyan dike ku prensîba wekheviya di navbera herdu zayendan de pêk bînin ji bo jin rola xwe di pêvajoya siyasî de bilîzin û piştgiriya jinên di rewşa xwe de bikin.”

Leyla Al-Mudallal bal kişand pêwistiya xurtkirina jinên ciwan û hiwa domand: “Divê jinên ciwan bên xurtkirin û ji pisporiyên pêşengên jin ku dîrokeke wan a dirêj di têkoşînê de heye bigrin û jiyana wan têkoşeran belge bikin ji bo bi demê re neyên jibîrkirin. Di gotaran de binivîsînin an ansîklopediya der barê jiyana têkoşerên jin ên jiyana xwe ji dest dane û jinên niha hewl didin karê siyasî bikin de derbixin.”

Banga têkoşînê

Di dawiya axaftina xwe de Leyla Al-Mudallal teqez dike ku divê rêxistinekê jinan a hevpar ava bibe daxwaza mafên jinan ên jidestçûyî bike û wiha got: “Divê rêjeya nûnertiya wan di kotaya jinan de bigihîje ji sedî pêncî. Li gel girîngiya rûniştinên rewşenbîrî zagonî li dar bixin ji bo metnên navdewletî yên mafên jinan di navendên rêveberiya bilind de misoger dike bên xwendin û bi rewşa xwe re hevrû bikin ji bo valahiyê bigirin û bigihîjin biryarên dadwer û siyasetên xurtkirina jinan di warê siyasî de misoger bikin.”